24 Çile 2017 Sêşem

"Navê qelp dibe bela serê mirov"

Rojnamevan û nivîskar Têmûrê Xelîl dinivsîne...

14 Tîrmeh 2014 Duşem 18:44


 

 

Armanca vê gotara min a sereke ew e, ku lazim e di wextê da pêşî li dizîyê, welatparêzîya qelp, meşûrbûna ne gorî rastîyê, çapkirina berhem û gotarên bêkêr û ne rast bigirin. Eger wisa nebe, wê demê hinek kes di nav gelek salan da pirtûk û gotaran dinivîsin û çap dikin, bêy ku hêjayî çapkirinê bin, demek dirêj li ocaxeke kurdî kar dikin (belkî jî ji bo wê, ku li cîyekî din nikarin kar bikin), bêy ku kedekê bikine nava pêşketina çand û edebîyeta kurdî, ew salên dirêj jî dibin bingeh, ku dewlet gorî salên wî mêdal û xelatan bide wî, ew jî paşê wana li pêsîra xwe va dike û li her deran xwe ba dike û kesên bi rastî hêja jî li bin sîyê dimînin û di rûyê van yekan da mirovên ne hêja deng didin û yên hêja bê deng dimînin. Ew kes jî, wek dibêjin, pifî ezmanan dike, ku tu kes wek wî hêjayî xelatan nebûye, lê bi xwe jî zane, ku xelatên bê qîmet her kes distîne. Wek nimûne, êzdîyekî nezan, ku xwe pêşîkêş-serekê êzdîyên Ermenîstanê dibîne û li her deran propaganda ”êzdî ne kurd in” dike, navê akadêmîsyenê zanyarîyê sitendîye, lê bi xwe nîvxwendî ye, tu zimanek jî bi serûber nizane, tu berhemeke wî ya hêjayî qîmetkirinê tune.

 

Bi vê fikira xwe ya jorgotî ra girêdayî ezê li ser gotareke Emerîkê Serdar ya bi sernavê  ”Mîroyê Esed çû pênsîyayê” (ango, teqewut bû) bisekinim, ku him kurmancîya wî ne kurmancî ye, him jî ji serî heta binî vir û derew e (http://kurd.amarikesardar.com/miroe-esed-cu-pensiae.html). Li wir E. Serdar wisa dide xuyakirin, ku berpirsyarê rojnama  ”Rya teze” yê  34 salan Mîroyê Esed, ku mirovekî di komarê da bi nav û deng, gelekî xwendî û zane bû, sala 1989an teqewut bûye û E. Serdar ji bo wî wisa ber xwe ketîye, ku bi xeberan nayê gotinê. Min meseleya derketina Mîroyê Esed ji redaktorîya rojnameya ”Rya teze” rind zanibû, ka çawa bûye, ji ber ku ez di wan deman da li rêdaksyona rojnameyê da dixebitîm. Lê dîsa jî min biryar kir ji gelek rewşenbîrên me yên îro û xebatkarên rojnameyê yên wê demê, ku îro sax in, pirs bikim ka bi rastî çawa bûye. Wan hemûyan jî wek ku min zanibû gotin û di ser da zêde kirin, ku Emerîkê Serdar wijdana xwe dişewitîne û derewan dike. Di rastîyê da serokatîya dewleta Ermenîstanê di rûyê Emerîkê Serdar da Mîroyê Esed ji kar derxist û teqewut kir. Mesele ha bûye:

 

Sala 1989an 190 salîya rojbûyîna helbestvanê rûsan yê bi nav û deng Alêksandr Pûşkîn temam bû. Wê demê ajansa çapemenîyê ya Komara Ermenîstana Sovyêt ya bi navê «Armênprêss» ya dewletê li ser bûyerên awa gotarên fermî ji bo rojnameyên komarê amade dikir û rê dikir. Vê ajansê li ser rojbûyîna Pûşkîn gotareke bi zimanê ermenî rojnameya ”Rya teze” re jî şand. Ji ber ku nûçeyên wisa dihatine li ber destê berpirsyarê sereke û cîgirê wî, ev gotar kete destê Emerîkê Serdar. Wê demê Mîroyê Esed yanê li betlanê bû, yanê jî nexweş ketibû, ne li ser kar bû. Cîgirê wî Emerîkê Serdar jî ev gotara ”Armênprêss”ê ya li ser Pûşkîn hilda û wergerande kurdî û di ”Rya teze” de li ser navê xwe çap kir, wek ku wî nivîsîye.

 

Her kesî dizanibû, ku Emerîk dizî kirîye. Lê rewşenbîrên me dengê xwe ne dikirin, heya di navbera Emerîk û helbestvan, zimanzan û rexnegirê me yê herî bi nav û deng Çerkezê Reş li ser pirsekê li hev neket. Emerîk gora bavê Çerkez û birayê wî yê ku teze çûbû li ser dilovanîya xwe, yê bextmiraz dabû çêra. Lema jî Çerkezê Reş rabû li ser Emerîk û dizîya wî li ber Komîtêya navendî ya Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê şikyat kir. Çerkez di erze-şikyatê xwe de orîgînala gotara li ser Pûşkîn ya bi zimanê ermenî û gotara Emerîk ya di ”Rya teze” de belav bûbû, dabû li ber hev û îzbat kir, ku Emerîk dizî kirîye. Ji ber vê sêdemê jî Komîtêya navendî ji komeke rewşenbîrên me komîsyon amede kir û şande rêdaksîyona ”Rya teze”, ku kar û barên Emerîkê û rojnameyê binhêre û biryarê bide. Biryar kirin, ku Mîroyê Esed ji karê berpirsyarê rojnamê derkeve ji bo ku pêşî li wê yekê ne girtîye, ku cîgirê wî bi salan gotarên ha dizîne û ser navê xwe çap kirine. (Ev yek komîsyona lênihêrandina kar û barên rojnameya ”Rya teze” jî îzbat kiribû, ku ji doktorên zanyarîyê Maksîmê Xemo, Karlênê Çaçanî û Şerefê Eşir û yên din hatibû amadekirin). Dema berpirsyarê rojnameyê yê 34 salan Mîroyê Esed teqewut bû, serokatîya Ermenîstanê aminaya xwe bi Emerîkê Serdar ne anî (ew gelek salan cîgir bû), ew nekire berpirsyarê rojnameyê û kurdekî ji dervayî rêdaksyonê Tîtalê Efo anî kir berpirsyar. Emerîkê Serdar wê demê bû berpirsyar dema rojname ji fermîyetê derket, êdî nema organa dewletê û hukumetê bû û di dema wî da rojname hema bêje êdî dernediket. Ji bo wê jî du xebatkarên din yên rojnameyê Grîşayê Memê û Rizganê Recevî (rêdaksyon ji sê mirovan pêk dihat) bi wî ra civîn kirin û ew ji ser kar avêtin, Grîşayê Memê bû berpirsyarê rojnameyê, Rizganê Recevî bû sêkrêtarê rojnameyê.

 

 

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV