Serrûpel Nûçe Dosya Abdulrehman Qasimlo

Dosya Abdulrehman Qasimlo

Belav bike
Şehîdkirina serokê Partî Demokratî Kurdistan-Iran Dr. Abdurrehman Qasimlo

Dr. Qasimlo di wê navê de ciyê xwe di pêşengiya gelê Kurd de wekî rêberekî demokrat û azadîxwaz girtibû, û di nav tevgera demokrat a gelên Iranê de jî wekî mirovekî sosiyal-demokrat hatibû pejirandin û bûbû kesekî ku bi wî bawerî heye, û bo wî li Ewrûpa gelek dost û saziyên piştvan pêda bûne.
Wekî em ji dîroka Farisan dizanin, wan herdem neyarên xwe bi xinizî û bi pilan dane kuştin. Di “Vegera deh hezar nandozên Girîkî”(*) de, ku berî niha bêtir ji 2000 sal ji aliyê dîroknasê leşkerî yê navdar Xênofon ve, wekî raporteke giring hatiye qelemkirin, ew xinizî baş hatiye diyarkirin. Bi ser ve jî, em ji dîroka gelê xwe vê taybetmendiyê ji rojin kuştina birayê Simko Axa ve û pişt re kuştina Simko axa jî dinasin…

Roja 13.07.1989 kuşterên Faris pilana xwe bo şehîdkirina Dr. Qasimlo li bajêrê Wien “Viyanna” li Ostrişê (Austria) birin serî, û rêberê Kurd ê hêja dane ber devên tiving û debançeyên xwe, 11 fişek li sîng û qirka wî vala kirin.

Wekî em tev dizanin, di navbera serokê Îraqê yê niho, Mam Celal Talbanî, û deselata Iranê de ji roja avakirina YNK de têkilî hebûn, û wan têkilî paş serkeftina şorişa Îslamî di salên 1979 û 1980 de hîn xortir bûn, û bi taybet paş destpêkirina cengê di navbera rêjîma xûnrêj a Seddam Husên û Iranê de…Ji aliyekî dî ve, di navbera herdu mezinên YNK-Iran û YNK de jî têkiliyên baş hebûn, û ji ber wê yekê serokê YNK, Mam Celal Talbanî, dikanî hîngê sireke hêja di navbera serokê PDK-Îran, Dr. Abdurehman Qasimlo, û deselata Îranê de bilîze…û bi wê şêweyê deselata Îranê kanî bû baweriyê bi Mam Celal re pêda bike, ku ew amadeye “Autonomiyê” bide gelê Rojhilatê Kurdistanê, û bi rêya PDK-Îran.

Mixabin, herdu xebatkar û zanayên Kurd, ku ji gelekan bêtir dûroka têkiliyên Îranî-Kurdî dizanin, û bi xwe li ser wê dûrokê hem ders dane pêşmergeyên xwe û hem jî pirtûk nivîsandine, tew azara hêjayên berî xwe ji bîr kirin, ku têde wilo hatiye:”Heger deselatdarên Farisan camek hingiv bo te pêşkêşkirin, baş bizane ku di wê de jehir heye…”

Di sala 1989ê de, bi rêya Mam Celal Talbanî, dan û standinan di navbera Dr. Ebdurehman Qasimlo û nûnerên deselata Îranê dest pêkirin. Di serî de pêwîst bû li gor daxwaza Dr. Qasimlo, li Firansa diyalog û gengeşe çêbibin, û li gor daxwaza Îraniyan li Almaniya, hema li dawiyê hate pejirandin, ku paytextê Austriya Wien (Viyanna) bibe ciyê hevdîtin û diyalogê. Li Austriya zanayê Kurd ê hêja, Dr. Fadil Resûl, ku hostayê melbenda têkiliyên navneteweyî bû li zankoya Luxemburgê û berpirsê kovara “Menberulhîwar” erebî bû li Lubnanê, kete nav mijarê û bi Dr. Qasimlo re kete hevdîtinan bi nûnerên Îranê re…

Mam Celal Talbanî
Di wê navê de, serokê berê yê komara Cezaîrê, Ehmed Bin Bêlleh, ku berpirsê amadekirina diyalogêbû, di navbera hoşmendên Îslamî û ne îslamî li Qahîrê bû, hatibû ba Dr. Fadêl Resûl û bûbû mêvanê wî, û gava Dr. Ehmed Resûl mêvanê xwe wekî piştvanekî diyaloga di navbera Dr. Qasimlo û deselata Îranê de pêşniyaz kiribû, di pêşekê de deselata Îranê erê kiribû, lê pişt re ji Dr. Fadil Resûl xwestibû, ku tenha ew bi xwe dikare amade bibe, hema Ehmed Bin Bêlleh na… Xanima Resûl, Sozanê jî paş şehîdkirina Dr. Qasimlo û mêrê wê Dr. Resûl, carekê gotibû, ku wê jî xwe wekî navber pêşniyaz kiribû, hema ew nehatibû pejirandin… Ew xanima hêja dil tijî guman bûbû, û tirsiya bû ku Îranî bedkariyekê bikin, hema mêrê wê ne li ser wê baweriyê bû.

Tê gotin, ku Deselata Îranê di nofirka dawîn de ji wê gengeşiyê, ji Mam Celal xwest ku ew ji navberiyê derkeve, lê dîsa jî herdu rêberên Kurd tênegihan bo çi deselata Îranê vêyekê dixwaze…Îraniyan gotibûn, ku Mam Celal “mirovekî devsist e!” û ewana naxwazin vangengeşî bên servedan, û demekê paş wan bûyerên dûrokî yên mezin, Mam Celal gotibû, ku “Îraniyan xwestin Dr. Qasimlo ji bin saya paristina wî derxînin”…

Rehmetî Dr. Muzzafer Partûmah carekê dabû belavkirinê, ku dema wî li ber komeke siyasetmend û roşenbîrên Kurd li New Yorkê gotibû:”Ez dizanim kî bûye egera şehîdkirina Dr. Qasimlo…” Mam Celal ê ku di nav wan de rûniştî bû, û bi dilşadî dipeyivî, yekser xeyidî û gef û gurr dabûn wî …

Li Bajêrê Wien “Viyanna”, roja 10.07.1989, li qatê pêncê yê malekê, di kolaneke navbajêr de, dan û standin di navbera Dr. Qasimlo, cîgirê wî hêja Abdullah Qaderî Azer, Dr. Fadil Resûl û 4 nûnerên deselata îranê de çêbûn.
-Mihemmed Rehîm Şehrodî, cîgirê serhêzê Pasdaran ê Kurdistanê, ku dostê Mam Celal Talbanî bû, û bi passporteke sexte ya li ser navê Mihemmed Cefer Sehrarodî hatibû Austriya (Sala 2007 ew bi destê Kurdan ji nav lepên Amerîkanan li Hewlêrê hatibû derxistin û azadkirin, tevî wan baş dizanî, ku ew kuşterê Dr. Qasimlo bû).

-Mansûr Bazirgan ê ku wekî Kurdekî ajan ji bo nivîsgeha deveyî ya Istîxbara Îranî kar dikir.
-Mustefa Haj Fîdaî, ku berpirsek bû di wezareta Pasdaran de, û bi passporteke sexte ya li ser navê Mihemmed Redewî hatibû Austriya.
-Rehîm Porsîvî, ku endamekî îstîxbaratê Pasdaran bû, û li Viyanna wekî mişextiyekî siyasî dijiya.

Dan û standinên Kurd û Farisan di mala jineke Ciho de, ku bi navê Rîta dihate nasîn, çêbûn. Têkiliyên wê hem bi Dr. Fadil Resûl re, bi rêya melbenda ku ew têde dixebitî hebûn û hem jî li gel balyozxaneya îranî li Austria baş bûn. Hinek pevgirêdana mijarê bi MOSAD a Israîlî re pêda dikin, û dibînin ku hem Dr. Qasimlo û hem jî Dr. Fadil Resûl mirovin antî-Israîl bûn û hêrişên wan li ser Zayûnîya navneteweyî, wekî yên serokê PKK Abdullah Öcalan bêperde bûn. Hinek jî dibînin ku dewleta Austria bi tevayî di bin penca Israîlê de ye, û lew re bedkariyeke wilo mezin bê zanîna Israîlê li wir çênedibû, hema hinek dibêjin, ku ev “Nêrîneke komployî” ye, ji wan nêrînên, ku her bûyereke cîhanî bi.

Paş du-sê civînên ku di navbera Kurdan û Farisan de çêbûn, Farisan bi xinizî Dr. Qasimlo, Dr. Fadil Resûl û Abdullah qadirî Azer dane ber gulleyan û di nav xûn û xirarê de hêlan. Tê gotin, ku serokê komara Îranê yê niho, Mahmoud Ahmedî Nejad, hîngê bokomika kuşteran deban û debançe yên bêdeng û hinek çekên dî yên pêwîst bolivbaziya wan xwînî, ji Hungariya bi dizî derbas dikir nav Austriya…

Serokê kuşteran, Mahmoud Ahmedî Nejad.
Li ser zimanê Mam Celal Talbanî, hatiye belavkirin, ku roja 12.07.1989 dan û standin di navbera Kurdan û Farisan de tevdibû, û bo çî dîsa Dr. Qasimlo bi wan re civiya ye, ji Mam Celal re ne diyar bû.

Dr. Abdurehman Qasimlo
Çawa ew livbaziya xwînî ya hovbaz çêbûye, gelek caran bi rêya mediya ya PDK-Iran hatiye belavkirin, û ji wan belge û agahiyên bi cîhkirî, em têdigihin ku dora kat 10.00 dema taştiyan, Dr. Qasimlo bi rêhevalekî xwe yê partiyê re çûye ciyê hevdîtinê bi nûnerên Îranî re, hema nehêlaye ku ew rêheval bi wî re biçe hindirê wê malê, ew vegerandiye…

Pişt re hem Dr. Fadil Resûl ê ku ji başûrê Kurdistanê bû, û hem jî cîgirê Dr. Qasimlo, Abdullah Qadirî Azer, û her çar endamên nûneriya Îranî di wê malê de hatin ba hev.

Teviya roja Pênc şembê, hem berî nîvro û hem jî paş nîvro, ku roja yekemîn a Cejna Qurbanê bû li ba Musilmanan, bi hev re dipeyivin, pişt re, di navbera paşnîvro û êvarê de, herdu kuşter Mustefa Haj Fîdayî û Rehîm Porsîfî ciyê dan û standinê dihêlin, bi egereke derewîn, ku pêwîste ewana bi deselatdariya xwe ya Tehranê re bipeyivin.

Kuşterê sêyemîn Mansûr Bazirgan, berî kat 19.00 êvarî, destûrê ji ên mayî dixwaze, ku ewê biçe hinekxwarin û cigare bîne, û ji wan dipirse, ka ewana dixwazin çi bixun. Tenha kuşterê mezin Mihemmed Rehîm Şehrodî, ku dibin navê Sehrerodî hatiye, bi Dr. Qasimlo û herdu Kurdên dî re dimîne…

Kat 19.05, ji nişka ve û bi hêz û lez û bez, herdu kuşterên, ku bo têkiliyê bi deselatdariya Tehranê re bipeyivn, Fîdayî û Porsîfî, dikevine hindirê ciyê rûniştinê û bi tivingên xwe automatîk beredidin ser hersê Kurdan: Dr. Qasimlo, Dr. Fadil Resûl û Abdullah Qadirî Azer…Hersê di nav xûn û xirarê de dimîn.

Ne diyare bo çî çend gulle li dev û qirka Şehrodî ketine, hema ne dûre, ku Kurdekî bi wîgirti bû û ew dabû pêş xwe, da xwe ji hêrişê biparize, lê tişte berbiçav ewe, ku kuşterane ew ne kuştine…Eve jî diyar dike, ku ew kese yek ji kuşteran e, û wî haj ji wê hêrişê hebû…

Wekî polîsên Austriya dane agahdariyê, 11 gulle li sîng û li qirka Dr. Qasimlo keti bûn, 5 li sîng û qirka Dr. Fadil Resûl, û 7 jî li Abdullah Qadirî Azer keti bûn, û wan gulle bû bûn egera şehîdkirina hersê mirovên ku bihawekî aştiyane, di rojeke cejnê de, bo aştiyê hati bûn bi nûnerên dewleteke ku bi rovîtî kirasê olê li xwe kiriye, û di rastîniyê de dewleteke mirovkuj û xûnrêj e.

Hersê mirovkujên Faris reviyan, hema polîsê Austirî bi zûkî giha wir, lê ewê birîn bûye nekanî bû xwe rizgar bike, lew re hevalê wî Bazirgan vegeriya ba wî, belge û passporta wî ji wî stand, û gava polîs ew rawestandiye, passporta xwe ya diplomasî li wan mandiye, û hêdî-hêdî ber bi balyûzxaneya Îranî ve çûye, weku tew tiştekî nebaş nekiriye.

Paş demekê hersê kuşter bi passportên xwe yên diplomasî ji Austriya derketin û vegeriyane weltê xwe, ku li wir silaviya wan wekî ya lehengan bite amadekirin.

Kuşterê bi birîn, Şehrodî, tevî ku bi cîh bû, ku ew yek ji endamên nûneriya Îranî bû, li ciyê wê xûnrêtinê bû, dîsa jî hate berdan, û kete rêya welatê xwe û bi azadî giha Îranê, tevî ku gelek rêveçûn ên Kurdan û dostên wan li hember wê azadkirina ne mirovî derketin.

Ciyê pirsê ye, ku xudana wê malê, ew xanima Ciho, ku bi navê Rîta bû, tew nebû mijara lêpirsînê ji aliyê polîsê Austirî ve…û mixabin, ta roja îro deselata Austirî nahêle, ku lêkolîneke zagonî ya mijareyî û dadî di wa bûyera têrorî de vebe…Eve jî bû egereke ji nû ve lêdana dewleta têrorî ya Îranê dij bi serekên PDK-Îran, û me dît û bihîst, çewa paşmêrê şehîd Dr. Qasimlo jî, Dr. Sadiq Şerefkendî û sê rêhevalên wî yên berpirs di partiya PDK-Îran de, li xwaringeha Mîkonos a Berlînê, li Almaniya paş 3 salan hatine şehîdkirin…

Dr. Sadiq Şerefkendî

Pirsek dimîne, ku pêwîste rêber û serekên tevgera neteweyî ya kurdî bersiva wê bidin:
-Bo çi ji dema kuştina birayê Simko axa ve, ta bi şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û rêhevalên wî, Kurdan nekanî bûn sîstemekê bo paristina mezin ên xwe avabikin? Kî di ber vê ne hişyarbûnê de berpirse?
Pendeke Ereban heye dibêje: “-Malê serberdayî xelkê fêrdike h’eramiyê.“ Ez dibînim, ku bêberpirsiyariya hinek serek û mezin ên Kurdan jî yek ji egerên serekîn e di kuştina wan de…Gelo, ma di hindir tevgera me ya neteweyî de, ev mijar ji dil de çenda caran hatiye gengeşekirin û çare jê re hatine dîtin an ne? An jî emê dîsa di „xefletê“ de careke dî bên pêdadan ji aliyê marên dev û diran tijî bi jehir?
———————————————————-
(*) Binêr wergerandina me ya kurdî bo pirtûka Xênophonê Girîkî (Cankurd)