20 Şibat 2017 Duşem

“Medyaya Kurdî û Medyaya Nû“ derket

Pirtûka Serhad B. Rênas "Medyaya Kurdî û Medyaya Nû" derket

30 Nîsan 2014 Çarşem 08:50
“Medyaya Kurdî û Medyaya Nû“ derket


Di salên dawî de bandora medyaya civakî û medyaya înternetê di her qadê jiyanê de zêdetir dibe. Serhad B. Rênas bi pirtûka xwe ya bi navê "Medyaya Kurdî û Medyaya Nû" ku ji aliyê Weşanxaneya Ronahî ve hate weşandin de girîngî û bandorên vê pergala nû ya medya û ragihandinê ya li ser civaka Kurd û têkoşîna rizgariya Kurdistanê dinirxîne.

Di du beşên pêşîn ên pirtûkê de bi kurtî û bi avayekî giştî dîroka ragihandinê û dîroka medyaya Kurdî tê kirin. Beşa 3'yem a pirtûkê ku wek beşa sereke ya pirtûkê ye bi giranî li ser medyaya nû û înternetê ye. Di pirtûka "Medyaya Kurdî û Medyaya Nû" de bi taybetî girîngiya înternetê a ji bo Kurdan, pêşveçûn û guherîna pergala medyayê, bandora medyaya sosyal û medyaya înternetê li ser medyaya klasîk û li ser civakê bi giştî û pirsgirêkên sereke ên medyaya Kurdî û ji çareseriya wan pirsgirêkan hin pêşniyarên nivîskarê cîh digrin.

Her wiha di dawiya pirtûkê de di warê peyvên kompîter û înternetê de wek ceribandinek ferhengoka term û têgînên kompîter, înternet û bi giştî yên medyaya nû jî heye. Serhad B. Rênas ku demek dirêj e di nava medyaya Kurdî de ye bi xwendevanan re hin tecribeyên xwe yên di warê weşangeriya înternetê jî parve kiriye. Pirtûk di heman demê de pirtûka pêşîn e ya bi Kurdî a bi zaravaya Kurmancî ya li ser medyaya nû û înternetê ye.


Ji pêşgotina pirtûkê;
"Kurd derfetên afirandina dewleteke neteweyî a bi şêweya sedsala 20'an ji dest dan. Ji ber vê yekê jî gellek windahiyên dîrokî çêbûn. Qe nebe em îro stratejiyên xwe li gor konsept û rastiyên sedsala 21'an diyar bikin û perspektîfa xwe li gor pêwîstiyan venûbikin. Em dikarin berî yekbûneke fîzîkî, di asta delfetên ku serdema zanyarî û teknolojiyên ragihandinê pêşkeşî me dike yekbûna xwe pêk bînin. Bi riya delfetên pergala nû a navneteweyî û teknolojiyê em têkoşîna xwe ya neteweyî dikarin xurttir bikin û dikarin heta radeyeke girîng di warên ziman, wêje, huner, hilberîna zanyariyê û gelek qadên din de yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û civaka Kurd a perçe bûyî nêzîkî hev bikin. Her wiha dîsa bi wan delfetan em dikarin zimanê Kurdî bihêz û standartîze bikin û bi Kurdistaneke pêşketî a ser hîmên neteweyî cihê xwe di civaka zanyariyê de bigrin û bi vî avahî jî dîroka xwe bi destê xwe binivsînin û wek netewek pêşketî û mayînde hebûna xwe biparêzin.

Êdî medyaya nû û bi giştî înternet, polîtîka, şêweya jiyanê, baziranî, çand û huner, danûstandin, têkîliyên sosyal û hema bêjin her tiştî vediguherîne û bingehên wan dihêjîne. Kurd jixwe bi taybetî ev 200 salin ji ber êrîşên dagirkeran û nebûna dewleteke serbixwe a navendî û pirsgirêkên xwe yên navxweyî ji gelek veguherîn û pêşveçûnan dûr man û "derveyî lîstik"ê man. Niha Kurd dikarin gelek dezavantajên xwe bi saya pergala nû, medyaya nû û înternetê wergerînin avantajê. Ji bo ku Kurd kêmasî û paşdemayîna sedan salan ji holê rakin û xwe bigehînin asta ku li Cîhanê karibin xwedî gotin bin û pêşeroja xwe misoger bikin divê xwe bi taybetmendî, xweserî û bi zimanê xwe di nava teknolojî û medyaya nû de bi stratejiyên aqilene bi cih bikin û di nav civaka zanyariyê ya Cîhanî de cihê xwe bi reng û dengê xwe bigrin. Di heman demê jî li gel wan gavan tedbîrên pêwîst ji ji bo parastina nifşên ji dejenrasyon û bandorên xirab ên vê pergala nû jî bêne girtin. Di serî de organên medyaya Kurdî û karsazên Kurd û dezgehên polîtîk ên Kurdan bi giştî hemû sazî, dezgeh û kesayatiyên Kurd xebatên xwe yên îro û stratejî û plansaziyên xwe yên sibê û pêşerojê li gor vê rastiyê destnîşan bikin. Derfet û firsêndên li pêşiya me, yên dawî ne. "

Serhad B. Rênas kiye?

Ji navçeya Erxenî a bajarê Amedê ye. Perwerdehiya xwe ya akademîk di zaningeha Dîcleyê li beşa Endezyariya Makîna’yê de qedand.

Yekem car di sala 2001'an de dest bi weşandina hin gotar û helbestên xwe yên Kurdî kir. Piştî sala 2003'an dest bi weşandina lêkolînên xwe kir û gelek rojname, kovar û malperên Kurdî de nivîs, lêkolîn û hûrnêrînên wî hatin weşandin. Di qada medyayê de jî di sala 2005'an de rojnameya dîjîtal Hawar Net’ê damezirand.
Hîn jî wek gerînendeyê berpirsyar a Hawar Net’ê karên xwe didomîne û gotar, lêkolîn û hûrnêrînên wî tên weşandin.

MEDYAYAKURDÎ Û MEDYAYA NÛ
Serhad B. Rênas - Weşanxaneya Ronahî
ISBN: 978-605-5855-29-68
2014, 235 rûpel

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV