20 Nîsan 2014 Yekşem

Mihrecana Helbesta kurdî li Sûriyê

Komîta amadekar ya mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê, civîna xwe di roja yekşemê 17/6/2012 de lidarxist.

18 Hezîran 2012 Duşem 23:53
Mihrecana Helbesta kurdî li Sûriyê

 

Di vê civînê de, guftûgo li ser kar û gelek tiştên girêdayî bo amadekirina mihrecana helbesta kurdî ya 17 emîn li Sûriyê hat kirin, çiku mihrecan bi xwe bû ye diyardeyeke rewenbîrî û şaristanî bo xizmeta helbesta kurdî û bilindkirina bejna wê ji her layî ve, digel vê yekê, û piştî gengeşeyek berfireh hin xalên giring hatin desnîşan kirin:

1-     Lidarxistina mihrecanê di dema wêyî naskirî di dawiya meha çêrya pêşîn de.

2-   Beşdarî giştiye bo hemû helbestvanên kurd li Sûriyê yên bi zimanê kurdî dinivîsinin.

3-   Şandina helbestan di rêya Emaila mihrecanê re: mehrecanahelbeste@gmail.com yan bi dest di rêya endamên komîtê re, lê divê ku helbest li ser kombiyûter tîplêdayî be.

4-   Beşdarî tenê bi helbestekê ye, ku ne zêdeyî 400 peyvê be.

 

Em tev bi hev re bo bilindkirina bejna helbesta kurdî ber bi asteke hêja ji her hêlê ve, ku bibe derbarî helbesta cîhanî û dergeh û pencereya kurdan be li cîhanê.

 

18/6/2012

                           Email: mehrecanahelbeste@gmail.com

 

             Komîta amadekar ya

Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyêا

 

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV