li darxistin û di vê berhemê de Mamoste Arjen Arî weke ku bi xwendekarên xwe re bikeve goftûgoyeke kûr, dilê xwe vedike û pêşkeşî xwendekarê xwe dike. Meriv di vê berhemê de pêrgî hinek aliyên Arjen Arî yê veşirî tê. Ne tenê wek kurdekî rewşenbîr û helbestkar, di heman demê de weke kurdekî ji rêzê yê ku êşa bindestiyê dikêşe, yê ku şerm dike ji bindestiya xwe û hûr dibe li ser têgehên wek azadî, rûmet, xwebûnê disekine jî li pêşber meriv e Arjen Arî di vê berhemê de. Edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Ji berhemê beşek;
Dibêjim…
Dibêjim, “ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin. “
Dibêjim, “ew teyren goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin”
Dibêjim, “çaven van ji reşahiya bindestiyê diçurisin. “
Dibêjim, “tu na carekê, sê carî bindest î, bira:
Carekê bindestê serdestên xwe.
Carekê bindestê bindestên xwe
Carekê jî…bindestê serbindestên xwe. . “
Ez jî dipêm pê re. Û ew bêdeng dimîne.
Tê derdixim ku “çemek rûye beqê şil nake”
Ji nişka ve dibêjim, “weyyyyy tifuuuu li çîroka bindestiya te be”
Ji Weşanên AVA sê Berhemên Nû derketin!!!
Kurd û Kurdistan di dîroka rojnamegeriya swêdî...
Romana “MARIA MELEKEK BÛ“ ya Firat Cewerî...
Ji Weşanên AVA pênc berhemên nuh
Helbestên Şêrko Bêkes bi Kurmancî bixwînin
Nûbiharê dosyaya Jina Kurd amade kir
Pirtûka Eskerê Boyîk ya nû
Ji Paşa Amedî Pirtûkeke nû “Çûka keko...
Li ser vê nûçeyên Şîroveya yekemîn tu bike!!