FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Brader Musikî
brader_musiki@hotmail.com
Henek... Menek...
01 Gulan 2010 þemî Saat 10:54

Ev çend rojin ,Þivan Perwer,Dilbixwîn Dara,Þirwan Hecî Berko û gelek kesên ku li ser internetê bi vê mijarê têkildardibin,têne xewna min.

Bi þûr û rima diçin hevdû.

Pênûs li bin guhê tembûra,tembûr li bin guhê rojnamevanan dikeve.

Þêrwanê Heci Berko diçe serê pênûsa xwe tûj dike,weka zextekê li mamoste Þivan dide û di nava tarîyê de wenda dibe.Heta Þivan li xwe di zîvire,Þêrwan winda dibe.

Lê tesaduf,Dilbixwin di wirre di meþe!Hem di meþe û hem serê pênûsa xwe tûj dike.Þivan weka kû ew di ser sûc de zeftkiribe êrîþ dibe ser Dilbixwîn û di xwaze kulmekê lêde,lê na gihêje Dilbixwin.

Ez di xwazim herim wan li hevbînim û em bi hevre kîlok helaw bikirin û ban Þêrwan Heci Berko jî bikin û em devê xwe þêrîn bikin.

Di wê hengedengê de destê xwe di avêjim bêrîka xwe,ne pere û ne centek.

Destê xwe di avêjim bêrîka xwe din ku kertabankê derxim û bi rêka elektronîk heqe helawê bidim.

Tew dinêrim li gundê mûsýka li dikana Ýsmet ê korim.ê xewne keko!

Çi elektronik û çi hal.

Ýsmetê kor henekê xwe bi min dike û çend xeberên gurmizî jiminre dide û þimika xwe derdixwe di avê je min.Ji tirsa re,ez serê xwe ji ber þimika xalê Ýsmet didim alî.Lê vê carê serê min,li textê razanê di keve û ji xew þiyar dibim.

Êdî ne xewne!

Destê sibê ye! Ji bona vê buyerê acizim û keserekê dikþînim û ji xwere dibêjim:

-Mêran mêr dikuþtin,Sinem xanimê hûr di þuþtin.Li mebe û li jalê me be.T.C bi sedhezaran leþkerê xwe daxistîyê sînorê Kurdistan a Azad.Diçe ser zarokên Kurda.

Di plan de heye ku wan hal bikin û Kurdistana Azad jî têxin binê kontrola xwe.

Sazî û komeleyên me hewceye bi hevdûre rabin ser pîyan,raya giþtî ya Ewropa li hember vê durûtîya dewleta T.C hiþyar bikin ku ji alîyekî Kurd açýlýmý dibeje û ji alîyê din ve xwîna zarokên Kurdan di rêje.

Lê komele û sazîyen me rabûne þûr û rimmên xwe kiþandine,weka ku ew leþker diçe ser Þivan,dibêjin Þivan ne tenê ye û meselê kûrtir dikin.weka kû Dilbixwîn an Þêrwan ê Hecî Berko hevalê dewleta neyarin û êrîþan dibin ser hunermendekî Kurd.

Ma kî nikare bi Dilbixwin ku rojeke bawernakim þerê kesekî kiribe.Þêrwan ji nêzve nasnakim lê Dilbixwin ji nêz ve nasdikim.Mamoste Þivan jî baþ Dilbixwin nasdike û baþ dizane Dilbixwin na xwaze dilê kesekî bihêle.Ew tenê xwedîyê dilekî bi xwîne.

Dilbixwîn û mamoste Þivan dostê hevdû qadîmin.Heger hun li arþiva avesta binêrin hunê fambikin.Lê mesele çîye.Dilbixwîn nivîsa Þerwan di malpera xwede weþand.

Li gora min ev ji tesarufek malpera avesta ye.Merev nikare tenê bi kesekî ve girê de.

Mesele eve!

Mamoste Þivan li ser sahnê dibin atmosfera muzikê de henekek kiriye an nîvhenek û nîvrexne.Dinya xera nebû.Dinya qet xeranabe!

(Em hunermend hemi li ser sahne carna henekan dikin.)

Heger Þerwan bi zimanekî nermtir binivisanda çêtirbû.Lê li gora xwe rojnamegerî kirîye.Dîsa dinya xera nebû.Þêrwan xorte û bi heyecana rojnamegerîya xortanî bi lez û bez ew nivîs weþand.Dinya dîsa xera nabe!

Mamoste Þivan bi çar gotinên maqûl dikaribû pêþîya hemi gengeþîan bigre û bigota:MÝN XWEST HENEKEKê BÝKÝM.HEGER HENEKA MÝN MEXSEDA MÝN DERBASKÝRÝ BE EZ LêBORîNA XWE JÝ RAYA GÝÞTî û PEÞMERGE DÝXWAZÝM.Wê ji ragihandiên wî çêtirbûya û bandorek erênî bikira.Ewqas dûr û dirêj ne dibû.

Lê piþtî ku D.Dara ragihand ku Þivan ew bi lêdan û kuþtinê tehdît kirîye,û gotinên ne xweþ gotine,rewþ yekcar tevlihev bû.

Di dixwazim weka hunermedekî Kurd bêjim,herdem cîyêmin,li ba hunermenda ye.

Min gelek car li hember sazî,partî û komeleyan hevalên xwe hunermend bi heq û hiqûk parastîye.Ezê tucarî ji vê helwesta xwe dûr nekevim.Min gelek car Þivan,li hember buyerên ku qewimîne,parastîye!Hewceyî ispatê nîne û ispata mezin wijdanê minî rihet bi xwe ye!U minneta min jî li kesekî tune.

Dema hunermendek rabe hevalê xwe bi parêze,di eynî wextê de xwe di parêze.

Lê heger mamoste Þivan rabe rojnamevanan bi kuþtinê tehdît bike an xwe tevlî buyerên bi vî rengî bike(hêvîdarim ne wisa be)heyf û mixabine.Nayê parastin.

Naye pejirandin.Tene dikarim bi vê nameya vekirî ji kekê xwere bêjim xwe dûrî van buyeran bike.Dibe ku niha hinek rabin bêjin mamoste ka daxuyanîyekê li hember Brader jî bide.Bineeeeer,ew jî te rexne dike mamoste!Nebî nebî keko! Neyê listika cahil û cihûlan.Heger dilê min jibona keda te,xebata te ne razîbûya belkî min ev nivis ne nivisanda.

Lê ne meselekî ku hal nebe.

Bêhna mamoste Þivan teng bû û hate galeyanê.Hinekan jî ew tûj kir û mamoste hêc ket û ev êrîþkirin.Hestên hunermendan gelekî tenikin û nazikin.Hunermend bi hestên xwe jiyan dikin.Pêwiste merev vê taybetîya hunermend bide ber çavan û bi nermayî nêzîk bive.Helbet kêmasî hebin gerek bi awayekî erênî rexne bive.Kêmasîya kû Þivan

û em hemi dikevine eve ku em toleransê tenê jibona xwe,rexne jibona hevalê xwe di xwazin.Em gerek xwe ji vê kêmasîyê xelas kin.U tiþtê ku em ji xwere di xwazin,em karibin ji birayê xwere,ji hevalê xwere jî bi xwazin.Heger rexne,ne di ciyê xwe de bin, merev dikare xwe bi parêze.Ne ku êrîþ bike.Heger êrîþkar,rojanmevan,hunermend û rewþenbir be,wê halê insanên me yên ji rêzê çawa be?

Loma dibêjim tolerans pêwîste.

Lewra dibêjim,hevalno,rewþenbîrno,hunermendno,komele û sazî û malperno!

Hêvîya min ji we heye!

Heta hun dikevin enîyan û þer kûr dikin,werîn em vê buyerê bi biratî çareser bikin.Bila ev birayên me her yek bi çend rêzan lêborîn ji hev bixwazin û herkes karê xwe berdewam bike.Heta ku hinek xwe bidin alîyê Rojnamevanan û hinek xwe bidin aliyê Þivan û weka ku meselekî netewîye û hevdû tawanbar bikin,heger em karibin mesele bi aþitî hal bikin.

Heger mamoste Þivan rabe bêje min xwest henekê bikim,lê ger heneka min mexseda min derbas kiribe û di vê navberê de min dilê hevalên xwe hiþtibe lêborîna xwe di xwazim.

Þêrwanê Berko jî bêje heger nuçeya min armanca min derbaskiribe,ez ji raya giþtî û ji mamoste Þivan lêborîn dixwazim,bawerim Dilbixwîn ji wê tevlî vê aþtîyê bive û meselekî magazin ku niha ketîye pêþîya meseleyên me yên netewî,tête girtin.

Ji bîr nekin,em ji hevdûre çiqas bi tolerans û evîn bin,ewqas neyar wê hesabê me bikin û ji me bi tirsin.Aþîtî û tolerans pêwîste.

Silav û rêz ji we hemîyanre!

AZAD:H
yaho disa sare min ket belaye
biradere hêja mamostaye bi nav û deng bi xwade ez dibe ji te peva kes we nikaribe van camera li hev bine ji ber kû teji gelak isote ruhaye xwarine wan li hev bina Helaw ji kisi min û (Q S) yaho bas gotinek cigerxwin heya ez tede mame shash (felsefa xanedana keta daste nezane) eze le diji cigerxwin derkavim (felsefa nezane kete daste xanedana)
17 Gulan 2010 Duþem Saat 20:11
Mamoste Feridun Kaya
Mamoste Brader tu mezinî ger tu mezintuya xwe bicî bînî
Mamostayê hêja Brader
Heta davîyê ez ligelteme bila va gengesîya ji nava herdu kurda rabe.Brêz
Brader cara yekem wek dîplomatekî telefonekê ji herd zilama ra veke soz-didim helaw û xwarin ku ciye li ser cavê min cî û organîzekirin jî li ser min kerema xwe dest ji vî karî bermede

Bi silav û rêz

Mamoste Ferîdun Kaya/Köln-Almanya
12 Gulan 2010 Çarþem Saat 23:58
þepal Hêvo
Bajo ev Þivan e haaaaa....
xalo..dest xweþ li ser vê gotara ku bi dilovanî hatiye ristin, gelo tenê dilê hunermendan tenike?
eger kuþtin li cem te henek be ,naxwe yê ku di ber vî miletî têne kuþtin, hemû bi henekî dimirin ne ?

bi
04 Gulan 2010 Sêþem Saat 17:45

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere