Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara  (avesta@avestakurd.net)

P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Cuda

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arsîv


 

 

Bêdengiyeke ji mirinê bi tirstir

 

Şêrko Bêkes

 

Ji Newrozê heya niha bakurê welatê me dişewite…

 

Leşkerên Tirk, her roj ciwanên me yên aşiqê azadî û demokrasiyê, yê bi sirûdên evînê û qêrîna çavnetirsiya li ser cade û meydanên wan bajaran, tevlî xwîn û mirinê dikin.

 

Bi sedan ji wan ciwanan digirin û dişînin zindanan. Ev tiştekî ku em li bendê bûn, û normalin têne kirin. Weke dibêjin ji dijminekî xwînxwar yê dîrokeke durr û neînsanî, rêjîmeke mirovkuj û regezperest peyda dibe.

 

Lê tiştê ne normal û ne durust û ji bo min cihê pirsê ye, eve: Divê em li hember helwesteke cidî bigirin û bi hêsanî di ser re derbas nebin… Ew bêdengiya bitirse, ku balê dikişîne ser piranî, rewşenbîr, nûser û hunermendan, bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê, kesek ji wan bi tu awahî dengê xwe bilind nakin.

 

Weke ku qet ew bûyer û karesatên li bakur, ew raperîn û xwepêşdana ku dişibin pêldana bêdawiya deryayekê, ew cobarên xwînê ku di ser cesedê bi sedan wan ciwanan diçin, weke ku ji dûr û nêzîk ve pêwenidiya wê bi vî perçeyê welatê me re nebe…

 

Weke ku ew xwîn, xwîna nav fîlmeke xeyalî be, û piştî temaşekirinê ji bîr biçe. Êh de baş e, ma nivîskar û ronakbîrên her miletekî, ma ne mêjî û wicdanên zindî ya wî miletî ne?! Ma ne ew çîna şiyarin ku berî her kesî bilivin û di van rewşên bi tirs de gotinên xwe bibêjin?!

 

Li ku ne em hemû şaîr, çîroknivîs, hunermend, rojnamenûs, şanoger,

sînemakar, werzîşkar, rexnegir

 

Bi taybetî jî raperîneke ku rasterast pêwendiya wê bi çarenivîs û jiyan û mirina her yekî ji me heye, çi niha çi jî di pêşerojeke dûr de, dereng yan zû, bandora xwe li ser temamî vê nexşeyê dihêle. Tiştê ku îro li bakurê Kurdistanê diqewime, erdhejeke mezin ya mêjûyî ye, vejandina dîrokeke siyasî ye, teqîneke kûre di nava hinavên netewa Kurd de. Dibe ku ew guhertinên esasî û bingehîn li dû xwe bîne, çi li ser asta Kurdistanê û çi jî li ser asta hemû navçeyê û dinyayê.

 

Ewa ku ez bi xwe jî pir di bin bandora wê de me û nikarim xwe jêre netewînim, ruhê fedekarî, cesaret, û yekrêzî û bêhnferehî û neqedandina wê serhildanê ye ku temamî beşê Kurdistan girtiye.

 

Ew meşela azadiyê ku her malekê pêxistiye, ew îsrarkirina li ser daxwaza mafên rewa, ew taqeta hêza ku veger têde nîne û rêjîma Tirkiyê bi temamî nerihet û westandiye. Miletek rabûye ser piyan, bi riya aştî û demokrasiyê, ji bikaranîna şidetê dûr dixwaze mafê jiyanê, mafê mayînê, daxwazên adîlane yên xwe nîşanî dinyayê bide. Bervajî vê yekê kiryarên faşîstane yên Tirkiyê, ku dixwaxe bi riya maskeke sexte, a demokrasiyê sûretê xwe di dinyayê de belav bike, yek ji wan encamên ku raperîna Kurd bi dest xistiye, xistina wê maska sexte ye.

 

Di rojên niha de li pêşiya vê felaketa mezin û li hember vê dîroka bi xwîn, ev pirsa girîng serî hildide û digihêje ber deriyê başûr û ber deriyê her yekî ji me. Li ku ne em hemû şaîr, çîroknivîs, hunermend, rojnamenûs, şanoger, sînemakar, werzîşkar, rexnegir… û piştre jî parlamenter, siyasetvan, di hemû berhem, karên hunerî û gortarên edebî, siyasî û rexneyî yên xwe de, li ku ne em?! Li Ku ne em, em ew kesên ku ji agir germtir, behsa ciwanî, eşq, azadî, mafên mirov, aştî û demokrasiyê dikin.

Ne hejmareke hindik e, ji ber çi piraniya wan bûne aşê li avêketî?

 

Gelo ev bêdengiya bitirs ji çi tê? Gelo ev xwîna li ber serûmilê welatê me diçe, em weke xwîna xwe nabînin? Yan jî vê bêdengiyê ji bêdenigiya destelata siyasî çavkanî girtiye. Gelo di vê meseleyê de tiştek heye jêre were gotin NÎVKURD, NÎVPIRSGIRÊK û NÎVHELEWST?!

 

hîç tu behaneyek tuneye, ku em li hember wan qesabxaneyan bêdeng bin

 

Gelo, ev tê wê wateyê ku çarenivîsa Kurd li gora her beşekî ji hev qut bikin? Guman têde nîne ku ew xwîna li ber laşê Amed diçe, eynî xwîne ku li ber laşê Mehabad û Qamişlo jî diçe. … ew azadîxwazên ku li Batmanê dibin qurbanî, heman azadîxwazên ku li Seqiz têne kuştin. Ne tenê ev û bes, bi min wihaye ku nivîskaran, hunermendan û rojnamevanên Kurdistanê, berî her kesekî din, li hember her cînayeteke ku li cîhanê têne kirin, ji vî aliyê dinyayê heya wî alî, ji cînayeta kuştina mirovekî, ji terorkirina azadîxwazekî, heya bi şewitandina hêlîna teyrekî… berpirsiyar in, peyameke însanî di stuyê wan de ye… ew jî bêdengnebûn û rawestandina ligel hemû maf û xweşikbûna li dinyayê ye. Eger na, hemû rastbêjî, xweşikî, huner, beriqîna helbest û çîrok, dibin qawixeke vala.

 

Ev çi bêdengiya bitirse li hemberî wan tawanên ku rêjîma Tirk, di derheqê gelê Kurdistanê de, li hember jin, mêr, mêrên serîhildayî miletê me dike?!

 

Ew raperîn û xwenîşandanên mezin bi yaxeya destelata siyasî ya Kurd, hikûmeta herêma Kurdistanê û parlamentoyê digire, bi tundî wan dihejîne. Ji wan re dibêje: Nabe hikûmet û parlamentoyeke ku duruşmên mezin û li jor serê wan demokrasî û mafên mirov be, lê li hemberê serjêkirin û perçeperçekirina demokrasî û mafên mirovan û daxwaz rewa ya piraniya miletê wan, helwesteke zelal û li berbiçav ya siyasî ya wan bi xwe nebe û peyama nerazîbûna wan nebe…

 

Wan raperîn û xwenîşandanên mezin, ku îro seranserî bakurê Kurdistanê hejandiye, hawara gewriya wan hemû cade dagirtine, ew lekeyên xwînê yên rojane, bajar û bajarojên wir dikin zeviyên kuliêkan… dîrokeke teze û afirandî û camêrîyeke bêmînak, ew hemû nîşana zindîbûn, û îsrarkirina miletekî ne li ser azadî, mafên demokrasiya xwe û belgeya netewandina li hember leşkerên dijmin in.

 

Her tişt ji bêdengiyê çêtire

 

Lê vê bêdengiya me bi ronakbîr, û destelata siyasî ya vî perçeyî, bi rastî nîşana xwînsarî û belgeyeke bitirs e. Ji bo biçûkkirina mezintirîn raperîna Kurd di vê demê de, hîç tu behaneyek tuneye, ku em li hember wan qesabxaneyan bêdeng bin, ku leşkerên Tirk rojane li wir wan ava dike û ciwanên vî welatî têde serjêdike. Tu behaneyek tuneye li pêşiya rewayetî, li hember wan daxwazên demokrasî, niştimanî û însanî ku em bêdengiyê û razanê tercîh bikin…

 

Her tişt ji bêdengiyê çêtire.

 

Mirov bibêje ez ne ligel im, di nêrîna min de, çêtire ji wê yekê ku em xwe di bêdengiyê de veşêrin, ew ji mirinê bitirstir e.  

 

Werger ji soranî: Avesta

Rojname Hawlatî: hej.269 roja 12.04.2006

 

index

 

 

 

 

 ©www. avestakurd.net    2001-2006