24 Çile 2017 Sêşem

Pirtûka bi vîrûsan va dagirtî - Têmûrê Xelîl

Hinek kes hene bi dil û ruhê xwe dinivîsin, hinek hene bi aqil û mejûyê xwe dinivîsin, hinek hene bi destan dinivîsin, hinek hene bi lingan dinivîsin. Vêca bo çi navek tenê danîne ser van kesan – NIVÎSKAR?

31 Cotmeh 2016 Duşem 13:30
Pirtûka bi vîrûsan va dagirtî  - Têmûrê Xelîl


Gelo wext nehatîye em wana ji hev cuda bikin? Kesê ku 50 salan dinivîse, bi dehan pirtûk, gotar çap kirine, lê ne nivîskar û ne jî rojnamevan e, gelo em gerekê jê ra vê rastîyê nebêjin? Ji xwe ew vê rastîyê eva 50 sal e zane. Gelo emê bi vê yekê va qencîyekê li wî, li edebîyeta miletê xwe nekin, ku ji zîwanê rizgar bibe û rê li ber wan kesan bigirin, ku hewil didin di riya wî da herin? Gelo emê alî wî nekin, ku li dema here wê dinê zor lê nekin, bavê wî jê ra nebêje:

-Kuro, lawo, te ser bavê xweyî di şêr da bê ser û berate windabûyî bi dehan gotar û pirtûkek nivîsî, tu bo bavê xwe zêrîyayî, maşîyayî, kelyayî, helîyayî, kerixîyî, ku nizanî ew li ku hatîye kuştin, ku herî silavekê lê bikî an jî xatirê xwe jê bixwezî. Te ji bo wan nivîsan çewalek pere sitend. Lê ji roja diya te mir û heta îro tu rojekê jî neçûyî ser mezelê wê, te gulek ne bir, kevirê gorê maç ne kir, mezel jî çend kîlomêtran dûrî mala te ye. Belkî jî ji wê ye, ku te cîyê mezelê wê jî winda kirîye…

Anaha pirtûka qaşo nivîskar û rojnamevanê 50 salan Emerîkê Serdar a bi navê ”Mukurî” ber destê min e, ku ji her rûpelekî wê jehr dibare, her rûpelek bi vîrûsan va dagirtî ye. Ew van dawîyan derketîye û di wir da xwedîyê pirtûkê dev avêtîye bi dehan ronakbîrên me yên xwedî qedir û xwedî kedeke mezin. Heta wan kesan jî ku bi dehan salan bi wan ra kar kirîye, ku yek ji wan jî ez im. Û di her devavêtinekê da xênji heyfhildanê tu tiştekî din tune. Ango, wî meydanek dîtîye bona ji heq û hesabê wan kesan ra bê der, ku an bêhna wan bi hev ra ne xweş bûye, an di dema xwe da şerê hev kirine, an jî di wextê da kal û bavên wan zirar dane hev. Xên ji vana, di van rûpelên kaxezî yên wî dane ser hev û çap kirine û navê wê jî danîye berhem, herwiha dijminatîya di hindava gelê me da, pêşîlêgirtina pêşketina çand û edebîyeta me zelal xuya dibin, ku ewî di 44 salên xebata xwe a di rojnameya ”Rya teze” da kirîye. Tiştê dilê merivan hinekî rehet dike tenê ew e, ku di dîroka rojnamegarîya rojnameya Rya teze da tu kesekî dijminatîya wisa ji miletê xwe ra kiribe, tune, hemû karmend jî welatparêz û zane bûne. Lê xirabîyên wî bona milet kirine ewqas pir in, ku di gotarekê da cî nabin.

Niha em yek bi yek fikirên di wê pirtûkokê da çapbûyî û şirovekirina xwe raberî we dikin, hûn bi xwe qîmetê wî û fikirên wî bidin:

Di rûpelê 52an da ew hewil dide Emînê Evdal wek yekî gelekî nezan û nexwendî nîşan bide.

Sebeb çi ye? Ji ber ku orta wî û kurê Emînê Evdal – Sîdar xirab bûye, wî jî xwestîye heyfa xwe ji bavê wî hilde. Lê di rastîyê da bi gotina Qanatê Kurdo (hevpeyvîna min bi Q. Kurdo ra a bi deng ku li vira çap bûye: https://www.youtube.com/watch?v=D6WGz8UIFKM) Emînê Evdal ronakbîrekî herî zane û zaynarekî herî mezin bû. Emînê Evdal êtnografê kurd yê pêşin e li cihanê, doktorê zanyarîyê bû, gelek berhemên wî yên zanyarîyê bi kurdî û ermenî çap bûne, dewletê keda wî bilind qîmet kir û dibistana gundê kurdan – Qundexsazê kir ser navê wî û heykelê wî danî ber dibistanê. Ya here sereke: pirtûka kurdên Sovyet ya here navdar û biqîmet ”Folklora kurmanca” ye, ku sala 1936an bi 650 rûpelan, bi kurdîya latînî ya kurdên Sovyet çap bûye û Qazî Mihemed dema ew pirtûk digire destê xwe, dibêje: -Ev e Qurana me. Berevkar û amadekarên wê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal bûne.

Di rûpelê 110an da derheqa xebatkarê rojnama ”Rya teze” Grîşayê Memê da bê bingeh dibêje ku ew cesûs bû, bi KGB va girêdayî bû, xeberdana me digîhande wan. Hilbet, navê wî tam nenivîsîye, lê nivîsîye G. M. Derheqa wî camêrî û camêrekî din - Rizganê Cango da jî hema sernivîsarekê da dibêje: ”Min çawa mar paşla xweda germ dikirin”.

Sebeb çi ye ku wisa dibêje? Dema Sovyet hilweşîya, di redaksyonê da sê kes man: Emerîkê Serdar, Rizganê Cango û Grîşayê Memê. Sala 2006an civîna redaksyonê tê derbazkirin, Rizganê Cango û Grîşayê Memê biryar derdixin, ku Emerîkê Serdar ji kar derxin û Grîşayê Memê bikin redaktor û kirin. Sebeb ev e!

Bi eynî cûreyî Emerîkê Serdar heyfa xwe ji ronakbîrekî meyî gelek navdar Moskovê Cemal (Moskov Amaryan) hildide û dinivîse, ku Moskov li her deran belav dike ku ew profêsor e, lê di rastîyê da laborant e. A rast ew e, ku ev bû 20 sal ku Moskov profêsorê fîzîkayê ye, li Ûnîvêrsîteyên Almanîyayê û Îtalîyayê mamostayekî gelek navdar bûye, niha jî li Amêrîkayê mamostayê Ûnîvêrsîteyê ye (https://www.odu.edu/directory/people/m/mamaryan ). Sebeb çi ye, ku Emerîk ha dinivîse? Birayê Moskov – Elîxan û malbeta Emerîkê ser pirsekê li hev nekirine. Vê meseleyê li vir venekim, çêtir e.

Di rûpelê 112an da ew dibêje, ku ez jî cesûs bûm, bi KGB va hatibûm girêdan, min xeberdana redaksyonê da dibû digîhande wan. Hilbet, cesaret nake navê min tam binivîse, lê di redaksyonê da kesê bi înîsîalên T. X. tenê ez bûm. A pêşin, kuro te ew aqil ji kê girtîye? Çi îzbatîyên te hene ku ez bi KGB va girêdayî bûm? A duduyan, meriv bi KGB ya welatê xwe va girêdayî be, qey cesûsî ye? KGB gerekê ne min, lê yên mînanî te bi kar banîya, ku bizanibûya ez bo kurdan û Kurdistanê çi dikim.

Bira haya xwendevanên me jê hebe, ku di van 20 salên dawî da ji kurdên Ermenîstanê kesek tenê bi fermî di KGB da bi maeş kar kirîye, ew jî keça Emerîkê Serdar – Nurê Sardaryan e.

Emerîkê Serdar bi vî awahî dev avêtîye van ronakbîrên me yên herî navûdeng jî: profêsor Hecîyê Cindî (rûpel 91), nivîskar Ûsivê Beko (r. 76), şayîr Casimê Celîl (r. 66), serhingê dewletê Baylozê Çaçan Rizgoyêv (r. 104), redaktorê Rya teze Tîtalê Efo (rûpel 117), zanyarên mezin Çerkesê Reş û Wezîrê Eşo (rûpel 149), profêsor Karlênê Çaçanî (137), radyoya kurdî ya Rewanê (rûpel 148) û gelekên din.

Emerîkê Serdar bona xwendevanan bixalifîne, bixapîne, derewên mezin dike.

Mesele, di rûpelê 139an da dinivîse: ”Rya teze ewledê min e, ez ewledê Rya teze me”, ango wisa dide xuyakirin, ku ji rojnameya Rya teze pir hiz dike. Lê rastî ew e, ku dema ew ji redaktorîyê derxistin, ji wê rojê heta îro, ku 10 sal ser ra derbaz bûne, rojekê jî neçûye redaksyona rojnamê, rojekê jî ji redaksyonê ra têlêfon ne kirîye, halê wan ne pirsîye, hîç nivîsek jî ji rojnamê ra ne nivîsîye.

Emerîkê Serdar dinivîse, ku gelek ji gundê xwe û gundîyên xwe hez dike, lê bi salan neçûye gundê xwe, gund jî ji mala wî 60 kîlomêtr dûr e. Dema ez di gundê wî da mamosta bûm, gundîyan biryar derxistibû, ku nehêlin wî di gund da çal bikin. Lema jina wî ne li gundê wî, lê li gundekî din binax kirin. Emerîk dinivîse, ku gelek ji redaktorê xwe Mîroyê Esed û sêkrêtarê rojnamê Babayê Keleş hez dikir, lê dema ew herdu jî mirin, neçû ser şîna wan û heta niha jî neçûye ser gora wan.

Emerîkê Serdar bêbextîyan dike û dikare xwe bifiroşe.

Ew bi xwe dinivîse, ku dema di gundê xwe da ber destê serokê dibistanê Wezîrê Eşo mamosta bûye, bavê min – Xelîlê Çaçan, ku serokê radyoya kurdî ya Rewanê bû, jê ra nameyek dinivîse (rûpel 59), pêşnîyar dike bê Rewanê û radyoyê da kar bike. Ango, bavê min pirsên wî yên qeyda li bajêr jî hel dike, ango kesê gundî dixweze bike bajarî. Dû ra, piştî ku çend salan li radyoyê kar dike, sala 1962an redaktorê Rya teze Mîroyê Esed jê ra dibêje, eger tu ji radyoyê derkevî bêyî cem me wek wergervan kar bikî, ezê yekser xanî bibim te. Û Emerîk diçe (rûpel 91). Ji bo wî ferq nake, ku radyo çend mîlyon kurd guhdarî dikin, rojname çend deh kes dixwînin, ango xanî ji welatparêzîyê buhatir e. Xênji vê, ew kesê ku wî ji gund anî xwest bike merî, di hindava wî da jî bêbextîyan dike dibêje, ku dema ew û diya min bêjerên radyoyê bûne, xudêgiravî diya min jê ra gotîye (rûpel 182), ku bavê min ser xelkê şikyat dinivîsîn, dida min, min ber digirt, ku destxeta wî nas nekin. Lê di vê pirsê da Emerîk wek dibêjin êdî lingên xwe li guhê xwe dixe, tiştek nedaye ber çavan, ku ez di wan salên ku ew behs dike, 7 salî bûme.

Emerîkê Serdar hîç zimanekî nizane.

Rûsî yek gotinê jî nizane, çimkî wek ew bi xwe dinivîse, hemû nivîsên wî keça wî werdigerîne rûsî (di rûpelê 107an da gotina ”kompanîya” wek koma merivan, wek grupp bi kar anîye, lê gerekê ”kampanîya” be. Ew ”kampanîya” merivan û ”kompanîya” neftê ji hev dernaxe. Em wê jî bêjin, ku ev pirtûk keça Emerîkê – Nûrê bona çapkirinê amade kirîye. Xuya ye, keça wî jî rûsî nizane). Ermenkîya wî lewaz û qels e (di rûpel 41ê da navê ermenî Vardgês wek Vardkês dinivîse). Tu kurdek ji kurmancîya wî fêm nake, kurmancîya wî ne kurmancîya Ermenîstanê ye jî. Mesele, ew dinivîse (rûpel 85): ”Mîkaêlê Reşîd guha da belengaz bûbû”. Bi kurmancî dibêjin ”Guhan da giran bûbû”, mirov di çavan da belengaz dibe. Di rûpela 17an da jî dinivîse: ”Çêleka me sekitî”. Bi kurmancî dibêjin ”Çêleka me hişk bû, an jî mirar bû”, se disekitin. Ka ji kerema xwe bêjin, kê ji we ev hevokên wî fem dike? ”Kerbûnê padşatî dikir” an jî ”Bêxovkirina bêqezîyabûnê ferze”. Bextê miletê me lê xistîye, ku ev pirtûkok bikeve destê kîjan kurdî, tu kes wê ji kurmancîya wî fêm neke.

Emerîkê Serdar ne tenê neyarê gelê xwe ye, lê herwiha dijminê gelê ermenî ye jî.

Ew di rûpelê 32an da ha dinivîse: ”Sê mîê me hebûn, sê berxê wan. Min nav wan kiribû: navê yekî danîbû Şamîramyan (ku femîla katibê komnehîya Elegezêye partîaêyî pêşin bû), navê yê duda Avêtîsyan (ku femîla sedrê kumşuxulkira sovêta nehîê bû), navê yê sisya jî danîbû Katvalyan (ew femîla serokê para mîlîsîaê bû)”. Ango, ermenî kirine heywan.

Emerîkê Serdar derheqa endametîya min a di nav Yekîtîya Rojnamevanên Yekîtîya Sovyet da di rûpelê 97an da dinivîse, ku xudêgiravî wî dixwest ez bibim endam, lê berpirsyarê me Mîroyê Esed ne dixwest. Lema wî bona min bi Mîro ra şer kirîye. Ya pêşin, ew kesê ku ji hemû kurdên Sovyet (bi tevayî) zêdetir, bi 3 zimanan, gotar nivîsîne û di zêdeyî 100 kovar û rojnameyan da çap kirine, çawa du kesên bi nav rojnamevan dikarin bikevine holika xwe û biryara endamtîya wî bidin? Ya duda, ku Mîro ewqas ji min hez ne dikir û ne dixwest ez bibim endam, giva ji te ra gotîye ”ew merivekî netemize, xapxapoke, şera davêje merya, tiştê nerast dinivîse, nemerde” (rûpel 97), bo çi her hejmarek ku derdiket, ji min ra digot ez tenê aminaya xwe bi te tînim, rojên rojname derdikeve, çar rûpelan bi min ra bixwîne, bona şaşî neçin. An jî bo çi dema ez ji rojnamê çûm radyoyê, ji min ra got tu kengê bixweî vegerî, ezê te hildim ser kar, min li radyoyê 3 salan wek berpirsyarê parê kar kir, dû ra careke din hatim cem Mîro, wî ez bi dilxweşî cara duduyan hildame ser kar? Ango, bira Emerîk cîyê xwe da bikeve û bêbextîyan neke.

Hilbet, tevaya ronakbîrên me bi salan ji xebata redaksyonê ne razî bûn, xwesma ji sîyaseta Mîroyê Esed û cîgirê wî – Emerîkê Serdar, ku nahêlin jîyana kurdî di rûpelên rojnamê da xuya bibe, gelek caran şikyatî serokatîya Ermenîstanê kiribûn, lê tenê şikyatê dawî encam da û serokatîyê biryar kir komîsyonekê teşkîl bike, bişîne Rya teze, çend rojan li karê wan yê gekek salan kirî mêze bikin, ka çi kêmasî di xebata rojnamê da heye. Şikyatê weke 60 rûpelî ji navê hemû ronakbîrên kurd yên Ermenîstanê Wezîrê Eşo û Çerkezê Reş nivîsîbûn (rûpel 120). Di komîsyona dewletê ya ser dereceya here bilind da ev kes hebûn: Serokê Komeleya nivîskarên kurd Karlênê Çaçanî, doktorê zanyarîyê, dîrokzan Şerefê Eşir, serokê beşa kurdzanîyê ya Akademîya Ermenîstanê, profêsor Maksîmê Xemo, helbestvanê binavûdeng Simoyê Şemo. Piştî ku zêdeyî mehekê karê rojnamê nihêrîn, hatine ser wê bawerîyê, ku gazinên wê komê di hindava xebatkarên rojnamê da tune, ji ber ku hemû jî zane, welatparêz û xwendî ne, pirsgirêk di Emerîkê Serdar û hinek jî di berpirsyar Mîroyê Esed da ne, ku nahêlin xebatkarên rojnamê karê xwe bi kurdewarî bikin. Kom biryareke ha derxist:

1.Di redaksyonê da du wergervan hene, ku bo karê xwe maeş ji dewletê distînin, lê bi dehan salan hema bêje hemû werger Emerîkê Serdar ji dest wan girtîye, bi xwe wergerandîye, bi wê yekê va bi hezaran rûblan pereyên dewletê bê qanûnî bo wergeran sitendîye, bi wê yekê va nehîştîye wergervanên redaksyonê bigihîjin, bibin kadroyên baş. Di ser da jî, bi zanebûn hewil dane rojname bi nivîsên fermî û wergeran va tije bikin, ku cî bo nivîsên ser ziman, edebîyet, folklora kurdî nemîne.

2.Di redaksyonê da arşîv tune. Ew kovar, rojname, pirtûkên ku rêxistin, weşanxane, komele, Înstîtûsyon û Akademîyayên kurdî ji Ewrupayê û Kurdistanê dişandine redaksyonê, Mîro û Emerîk nedihîştin xebatkar wana bixwînin, kurdîya xwe xurttir bikin, ew bêy ku ji zerfê derxin, hersal berev kirine, dane Jorayê şofêrê redaksyonê, wî birîye ew şewitandine, Emerîk jî ser serê wî sekinîye, ku hemû heta dawî bişewitin. Heta serokê beşa kurdzanîyê Şekroyê Xudo çend caran ji wan ra gotîye eger ew ji we ra ne lazim in, bidine me, lê nedane.

Tiştên komîsyonê ji min pirsî ka tu çi dikarî derheqa kêmasîyên redaksyonê û rojnamê da bêjî, min du tişt gotin.

1.Carekê min zimanzanê kurd yê herî binavûdeng Çerkez Bakayêv ra (ew serokê beşeke Înstîtûta Moskvayê a Zimanzanîyê bû) nameyeke şexsî nivîsî û tê da 8 pirsên bi zimanê me va girêdayî jê kir. Wî jî bersîvên pirsên min ser 16 rûpelan ne ji min ra, lê ji rojnameya Rya teze ra şandibû, di wê da nivîsîbû, ku ji ber ku pirsên Têmûrê Xelîl bo zimanê kurdî pir giring in, lema ez hêvîdar im hûn van pirsên Têmûr û bersîvên min di rûpelên rojnamê da çap bikin. Emerîk û Mîro tevlihev bûn, ku çawa em 16 rûpelan çap bikin? Wê me di kurdayetîyê da gunehkar bikin. Dawî biryar kirin, bêy ku navê min di gotarê da binivîsin, wêya kurt bikin, ji 16 rûpelan 3 rûpel bihêlin û çap bikin. Wisa jî kirin. Hela vê ecêbê: Profêsorê di Sovyetê da navdar ser pirsgirêkên rastnivîsandina zimanê me gotar nivîsîye, Emerîkê kurê Serdar meqesa xwe hildaye ketîye navê. Xwedê qebûl neke!

2.Min rojekê ji Wezareta çandî a komara Turkmênistanê ra name nivîsî û hêvî kir, ku derheqa kurdên wê komarê da, ku di sedsala 16an da ji Xorasanê mihacirî wira bûbûn, ji me ra gotarekê binivîsin. Ji wezaretê bersîva min dan, ku kurdek cem wan kar dike, me ew şandîye nav kurdên komarê, ewê mehekê di nav wan da bigere, gotareke mezin ji we ra bişîne. Piştî mehekê gotareke mezin a 22 rûpelî bi wêneyên kurdan va şandin. Dema ew gotar kete destê berpirsyar wî û Emerîk gazî min kirin û gotin: -Çend serên te hene, ku tu pirayê ser 5 000 kîlomêtran çê dikî, ma tu nizanî ev rojname organa Komîtêya Navbendî ya Ermenîstanê ye, çi kurdên der va, çi hal, çi îş? Min got, xwe ew jî ne kurdên Kurdistanê ne, ku hûn navên wan dibihên, ditirsin?

Neyse, Mîro meqesa xwe da Emerîkê Serdar, ku bikeve navê, qetqetî bike, 2-3 rûpelan tenê bihêle. Wisa jî kirin. Di ser da jî, ji 14 wêneyên kurdan yên bi wergirtina kurmancîyê tenê wêneyekî kurdan a bi turkmenan ra çap kirin.

Piştî komîsyonê rewşa redaksyonê nihêrî û encama lênêrînên xwe da Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Ermenîstanê, serokatîya Ermenîstanê biryar kir Mîro bişînine pênsîyayê. Ango, di rûyê Emerîkê da redaktorê 34 salan ji kar derxistin, şandine pênsîyayê. Lê nehîştin ku cîgirê wî yê 20 salan - Emerîk bibe redaktor. Lema redaktor Tîtalê Efo ji der va anîn. Ronakbîrên me bi wê yekê va jî rehet nebûn, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku heta Emerîk dernexin, tiştek wê neguhêre. Tîtalê Efo jî ser bawerîya wan bû. Serokatîya Ermenîstanê jî nikaribû wî bişîne pênsîyayê, ji ber ku emirê wî nedigihîşt pênsîyayê. Wê demê hema bêje hemû ronakbîrên me yên wê demê hebûn, berev bûn û erzeyeke din nivîsîn ji serokatîya Ermenîstanê ra (rûpel 118). Yên şikyat nivîsîbûn, ev kes bûn: Profêsor, bizîşkê zaran yê sereke yê komara Ermenîstanê, nivîskar Sehîdê Îbo, profêsor Karlênê Çaçanî, nivîskar Wezîrê Eşo, doktor Çerkesê Reş, helbestvan û doktorê zanyarîyê Eskerê Boyîk, helbestvanê navdar Simoyê Şemo.

Dawî, wextê rojname bêxwedî ma, dewlet lê nebû xwedî, Tîtalê Efo dest ji kar kişand, tenê wê demê Emerîk bû redaktor. Lê xebatkarên wî Grîşayê Memê û Rizganê Cango ev yek jê ra nehîştin. Wek me got, ew ji kar derxistin. Hema wê şevê (Emerîk bi xwe derheqa vê yekê da di pirtûkê da nivîsîye, rûpel 138), Emerîk dikeve xanîyê redaksyona Rya teze, komputer, printer, skanerên redaksyonê didize, dibe mala xwe. Redaktorê nû Grîşayê Memê ji polîs ra dibêje ku diz ketine redaksyonê, şêlandine û diz jî Emerîkê Serdar e. Polîs diçe mala Emerîkê, wan komputeran dibîne. Wê şevê Emerîk xwe davêje dest û pîyên serokê Şêwra kurdên Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, dibêje were hewara min, polîs dixwezin min bikine hebisê. Kinyazê camêr tê, ji bo dengê kurdan bi xirabî derneyê, li hev dikin, ku Emerîk wan komputeran û teknika din paşda bibe redaksyonê, Grîşa jî şikyatê xwe yê dabû polîs, paşda hildide. Ji bo wê beyannamek dinivîsin, herdu alî îmze dikin. Ew beyanname heta niha jî di redaksyona Rya teze da ne.

Emerîk dema di pirtûkoka xwe da behsa min dike, van gotinan bi kar tîne: diz, parsekçî, nemerd, qelp, durû, cesûs. Hûn bi xwe bêjin: Gelo evana gotinên rewşenbîrekî ne? Qe ne gotinên merivan e jî! Herwiha dibêje, ku ez ne nivîskar û rojnamevan im. Lê zane jî, ku nivîskarên kurdan yê herî zane li Swed in û eva çend car e û niha jî wan nivîskaran ez hilbijartime wek sêkrêtarê Komelya Nivîskarên Kurd li Swed. Di hêla rojnamevanîyê da jî bêjim: dema sala 2008an radyoya kurdî li Moskvay, di Dengê Rûsîyayê da vekirin, ji kurdên Sovyet gazî min kirin, ku ez bingeha wê daynim. Ez çûm û min demeke dirêj bi wan ra kar kir. Ev bû du sal ez berpirsyarê yek ji malperên kurdî yên herî navûdeng Riataza me, ku di rojekê da ewqas nivîsên ser kurdan û Kurdistanê dide, ku rojnameya Rya teze di mehekê da nikaribû nîvê wan jî bida. Wê jî jibîr neke, ku ez yekemîn kurd im li Sovyetê, ku di hemû ocaxên kurdî yên ragihandinê yên fermî da kar kirîye: di rojnameya Rya teze, di radyoya kurdî ya Rewanê û di radyoya kurdî ya Moskvayê da.

Ji bo Emerîk rind xwe nas bike, bira bersîva van pirsan bide: -Bo çi ji ronakbîrên me tu kesî ji te hez ne dikir, heta serwêrê gundê we Fetîyê Îvo (rûpel 48) û Hamoyê birê birayê Fêrîkê Ûsiv bi tepa hatine te (rûpel 49) çend caran tu ji gund derxistine, heta Komeleya Nivîskarên Kurd biryar derxistibû nehêlin tu herî civînên komeleyê, heta du ronakbîrên me yên herî bi nav û deng Wezîrê Eşo û Fêrîkê Ûsiv jî, ku gundîyên te bûn, we bi hev ra di dibistanê da xwendîye, hevaltî kirîye, bi hev ra lîstîye? Ya Wezîrê Eşo me li jorê dît çawa malik li te xirab kirîye. Niha jî helbesteke Fêrîkê Ûsiv ser te, ku di pirtûka wî a ,,BEREVOKA BERHEMA,, a 3an da çap bûye, Yêrêvan-2009.

Gelo tuyê di jîyana xwe da carekê tenê be jî şerm bikî?

 

Fêrîkê ÛSİV

EMO RA

Ewî şorbe têr nedixar,

Xewna xweda savar didît,

Bona şorbê bike savar,

Gelek zor û cefa wî dît:

Xwend bi xerêq, te`lî-tengî

Dêl rûçikand- qul û pira,

Helekarî, bêfersengî

Ji xwera kir bav û bira.

Lê ku gihîşt rutbê bilind,

Savar têr xar, kate, kivav,

Zivirî ser extîyarê gund:

”Qamê, qamê, ca fire av...”.

 

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV