18 Kanûn 2014 Pênşem

"Tikriyê dixwaze pêwendiyên xwe berferehtir bike"

AVESTAKURD – Îro di bin seroktiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, 6. Civîna encumena wezîran pêk hat.

06 Hezîran 2012 Çarşem 19:00



Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê behsa serdana xwe ya Istanbulê û beşdarbûna civîna Foruma Aborî ya Cîhanî kir.

Barzanî got, ew cara yekemîn bû ku hikûmeta Kurdistanê bi fermî ji bo civîna Foruma Aborî ya Cîhanî tê vexwendin.

Nêçîrvan Barzanî got, Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe ligl Kurdistanê berferehtir bike.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Tirkiyê Erdogan re pirsa sînor û şandina neftê di ser sînor re û derketina piesgirêkan li aliyê Tirkiyê aniye rojevê.

Di vê çerçeveyê de wê du deriyên nû di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de werin vekirin û ji bo vê yekê wê di hefteya pêşiya me de her du alî li hev bicivin.

Di berdewamiya axaftina xwe de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got wan biryar daye salane bi buhayê 500.000.000 Dolar sotemenî û elektrîkê bişînin Kerkûkê û nevçeyên bi kêşe.

Barzanî got, wezareta xwendina bilind divê xwe baş amade bike ji bo xwendekarên serkeftî ji bo xwnedina bilind bişîne zankoyên derve.

AVESTA KURD

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV