Serrûpel Nûçe Çalakiyên gerîla ranawestin

Çalakiyên gerîla ranawestin

Belav bike

Li bajarê Frensa li Strasburgê, bi beşdariya deh hezaran Kurdistaniyan, mîtînga protestokirina 15ê Reşemê hat lidarxistin.
Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, ji mîtîngê re peyameke bi dîmen şand. Karayilan, di axaftina xwe de anî ziman ku, ew hewl didin ku ji têkoşîna ku tê meşandin encamê bigrin, “hemleya ku me di sala 2012 an de da destpêkirin em ê bidomînin. Ancax em ji diyalog û aşîtiyê re jî vekirîne. Ku li Îmraliyê ji rêberê me peyamek were, em ji wê re jî amade ne.
Karayilan, di beşeke axaftina xwe de operasyonên ku dewam dikin yên artêşa Tirkiyê rexne kir û got, “pêwiste herkes bi hişyar be. Ti kes li hemberî neheqî û zilmê paşde gavê navêje. Erdogan dibêje ‘heta ku hêzên çekdar hebin, operasyon wê dewam bikin.’ Ez jî dibêjim, heta ku operasyon hebin, gerîla wê çalakiyên xwe bidomîne.”
Karayilan li ser qetlîama li Parîsê a li dijî sakîne cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylemez jî sekinî û diyar kir ku, ew êrîşa, êrîşeke berdewamiya li dijî Ocalan e. Karayilan wiha dewam kir, “bila herkes baş bizanibe ku, ne tevgera me ne jî gelê me yê li Ewrupa, bi van êrîşan paşde gavê navêje. Ev qetlîama li Parîsê ,di çarçoveya komployeke navneteweyî de pêk hat. Tiliya gladyoya Tirk di vê êrîşê de heye. Ger ku piştgiriya hêzên navneteweyî tinebûya, gladyoya Tirk nikaribû ev êrîşa bikira.”