20 Şibat 2017 Duşem

Roja Helbesta Kurdî li derve 2013 li dar dikeve

Ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û li dar xistin. Herwiha li derveyî welêt, li Elmanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin.

02 Cotmeh 2013 Çarşem 16:53
Roja Helbesta Kurdî li derve 2013 li dar dikeve


 


Di roja li dar xistina Roja Helbesta Kurdî li derve ya sala borî 2012an de ku li bajarê Essenê-Elmanya li dar ketibû, komek ji helbestavanên Rojava û hin ji perçeyên din ê Kurdistanê beşdarî rojê bibûn û helbest xwendibûn. Bi çalakiyê re du pêşengeh hatibûne li dar xistin. Du şêwekarên jin ên navdar Cîhan Brahîm û Jengîman Omer bi tabloyên xwe dîwarên keleha çalakiyê xemilandibûn. Her wiha nivîskarê kurd Jan Dost ji aliyê komîta birêvebir ve hatibû xelat kirin.

Emê di nêzîktirîn wext de dest bi name û vexwendinan bikin, emê hewl bidin ku ne tenê helbestvanan amade bikin, daku helbestan bixwînin, belê emê hewl bidin ku cemawerekî baş amade bikin daku li helbestvanan guhdarî bikin. Em ji her kesî hêvî dikin ku li vê roja dîrokî amade bibin û li helbesta xwe ya kurdî guhdarî bikin.

Her wiha emê di nêzîktirîn wext de hemû agahdariyan, cih, kat, roj û navîşana roja helbestê biweşînin. Herwiha, emê hewl bidin ku ji bo rengînkirina wê rojê hin hunermendên şêwekar amade bikin daku dîwarên holê bi tabloyên xwe bixemilînin, jixwe wê ew roj bê muzîk û strana kurdî jî derbas nebe.

Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbuhar bang li dezgehên ragihandinê dikin ku li vê roja helbestiyane amade bibin û deng û hêza helbestê ragihînin.

Li dawî, em bi kêfxweşî mizgîniya li dar xistina Roja Helbesta Kurdî li Elmanya di meha cotmehê de radigînin, û dibêjin li bende agahiyên nû bin.

Zimanê me, hebûna me ye.

01.10.2013

rojahelbeste@gmail.com

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV