|

Hewlêrê-Avesta: Li ser dawetnameya Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî û serokê Iraqê Celal Talabanî,
parlementera Kurd ya berê Leyla Zana gihişte Hewlêrê.
Serdana xanim Zana ji bo Kurdistanê wê 4
rojan berdewam bike. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku di
vê serdana xwe de wê Leyla Zana ji Mam Celal û Barzanî
daxwaza navbênkariya di navbera Kurdan û hikûmeta
Tirkiyê de ji bo agirbestê bike.
Li gora rojnameya Hurriyet berî 15 rojan Zana bi her du
serokan re bi telefonê axifîye ye û di derbarê bûyerên
dawiyê de li bakurê Kurdistanê ew agahdar kirine.
Zana bi balafirê Fly Air ji Istanbul
firiya Hewlêrê, li balafirgehê berpirsiyarê pêwendiyên
derve yên KDP Sefîn Dîzayî pêşwaziya Zana kir.
Wê Leyla Zana hevdîtinekê ligel
serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî çêbike.
|