FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Perwîz Cîhanî
perwiz3@hotmail.com
Ne alaya kurdan heye, ne jî romana kurdî
12 Hezîran 2010 þemî Saat 09:41

Bavê Nazê ewê ku  bi salan dema xwe daye nivîsîna pênc berheman û bi sedan rûpelên bê zar û ziman bi navê romanê rûreþ kirne, û ew  dane çapkirin û weþandinê, îro ne li kurdistanê, lê li turkîyê radigehîne ku Romana kurdî tuneye.

Baþe nasnama te ya toreyî romannivîsî ye, û te bi nivîsîna babetkî bi navê romanê pê danaye meydana toreya kurdî û tu îro ji bo nasandina romana xwe hatîyî turkîyê, lê muxabin tu xwe û berhemên xwe nehî dikî. Tu hem dibêjî romana kurdî tuneye, hem jî dibêjî romana min ya pêþîn “Çiyayê Bi Xwînê Avdayî” bû.  Em ji kîjan gotinên te bawer bikin? Eger romana kurdî tuneye, tu çima dibêjî romana min ya pêþîn? Eger te romanin nivîsîne û ew roman jî bi kurdîne, tu bi kîjan hisab û kitabê dibêjî romana kurdî tuneye? Emê çawa van axiftiên zid û neqîz, van gotinên dijber û tewþ ji te mamostayê toreya kurdî ya zanîngeha kurdistanê bipejirînin?

Bavê Nazê tu yek ji pêþengên romannivîsên kurd yê vê serdemê dihatî nasînê, lê muxabin îro tu giheþtîyî wê radeya bêhîvîtî û rewanperîþî û xwebiçûkbînîyê,   ku tu xwe û berhemên xwe û hebûna xwe nehî dikî. Cîhê mixabinî û dax û keseran e, ku tu jî weke piþka zore berpirsên me yên baþûr, li hember turkan da li ber dujminan da xwe biçûk dibînî. Li baþûr hind li ber te xwendine ku kurmancî tuneye, tu ji xwe û hebûna xwe jî ketîyî gumana. Ev nexoþîya xwebiçûkbînîyê, îro berestûya gelek ji berpirs û payedarên baþûrê girtîye û ew ji bo berjewendîyên xwe yên malî, amdaene ji hemû imkanên kurdî û kurdewarîyê dest bikiþînin. Gelo Bavê Nazê û berpirsên me yên baþûr çima wisan li ser dilê dujminan diaxivin. Ji çi ditirsin?

Îro dibêjin romana kurdî tuneye, yê sibê jî bêjin zimanê kurdî tuneye û rojek dî jî yê bêjin, ne kurd û ne Kurdistan, babam turk, anam turk turk oglîyem turk.

Baþe eger tu ji xwe bêhêvî bûyî û tu pê hesiyayî ku berhemên te bênaverokin û hêjayî wê hindê nînin,  ku bi navê romanê li nav toreya kurdî da bêne nasandinê, ew mafê te ye, tu ragehînî ku berhemên te li radeyeke nizim da nin, lê te ew mafe nîne, ku tu li ser hemû romanên kurdî biaxivî û hemûyê qîyas bi nefs bê naverok û vik û vala ragehînî.

Belê bavê nazê, romana kurdî heye û romanek serketîye jî. Gava ku mirov romana kurdî digel romanên neteweyên der û dorên kurdan, netewên ku xudanê dewlet û hukûmetanin, dide ber hev, mirov dibîne, ku romana kurdî eger ser romanên wan netewan ra nebe jî, ji yên wan kêmtir nîne.

Mirov bi axiftinên te zendegirtî dimîne. Bêguman te hemû romanên kurdî nexwendine û pîvaneya te ya li ser romanên kurdî, romanên  te bixwene. Yanê tu qîyas bi nefs dikî.

Ez hîvîdarim ku tu ji xwe mukur bêy û gotinên xwe paþ da bizivirrînî û careke din li ser dilê dujminan neaxivî.

Tu û ew kesên ku wekî te difikirin, bila baþ bizanin, bi koranîya çavên neyaran, toreya kurmancî roj bi roj pêþ da diçe û zimanê kurmancî yê ku ji zimanên farsî, turkî û erebî dewlemendtire, êdî ji gefên nemanê rizgar bûye. Êdî bi dehan nivîskarên kurmancî hene û roja îro berhemên te jê der, zêde ji 180 roman bi kurmancî hatine nivîsînê.

dilkuc
ax
mamosta despeke rez u hurmet ji te re le awaye nirxandina te ser kurden basur ez eshandim. tishta tamim nekin
13 Hezîran 2010 Yekþem Saat 18:42

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere