FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Perwîz Cîhanî
perwiz3@hotmail.com
Mîrê Hozanan Fêrîkê Ûsiv
19 Kanûn 2009 þemî Saat 23:47

Herçend ku heval û hogirên Fêrîkê Ûsiv yên þîrhelal hêjayan: Wezîrê Eþo, Eskerê Boyîk, Çergezê Reþ û zindebîr Þakiroyê Miho û yên mayîn li bara berhem û jîyan û xû û xideyên Fêrîkê Ûsiv da bi hûrgilî nivîsîne û li wê barê da  tiþtek ji dîtir nivîskar û vekoleran ra nehîþtine, û çendîn gota li ser wî û berhemên wî nivîsîne, lê  muxabin dîsan jî wisan ku pêdivî be, me Kurdan Fêrîkê Ûsiv baþ nas nekirîye. Fêrîkê Ûsiv herçend ku li nava kurdên Elegezê bi taybetî û li nava kurdên Sovêtistana berê da bi giþtî,  hozanekî naskirî û hezkirî bûye, lê rewþa welatê me yê dagîrbûyî û  bindestîya gel, bûne hegra wê hindê, ku ew helbestvanê hêja û bîrhingêv û xeberxweþ  û durrnas li piþt perdeya sînoran da dûr ji agahîya piþka zore gelê xwe li tarîtî, xerîbî û bêdengîyê da bimîne. Lê di gel wê hindê dîsan jî gava ku mirov helbestên wî dixûne û wan durr û gewherên nayab bi çav dibîne, mirov mat û zendegirtî dimîne, û ji xwe dipirse;  gelo çima evî helbestvanî li cîhanê da deng venedaye. Dibe ku ji bilî bindestîya gel û dagîrbûna welatê  wî  hindek ho û hegerên dî yên vê bêdengîyê jî hebin. 

Bi dîtina min yek ji hegerên sereke ku nehîþtîye Fêrîk hindî zanîn û karîna xwe, hindî pileya helbestên xwe  bête nasîn û nasandinê,  ew bûye, ku Fêrîk hozanekî rastbêj û durustgo bûye. Ew mirovekî devdoþab, zimanlûs û misder nebûye. Ew ne xoþxwanê hêza serdest û desthelt bûye. Bi gotina wî bixwe ewî durra helbestên xwe wekî hesîyan navîtîye ber seyên dir, lema ew wisan nenaskirî û bêdeng maye:

Mêrxasîya te heqîyê

Ku te þiêra xwe durr

Nekir hestûyê destpîyê

Kelbêd xayîn û dirr

 Fêrîk li vê helbestê da nîþan dide ku mêranîya helbestvan ewe ku helbesta xwe ya wekî durr û gewheran, neke hestîyên li nav des û pîyên seyên dirr û har da. Mebesta wî ji seyên dirr û har, hêza serdest û zorbêj û zordaran e. Tenê ev benda helbesta wî têra wê hindê heye, ku desthilatdar ewî li bêdengî û nenasînê da ragre û li nav sînorên xwe da qelebend bike û sansorê dane ser. Lê tav herdem li piþt ewran da namîne. Rojekê bê ku tava wêjeyê,  ewrên reþ û tarî yên sansorê biçirrîne û tîrêjên xwe pêþkêþî mirovanîyê bike.

Ezê li vê gotarê da têbikoþim ku bi berçavka toreyî li çend helbestên Fêrîkê Ûsiv mêze kim û wana angorî zanîn û karîn û pêþîyana xwe hilsengînim û binirxînim.  Ez dibêjim ezê li çend helbestên wî mêze bikim, lewra ku þiroveya hemû berhem û þûnewarên wî karê mirovekî tenê nîne û pêdivî bi civatek ji lêvekol, wêjenas, zimanzan, torevan, peyvnas, rewannas, civaknas û bi kurtî durnasên mirovanîyê yên pispor heye, da ku bi mehan li ser berhemên wî bixebitin û wan durr û gewherên bîr û hizrên hozanê me yî gorrbihîþt, hozanê xerîbîyê, durra li dest nezanan ji xwendevanên kurdî ra þirove bikin. Ez li ser wê bawerême; her kesê ku bixwaze li gel zarave, tore, urf, edet, rê û rism, rabûn û rûniþtin û jîyana kurdên me yên Sovyêtistana berê nasîyar bibe, debê ku berhem û þûnewarên Fêrîkê Ûsiv bixûne û bi rêka wan Kurdên me yên Qafqaziyayê bi baþî binase. Lew ra ku Fêrîk li ser gelek tiþtan nivîsîye. Ew siwarê qelema xwe ya serkêþ lê rewanro û aza  bûye û li hemû waran gerîyaye û ji her kanîyek ji kanîyên wan waran mistek ava helal û zelal vexwarîye û serî li hemû qunc û kuj û rexên deb û resm û urf û edetên gel daye û bi tûrkê dagirtî li kaxezê zivirrîye. Fêrîk li ser evînê, li ser þîn û girînê, li ser reþgirêdanê, li ser jinê, li ser þivanî, bexvanî, rêncberî, gundîtî, koçertî û kurdîtîyê û bi giþtî li ser hemû kar û barên jîna rojane ya kurdewarî, helbestên balkêþ nivîsîye. Bêhna gundîtî, koçertî û kurdîtîyê ji tek tekê helbestên wî tê. Mirov bi xwendina helbestên wî ra agadar dibe, ku du tiþt li jîyana wî da pirr giringin; evîn û nivîsîn. Lê ew berê evîndare, paþê hozan û nivîskar. Ew vêzarê bajar û sûkan,  evîndarê siruþt û keç û bûkan , bengîyê çil û çîyan, sewdaserê deþt û banîyan, tîhnîyê avêd  kanîyan hijmekarê  gelî û geboz û zozan û berkozên welatê  xwe ye.

Eger mamosta Hêmin Mukuriyanî bêje:

„Aþiqî çavî kejal û gerdenî pirrxal nîm

Aþiqî kêv û telan û benden û berdim emin“

  Fêrîkê Ûsiv hen evîndarê çavbelke û bisk xelekane, hem jî evîndarê çil û çîya û gedûk û mêrg û çîmenên kesk û þîn û çîyayên serkevere welatê xwe ye. Ez li vê barê da nimûneyan nahînim. Dîwanên helbestên wî gowayên vê gotinê ne.

Fêrîk  li evîna xwe da rastbêj û durustkare. Ne xwe dixapîne û ne hevalê xwe dilêpîne.  Ew li evînê da bêbak û  bêperwa ye û  ji kesî natirdse û ji kewneþopan napirse û evîndarîya xwe bi aþkeretî radigehîne û heylo naziktirîn sir û razên xwe yên taybetî û kesinîyê jî ji xwendevanên helbestên xwe ra servedike. Eve pileya here bilinde çalakî û bêbakîyê ye. Fêrîkê Ûsiv hozanekî netirs û bêbak û bêperwa û xeberxoþ û zarþirîn û qisezan e. Ew hind serbeste, her çî ya ku dilê wî dixwaze dibêje. Ew derewan ne li dilê xwe, ne jî li xwendevanên helbestên xwe dike. Ew li rastbêjîyê da talaþa xwe ji felekê jî nagre. Ew li çi dem û cîyan da xwe sansor nake. Fêrîk baþ zanîye, ku xwesansorî belayek mezin e ji helbestvan û nivîskaran ra. Lewra eger nivîskar, yan hozanek li ber ho û hegerên civakî, ramiyarî, dînî, yan her hegerek dî xwe sansor bike, êdî nikare ya dilê xwe bêje. Êdî nikare bi dilê xwe ra bi rastî û durustî bijî. Xwesansorî mezintirîn aþîte ku li ser hest û nestên hozan û nivîskaran da tê, lê xweþbextane ew aþîta reþ li ser Fêrîk da hehatîye.

Helbestên wî hemû jî xweþik û nazik û rindik û ruhsivk in. Ji bilî bedewî, xweþikî û rewanî û þêweya taybete raçinîna van helbestan, hebûna bi sedan peyvên kurmancî yên resen, bi sedan peyvên ku li hîç ferhengek kurdî da nehatine berev kirinê jî, serratîyeke dî didin helbestên Fêrîk. Yek ji erkên sereke yên nivîskar û hozanan parastina peyvên resen û afirandina peyv û hevbend û biwêjên nû li gorekî rêziman û rîþalnasîya zimanî ye. Fêrîk li vî warî da jî gavên pirr bilind havîtine:

Pîgar, nîvekar, zevzevk, xûnkelk, talaþ, pejal, xêv, xiringêle, genefis, dilhavêj, dinêdûr, rûrij… û bi dehan peyvên dî.

Eger mirov bi pîvaneye helbestnasîyê li helbestên wî mêze bike, mirov dibîne ku piþka zor ji helbestên wî li bara qalib, wate form û wêneya helbestê da mesnewî, çarpare* û hindek jî bi þêweya serbest hatine vehûnanê. Li çarpare û mesnewîyan da ew pirr caran kêþ û paþbendan raçav dike û diparêze, lê hindek caran serbestîyê dide wan û wana bêy kêþ û paþbend raberî xwendevanan dike.  Paþbend wate qafîyeyên helbestên wî hemû jî  xomalîne û diwekin paþbend û hevhanîna istiran û kilamên kurdî.

Fêrîkê Ûsiv helqe û pira nîveka helbestvanên kilasîk û yên nûjen e. Helbestên  wî bi qalib û wêneyên xwe yên rûveyî bi tewna xwe va kilasîk, lê li hûnan û badan, rîstin û vehîstin, raçinîn û daçinîn,  rahîþtin û dahîþtin, û  lêkirin û nexþ û nîgar û nitirandinê da, li  ziman û wênesazî û cuwankarîyên toreyî da nû ne.

Min bihîstîye ku dengê wî pirr bi þewat bûye, lê ez nizanim gelo Fêrîk wênekêþ jî bûye, yan na. Lê ew li wênesazîyên toreyî da bi rastî wênekêþekî qerrah û kara û þîya ye. Ew li helbestên xwe da wisan pesna suruþtê dide, wisan rewþa suruþtê dinitirîne û þirove dike, mirov dibêje qey, hema rastî mirov helbestekê naxûne, belkû tabloyek wênekêþkirî mêze dike û bi çav dibîne. Lê hindek caran Fêrîk ji wê jî zêdetir diçe û tablo na, lê fîlmekê raberî xwendevanên helbestên xwe dike. Ev çêþîtên helbestên wî bi rastî jî zindîne. Mirov xwe di nav wan da dibîne. Me hemûyê gelek caran qulibîna tavê dîtîye, lê qulibîna tavê li derîçe ya çavên Fêrîkê Ûsiv da bi currekî dî ye. Ew ewê bi currekîdî dibîne.  Kerem kin evê helbesta Fêrîk mêze bikin:

Esrê mînanî dayîka dergûþ

Þemsê nûr daye milê xwe diçe

Tevna kerasîyê hêþîne hermûþ

Sînorê çîyêva berjêr radiçe

     ***

Ba difîtîne qaydekî yekhang

Nêktara gula dalêse nevsek

Tîrinca royê kirîye dolîdank

Xwe tê da dikilê çivîka zevzevk

Em li van herdu bendên helbesta Fêrîk da çendîn tabloyên zindî  dibînin.  Ewî pêþ da danê berîêvarê wekandîye dayîkekê û tav jî wekandîye zarokek xweþik û nûranî ku „esrê“ ew daye milê xwe û diçe.

Peyva herî balkêþ li vê wênesazî yê da, peyva çûyîn e. Li vê peyvê da  hejîyan û livîyan û canpêdanek heye û mirov bi çûyîna wê dayîkê ra bi çûyîna dem û gavan û danê rojê agadar dibe. Evê çûyînê kesayetîpêdan a (personification) helbestê tekûz kirîye.

Ji bilî wê hindê peyva „Þems“, pîrozîyên dînê Êzdîtîyê jî tîne hiþê mirov û mirov agadar dibe, ku Hozan xudanê bîr û bawerîyek taybet e.

Li dû çûyîna esrê wate berîêvarê, û berebere avabûna rojê ra sî dadigerre û ew sî pêþ da li bintar û qontarên çîyan ra dest pê dibe û hindî ku tav ber bi ava diçe, ew sî jî berebere dirêjtir dibe û berjêr tê. Lê Fêrîk nabêje sî ber bi jêr dirêj bû. Ew wê berjêrbûna sîyê ra dibêje berjêr radiçe û bi peyva raçinînê raçandina tewna wê mafûra hermûþ tekûz dike.

Bi gotinek dî hozanê me, ewê sî û kerasîya berî êvarê diwekîne tewnek armûþê þîn, ku ew tewn ji sînorê çîya berebere ber bi jêr tê raçandinê.

Li benda duyem da, ewî givîna bayê wekandîye fîtîna mirovekî demsaz û bêxem ku bi yek ahengê istiranekê dibêje, yan awazekî difîtîne û bi nefsekî û dilbijokî þîre û eþqera gulan dialêse.

Li dû ra ew tîrêja tavê diwekîne hêzûnk û dolîdankekê û firrîna cûcikekê ku bi çîveçîv li ber tîrêjên tavê sermestane li hewa ba dibe jî, diwekêne wê hindê ku çivîk xwe li  hêlikana tîrêjên tavê da dikilê.

Ew li helbesta payîza dereng da weha can dide bistî û çopên gul û kerengan yên behî û  hiþkbûyî:

Heyamek heye, payîza dereng

Beta vedibin kulîlk û kereng

Dewsê çend çopê gewre qudûmsist

Guhê hevdu da dikin pistepist

***

Nizam derheqa bayê harî dîn,

Wekî talan kir rewþa wan rengîn

Yanê derheqa wê mija nêzîk,

wekî serê çîyê lev dibe gizîk

li vê helbestê da çawa ku min li jorê nivîsî, hozan ruh û can dide bistî û çopên gul û kerengan yên hiþk û hola. Ew hej û liva wan bistîyên hiþk li ber bayê û dengê hejîyana wan diwekîne pistepista mirovan. Mirovên ku li tirsa zordar û serdest û dagîrkeran  nikare eþkere û bi dengê bilind biaxive, lê derdê dilê xwe dizîva û bi pistepist li guhê heval û hevderdê xwe da dibêje.

Ew givegiva bayê sar û  har diwekîne nirrîna zalimekî zordarî tajank li dest, û bistîyên reqe rût jî diwekîne bindest û tepeserên dagîrbûyî û rût û tût bê berg û bê kiras, ku reng  û berg û kirasên wan, xweþî û geþî û þênî û þayî û serbestîya wan ji layê wî dagîrkerî va hatîye talan kirinê .

Ew mija ku tê çîyê jî dagîr dike, leþkerekî dagîrkere ku li war û welatê gul û sosina hewilîye  û li ser serê çîyê bûye gizîk û li çîyê alîyaye.

Di vê helbestê da çend tiþtên balkêþ hene. Yek ewe ku çend kesên bêdesthelat ku rewþa wan ya rengîn hatîye talan kirnê û milk û mal û war û welatê  wan hatîye dagîrkirinê, lê li ser da jî evên zorlêbûyî li tirsa zordarên dagîrker  da nikarin dengê xwe bilind bikin û pênexoþîya xwe li dijî wan dagîrkeran ragehînin, belkû ji ber zordarî û çavsorîya dagîrkeran dizîva û bi tirs û lerz li guhên hevdu da dikin pistepist.

Bi þiroveya vê helbestê rewþa Kurdistana dagîrbûyî û kurdên bindest û bêdesthelat û tepeser, kurdên ku rewþa wan ya rengîn hatîye talankirinê û ji tirsa dagîrkeran nikarin biaxivin jî, tê ber çavê mirovî.

Ew li helbesta xwe ya bi navê Çîya banî da, hunera xwe ya wênenigarî (îmaj) û kesayetîpêdanê (personification) digehîne radeyek pir bilind. Ji wan hemû tabloyên rengareng û fîlmana ezê tenê bendekê wek nimûne bînim:

Gêdûka wek piþta devê

Xanê dikir ter û temîz

Daketibû ser neqevê

Þiverya gewr mîna werîs

Fêrîk li vê helbestê da gêdûka çîya wekandîye piþta hêþtirekî û þiverêya gewr ku li neqeba çîyê ra derbas dibe jî wekandîye werîsekî ku barê hêþtirê pê hatîye þidandin û li ser newqa hêþtirê ra derbas dibe. Peyva neqev hem neqeva çîyê û hem jî newqa devê tîne hiþê mirovî.

Gava ku mirov helbestên Fêrîk dixûne, mirov dibîne ku Fêrîk ne tenê li rêka xwendin û nasîyarîya toreya cîhanî da bûye somekarê derîyaya toreyê, belkû helbestvanî li zatê wî da, li nav gîyanê wî da pêra hatîye cîhanê û li nav hiþ û hedamê wî da perrvedaye. Helbestên wî wekî ereb dibêjin; „sehl û mumteni“ in. Wate li rûva mirov we seh dike, ku sade û sakarin û mirov dikare wekî wan biafirîne, lê gava ku yek bixwaze helbestek wisan binivîse, yan yê nikribe, yan jî yê gelek zehmetîyan bikiþîne.

Helbesta wî ya bi navê ser mezelê dîya min jî yek ji helbestên wî yên balkêþin. Hozan diçe ser mezarê dîya xwe û dibîne, ku gulek xweþik li ser gorinê hêþîn bûye. Bi dîtina wê gulê helbestekê dinivîse û dibêje dilê dîya min hind germ û nazik bû, ku ewî dilî du gul pêþkêþî civatê kirin, yek gula li ser gorina  wê, yek jî ez ku gula civata xweme.

Yek ji hunerên Fêrîk rewanbêjî û rewannivîsî ye. Ew wek hozanekî payebilind û pispor, bi hostatîyek tam,  lê wisan sade û sakar û rewan dinivîse, ku hem gundîyekî nexwendewar û bêsewad û hem jî akademisyenekî helbestevîn lezzetê ji helbestên wî dibin. Ew bi zimanê gundîyê xwe, bi zimanê þivan û gavan û rêncberan ji akademîsyenan ra dinivîse.

Hindek caran ew ji mijarek sade û bêwate cîhanek pirr ji felsefe û pirs û pirsîyaran diafirîne. Me hemûyê li jîyana xwe da, bi taybetî li jîyana gundîyên kurdistanê da dîtîye, ku kalemêrên gund li ber dîwaran rûdinên û ji hev ra xeber didin. Fêrîkê Ûsiv ji vê rûniþtin û axiftinê helbestek weha felsefî diafirîne:

Kala ber dîwêr, serêd xweye sîs

Dane ber rema teva derengî,

Dadigerrînin  rojêd xwe ezîz

Bi þinga þinga tizbîyê rengrengî

***

Çiqas bedewî þîrinî dinya

Dixwezim bijîm hetanî hetê

Eþqê te bi istiran diþxulim dinya

Û emrê min usa ser hevdu da tê

Fêrîkê Ûsiv suruþtê û bedewetîya wê baþ nas dike. Ew bi dûrbînî û kûrbînîyek hozanane li hemû tiþtî dinihêre û bêtune û sade li ber çi tiþtî ra derbas nabe. Ew dengê ku mirovekî sade nabihê, ew dibihê, ew rengê ku mirovên asayî nabînin, ew dibîne. Dîmenek ku li ber çavên mirovekî sade, asayî ye, ji hiþ û hedam û hest û mejîyê Fêrîk ra dibe mijarek toreyî ye pirr giring û bilind. 

Fêrîk hozanekî gelêrî, nîþtimanperwer, mirovevîn, suruþtparêz û têgiheþtî ye. Herçend ku Fêrîk li Ermenistanê da jîyaye û bi fêrmî û dîwanî Ermenistan welatê wî ye, lê ew herdem hesta xerîbî û dûrwelatîyê dike. Mirov vê hesta dûrwelatîyê li tek tekî helbestên wî da dibîne. Ew hind li hesreta welatê kal û bavan da, li hesreta dîtina Kurdistanê da ye, ku nalînê wî dilê kevir û kuçikan jî diavîne. Dîtina Kurdistanê ji wî ra dibe kul û kederek mezin. Ew dizane ku ji wî ra li hev nayê ku here kurdistanê û welatê xwe dûr ji destê qilêrîne dagîrkeran û dûr ji hêza xofiroþan zîyaret bike, lê  dibêjî qey niqitîye dilê wî ku kurrê wî Zoro yê li dewsa wî da herre Kurdistanê. Lewra ew binê pîyên kurrê xwe ku dê paþê herre Kurdistanê û li axa Kurdistanê bikeve, maç dike. Eva pileya here bilinde xwezîk û hesretê ye, ku ji kûranîya dilekî birîn û evîndar derdikeve.

Fêrîk li dijî hemû sînoran e. Li dijî sînorên destkir e. sînorên ku welatê wî perçeperçeyî kirine. Sînorên ku destên çîya û zozanên welatê wî ji hev qetadine. Lê ew sînorên ku dîn, mesev, civak û kewneþopan li nav mirovan da afirandine, ji sînorên dewlet û hukûmetan xerabtir dibîne.

Fêrîk netenê suruþvan û axarparêz û welatevîne. Ne tenê haya wî ji mafê mirovan, belkî haya wî ji mafê lawir û hemû gîyanliberan heye û dijî mirovên heywanxor derdikeve. Dema ku kelokek li rex varik û mirîþkan perrên xwe yê sipî çîl li hev dide û bang dide, bangdana wî hestek hozanane û taybetî li dilê Fêrîk da diafirîne û Fêrîk weha dibêje:

Ax çi þerm e, çi eyb

Em bê xof û bê xem

Van ruhberê rindik

Dikujin û dixwen…

Li helbestek dî da, ew li dijî jinka ku tirranên xwe bi mêrê xwe dike, ku nikare pezekî serjê ke, weha dinivîse:

Jinka dawdêre

Qerfa mêr dike

Ku mêr nawêre

Pêz þerjê bike

***

Ji ku fem bike

Jinka dawdêre

Ku bi rema xwe

Mêr hema mêre.

Fêrîk ne tenê helbestvanekî dilnazik û hestiyare, ew dûrhingêv û paþerojbîn e jî. Tu dibêjî qey niqitîye dilê wî dê rojekê bînanî roja îro, çawa li Kurdistana jêrîn, çîyayên Kurdistanê dê bêy þivan û kurmanc û kerî bimîne. Ew dibêje hînga çawa pismamekî min bimre, ezê rûnêm û li ser çîyayê bê kurmanc û kerî bigirîm.:

Bigerrim ezê ser kanîya

Çîyayê bê kurmanc û kerî

Û bigrîm ser van çîya banîya

Çawa ser pismamêd mirî

Fêrîk jî bînanî Xanî pê hesîyaye ku kes qedrê qelema wî nizane û wekî Xanî dinale û lê ne bi zimanê Xanî belkû bi zimanê gundî yê welatê xwe weha dibêje:

Ax çi þerme, çi êþ :

Êl û alema te,

Nagre qasî qurêþ

Qedrê qelema te

Fêrîk ne tenê hozan, belkû ew wergêr û folklorzanekî qerrah e jî. Dema ku mirov wergerrên wî dixûne, heta mirov li serdêr û bindêrên nivîsaran nenêrre, mirov nizane ku ew nivîsara ji zimanekî dî hatîye wergerrandinê. Dîna xwe bidenê ka çawa ruhê kurdînîyê kirîye ber vê helbesta ney kurdî da :

Ber bera þîn hebû malek

Wir da diman pîr û kalek

Kalê berê masî digirt

Pîrê mal da teþî dirist…

Ji bilî wergrrandina toreya bîhanî, Fêrîk çendîn çîrok û efsaneyên kurdî jî vejandîye. Yek ji wan xewna Mirmih þahkarek ji toreya gelîrîye, ku Fêrkî bi hostatî bi peyvên resen û nexþ û nîgarên hozanane ew nûjen kirîye. Di wê efsaneya balkêþ da Fêrîk bi hostatîyek tam ew wisan vejandîye ku xwendevan xwe li nîveka du cîhanên kewin û teze da dibîne. Peyv û xemilandin û nitirandin nû ne, lê dîsan jî bêhna toreya zarkî ji wê difûrre. Ew efsane weha dest pê dibe:

Mîrmih rabû ber mirinê

Û bû terkeserî dinê

Go „Ez herrim wî welatî

Mirin tobe û lê qatî…

Herçend ku helbestên Fêrîk pir xweþ û dilkeþin, lê hindek peyvên iþkestî û neresen jî wekî bijarê (alaxê) xwe avîtine nav baxçê helbestên wî.  Peyvên wekî: qend û bend, li cîhê qeyd û bend da, îsaf li cîhê însaf, îsanet li cîhê însanîyet, hevsûd li cîhê hesûd, heqmaq li cîhê ehmeq û gelekên dî. Lê çawa ku min li jorê jî nivîsî, Fêrîk bi zimanê gundîyê xwe, bi zimanê þivan û gavan û rêncberên welatê xwe dinivîse. Ev peyvên ku min nimûne anîn gundîyên wî herwisan wan peyvana bi kar dibin û ew hinda ji karên Fêrîk ra qet nabin kêmasî.

Bi giþtî jî çawa ku Fêrîk ji Eskerê Boyîk ra gotîye, hema rastî jî ewî baxçeyekî wisan rengareng çandîye, ku çi þexte û ba û bagerên rojgarê nikarin gul û sosin û nêrgiz û beybûnên wî baxçeyî biçilmisînin. Ta kurdek tenê jî li ser rûyê vê cîhanê hebe, Fêrîk jî dê her hebe.

Perwîz Cîhanî 

16.09.09 demjimêr 00.35 Bajarê Zürich ê

-----------------------------------------------------------------

 

 

 

 

 

 

 

 

* Çarpare curek ji helbestane ku ji çar nîvmalkan pêk tê. Ew li rûva wekî çarîneyanin, lê li bara kêþ û paþbendê da wekî çarîneyan nîne. Ji bilî wê hindê ku kêþa çarîneyan û ya çarpareyan ne wekî hevin, paþbendên wan jî bînanî hev nînin. Li çarîneyan da nîvmalkên yek, du, û çar debê bêgotin li hev bên û nîvmalka sêyem da hozan serbeste, ku ewê jî li hersê nîvmalkê dî li hev bîne, yan na. Lê li çarpareyan da nîvmalkên yekem û sêyem li hev tên û nîvmalkên duyem û çarem jî debê li hev werin.

Çarîne = 1, 2, 4 li hev tên, 3 serbeste.

Çarpare =  1, 3 li hev tên, 2 û 4 jî li hev.

 

 

 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere