Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara  (avesta@avestakurd.net)

P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Cuda

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arsîv


 

 

Polemîka afûkirina serokê PKK Abdulah Ocalan li Tirkiyê di rojevê de ye û tê gotûbêjkirin...

Serokê CHP rojeva Tirkiyê tevlî hev kir.

Serokê CHP Deniz Baykal di derbarê madeya 6 ji zagona cezayan ya di derbarê şerê li dijî terorê, diya kur ku, weke ku ew made ji bo azadkirina Abdullah Ocalan hatibe derxistin.

Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek jî civîneke çapemeniyê li darxist û idîayên Baykal vala derxist.

Çîçek diyar kir ku ew amade ne bi her kesî vê vê madeyê gotûbêj bikin, lê belê tiştên ku Baykl dibêje iftîra ne. Çiçek got, zagona efûyê ji bo berpirsiyarên rêxistinên terorîst û kesên sûcdar derbas nebe. Ji bo wan kesan efû nayê derxistin, got. 

Wezîrê Edaletê di axaftina xwe de got, Ocalan nakeve ber efûyê.

 Cemil Cicek bi tundî bersiva Deniz Baykal da û wiha got: “Baykal dixwaze li ser pişta Abdullah Ocalan muxalefetê dike. Ev ne parastina welat û berjewendiya welat e... ev hebe nebe tenê tevlîhevkirina rojeva tirkiyê ye, got. 

Wezîrê Edaletê dubare kir û got, Ocalan nikare ji zagona poşmaniyê sûd wergire. 

 !!!!!!!!!!!!!

Li ser vê pirsê, ku bûye yek ji girîngritnîn rojeva Tirkiyê, artêşê jî mudaxele kir.

Nûnerê wezîrê Parastinê xwest hevoka dawiyê ji madeya 6 derkeve.

Hakim Albay Dirik wiha got: "Em weke artêş, heya dawiyê li dij/ terorê ne. Lê belê divê hevoka „serok û berpirsiyarên rêxistinên terorîst“ ji madeya 6 were derxistin.

Berdevkê Emniyetê İsmail Çalışkan jî, di civîna çapemeniyê ya hefteyî de, helwesta xwe li hember pirsa efûkirina Ocalan diyar kir û wiha got: Nêrîna me eşkere ye, Em bawerin ku kesekî weke Ocalan wê neyê efûkirin…“

Çalişkan berdewam kir û got ku, eger tevî evqas sûc Ocalan were efûkirin jî, divê komîsyon careke din bicive û zagonê di bin çavan re derbas bike…“

Parêzerê Abdullah Öcalan jî daxuyaniyek da û got ku ewê ser li zagona poşmaniyê nedin.

Parêzer İrfan Dündar, wiha go: Ne mumkune Ocalan serî li zagona poşmaniyê bide, Ocalan li tiştkî wiha nafikire.

Irfan Dundar daxuyanuyek da ajansa ANKA û idîaya Deniz Baykar nirxand û wiha got: Baykal vê yekê ji xwe re dike melzemeya siyasetê, heya niha ji bo efûkirina Ocalan ne me serî lê daye ne jî tiştekî wiha ji aliyê wezareta edaletê ve heye...” got.

Dundar wiha berdewam kir: “Em ne di nêrîna Baykal de ne. Berî niha jî zagonên poşmaniyê derketin, lê belê me serî lê neda...

radyoya SBS

index

 

 

 

 

 ©www. avestakurd.net    2001-2006