29 Tîrmeh 2014 Sêşem

Boçî xelk gazindan dikin?*

15 Tîrmeh 2012, 16:50
Boçî xelk gazindan dikin?*
Silêmanê Alîxan

Pîremêrekî heftê salî ku diyarbû kevne Pêşmerge bû, li bîroya berpirsekî Duhokî gazinde dikirin ku wî bêtirî pêncî salên xizmetê hene, lê ev du mehin wî muçeyê xanenşîniyê nestandiye. Vî pîremêrî digot 'boçî hikûmet pereyan dide pirojeyan‌ û nade min?!' û amaje dida hinek pirojeyên hilberînê, bêyî bizane ku pereyê van pirojeyan yê sermayedarane û mumkîne beşdariya hikûmetê tenê di vê yekê de be ku perçe zevî û xizmetkariyan bo peyda bike.

 

Helbet mafê hemû kesên şoreşgêre ku bên xelatkirin, lê pirsgirêk eve ku êdî xelk ji desthelatê bi guman ketine û li hemû dem û cihan gazindan jê dikin û bi nedadpewerîiyê tometbar dikin. Ev jî bi dîtina min ji encamê kar û reftarên hinek berpirsên li astê serkirdatiyê ye ku wisa kirine ev cûrê hizirkirinê‌ li cem xelkê çêbibe, ji ber ku;


Xelkek heye di dastanên qehremaniyê de giyanê xwe kirine qurban‌ û pa
şî bi zorê weke şehîd hatine qeydkirin, berpirs jî heye kaxet dane xelkên ku li mala xwe mirîne yan di aliyê dijmin de hatine kuştin‌ û weke şehîdên çeperên şoreşgerî hatine qeydkirin. Xelkek heye bi dehan salan Pêşmergatî kirine, top û firoke bi cigara xwe hesab nekirine û heta piştî birîndarbûneke dijwar jî‌ berdewamî dane xebatê, lê niha pîrbûne û ti mûçeyekî nastînin, berpirs jî heye mûçe û pileyên bilind ên leşkerî dane neyarên kurdatiyê û ew teqaudkirine.


Xelkeke heye belingaze û bi salane çaverêyî wezîfeyekê dikin ji hikûmetê heta eger bi pileya xizmetkar (temîzkar- bax
çevan- çayçî- şofêr) jî be, berpirs jî heye kurê xwe yê bê bawername weke xizmetkar li dayireyekê qeydkiriye, tevî ku ev kurê xwediyê otombêla Toyota LandCruiser (li Başûrê Kurdistanê jêre 'Monîka' dibêjin) ti caran naçe vê fermangehê. Wezîfedarkirina wî jî tenê bo vê mebestê ye da bibe fermanberê hikûmetê û bikaribe hinek taybetmendiyan bistîne, yan pişçend salên din postekî bilindtir bistîne yan bo her mebesteke din.


Xelkek heye zarokên wan bi kîlometran rêyên nexweş û bi herrî dibrin da bighin dibistanê, berpirs jî heye bi pereyê vî xelkî pireke taybet bo zarokên xwe çêkiriye da ji mal derkevn û rasterast bikevin hundirê dibistanê. Xelkek heye hemû mercên wan hene ku peçe zeviyekê ji hikûmetê wergirin, lê newergirtine, berpirs jî heye perçe zeviyan dide kesên ku ne xelkê vî bajarî‌ne. Xelkek heye miraza dilê wane têr avê vexwen, berpirs‌ jî heye bîreke avê bo xwe kolaye û melevangeh û sûlav di nav qesrên xwe de çêkirine, tevî ku ava bin erd nemilkê wane jî.


Xelkek heye eger dereng biçin ser karê xwe gefa derxistinê lê tê kirin, berpirs jî heye bêtiriya demên salê na
çe ser kar, tevî ku karûbarên milyoneke mirovan bi hêviya wine û kes jî nabêjê tu çi dikî. Xelkek heye ji ber nebûna basîttirîn xizmetkariyan nekarîne vegerin gund û warên xwe, berpirs jî heye baştirîn cade û xizmetkarî gihandine gundê xwe da biçe wir bîna xwe bide. Xelkek heye kirêçî û hejare û berdewam rêjeya wan her zêde dibe, hikûmet  jî berdewam behsa vedîtin û berhemînana çend milyon yan çend milyard bermîlên neftê dike.


Ev ên min gotin pişkekein ji gelek mînakên zindî ku guman bo xelkê
çêkirine derbarê planên desthelatê. Çareserî jî zîvrandina baweriya hevwelatiyane bi hikûmetê‌. Ev erk jî dikeve ser milên serokê hikûmetê‌ ku bi îmkan û kesayeta xwe ya xurt hewlê jêre bide; binpêkeran sizabide û zehmetkeran jî xelat bike.



* Ev nivîs di 2/7/2012`an de bi tîpên aramî (erebî) di rojnameya Rûdaw (Çapa Kurdistan)de û di 5/7/2012`an de di (Çapa Ewropa)de hatiye weşandin.

 

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV