20 Şibat 2017 Duşem

Dr. Îbrahîm Aydogan: Ziman û Şaristanî û Netewe

Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan Ziman û Şaristanî û Netewe: Cîhê zimanê kurdî di gotarên siyasî yên Tirkan û Kurdan de [1]

14 Gulan 2012 Duşem 14:58
Dr. Îbrahîm Aydogan: Ziman û Şaristanî û Netewe

« Ma qey zimanê kurdî yê şaristaniyê ye ku em wî bikin zimanê perwerdehiyê ? »

Bulent Arinç

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê û berdevkê hikumeta tirk

Danberheva di nava milletan û taybetmendiyên wan de di xwezaya avakirina milletan û koman de heye. Lewre kom, û qewm û millet bi reaksiyona li hember kom û qewm û milletên din ava dibin.

Gava ku du millet werin ber hev, çiqas pêşketî jî bin, ji ber kompleksên li hember milletê din, yek ji wan tim dikare xwe li ser yê din mezin bike. Hatina hemberî hevdu dikare di warê aborî de jî be, dikare di warê sportîf de jî be û çandî û wêjeyî de jî be.

Heger em neteweyan jî weke komên mezin bihesibînin, ev hemû alavên ku em behsa wan dikin haveynê peyitandina hêz û desthilatdariya li ser koma hember pêk tînin. Di peywendiya serdest û bindestan de jî mirov şopa vê kompleksê dibîne. Lewre koma serdest dikare bibêje ku ziman û çanda wî ji yên komên din û milletên din bilindtir û kamiltir û hêjatir e. Serdest ji bo ku tim serdest bimîne, mecbûr e ku tim xwe li ser yên din ferz bike û bindestên xwe ji eslê wan bi dûr bixîne. Lewre koma ku ji nirxên xwe yên bingehîn bi dûr bikeve dikare bi awayekî hêsantir were birêvebirin. Ev helwêst carinan doktrînên ecêb jî bi wan didin avakirin ku ev doktrîn bi xwe jî dikarin bi demê û hişmendiyê re biguherin. “Guneş-Dil Teorisi” ya Tirkiyeyê nimûneya herî baş e ku îroj hûrgiliyên wê dibin sedema qerfan di nava zanistan de.

Teoriya fermî ya li ser « Koka Kurdan » wê demê digot ku « Kurd di eslê xwe de tirk in, Tirkên çiyayî ne » û li Tirkiyeyê demeke dirêj weke têgihiştina fermî dihat paraztin û her bi vê teoriya ecêb ve girêdayî bû. Pirtûkên ku ji aliyê profesorên zanîngehan ve li ser koka Kurdan hatine nivîsandin, ketibûn nava hewldana îspatkirina wê teoriyê û digot ku zimanê kurdî ne tu ziman e û zimanekî çêkirî ye û dîroka wan û çanda wan jî tuneye.

Dewr biguherin jî, kes û aktorên wan dewran biguherin jî, hin helwêst û têgihîştin hene ku heger carekê ketibin xwîna mirov, guherîna wan gellekî dijwar e. Çend sal berî nuha, digel ku êdî behsa “demokrasiya pêşketî” tê kirin, Prof. Dr. Yusuf Ziya Ozcanê ku serokê Lijneya Xwendina Bilind ya Tirkiyeyê bû ku bi navê YOK’ê tê naskirin, digel ku ne beşê pisporiya wî bû jî weke pêşiyên xwe ji çapemeniyê re digot ku kurdî ji farisî û erebî û tirkî peyda bûye, digel ku vî camêrî ne bi farisî û ne jî bi erebî zanîbû, ji xwe ji binî ve bi kurdî nizanîbû. Berî wî jî du kesên din jî, Bejan Matura helbestvana zimanê tirkî û Bedrettîn Dalanê serokê Zanîngeha Yedîtepeyê hewl dabûn ku nîşan bidin ku zimanê kurdî zimanekî qels e, helbest û roman nikare pê were nivîsandin. Bedrettîn Dalan îddia kiribû ku peyvên zimanê kurdî bi sînor in û gotibû « Bila Yaşar Kemal romaneke kurdî binivîsîne ku 30 000 peyv tê de hebin, ew çi bixwaze ez ê bidimê ». Romaneke bi vî rengî bi tu zimanan tuneye. Di hemû helbest û şanoyên Shakespeare de 25 000 peyv hene û di heft cildên romana Proust ya bi navê Li pey dema wendabûyî de hejmara peyvan 21 hezar û tiştek e ku 1800’ê wan peyvan navên kes û cîhan e. Digel ku ev herdu nivîskar weke avakerên peyvan jî tên naskirin û weke ferhengên zimanên xwe jî navdar bûne, di hemû berhemên xwe de 30 000 peyv bi kar neanîne. Lê belê, ji me tê xwastin ku em romanekê bi tenê binivîsînin ku ewqas peyv tê de hebin. Bejan Matur jî gotibû « zimanê kurdî ne ewqasî pêşketî ye ku ez bikarim pê hestên xwe binivîsim ». Ya balkêş ew bû ku ev herdu kes jî di eslê xwe de kurd in, lê ji eslê xwe bi dûr ketine. Ya jê balkêştir jî ew e ku bi kurdî nizanin, an jî pirr hindik pê dizanin. Herweha, hêjayî gotinê ye ku ev herdu daxuyanî jî di rojnameya Zamanê de hatibûn belavkirin ku ev rojname weke rojnameya cemaata Fethullah Gulen û piştgira hikumeta AKP’ê tê naskirin. Vê dawiyê jî (28’ê nîsana 2012’an) li Dihokê di sempozyumekê de ku Zanîngeha Artukluya Mêrdînê li Herêma Kurdistanê amade kiribû, lêkolînerê holendî Martin Van Bruinessen jî xwast nîşan bide ku ji ber dîroka xwe zimanê kurdî nebûye zimanê medeniyetê.[2]

Di nava daxuyaniyên ku Kurd û zimanê wan û dîrok û çîroka wan tune dikirin de, ya herî girîng daxuyaniya berdevkê hikumetê Bulent Arinç bû ku di heman katê de cîgirê serokwezîrî ye jî. Arinçî, gava ku piştî serê sala 2012’an bi awayekî xurt behsa perwerdehiya bi zimanê kurdî dibû, digot ku « Zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye û loma jî nikare bibe zimanê perwerdehiyê » û bi vî awayî dida pey pêşiyên xwe yên ku ji Kurdan re digot « medenî bin, bi tirkî bipeyivin ». Ji xwe Martin Van Bruinessen jî “qismen be jî” piştgiriya wî dikir.

Peyva medeniyetê ya di daxuyaniya Bulent Arinç de gellekî girîng e, û divê em gellekî hay ji xwe hebin, lewre « medeniyet » û « medenîkirin » di serdema keşfa dunyayê û destpêka dagîrkirin û kolonîzasyonê de weke armancên sereke dihatin bikaranîn. Li gora wan, medenîkirin erkeke mirovahiyê bû, weke erka misyoneran, û bi vî awayî kolonîzasyon dihat meşrûkirin. Iroj jî Bulent Arinç heman referansan bi kar tîne û weke ku mahdê xwe jê bixelîne behsa kurdî dike û dibêje « ma zimanekî weha dûrî medeniyetê dê çawa bibe zimanê perwerdehiyê ? »

Em dibînin ku siyasetmedar, akademîsyen û nivîskar û rewşenbîrên tirk, ji siyaseta « tunekirinê » hatine siyaseta « kêmkirin û piçûkkirinê ». Em dikarin jê derxin ku ev siyaset her li ser şopa wê siyaseta kevn e ku ji Kurdan re dibêje “cahil cuhela takimi”, “dag turku”, “şark çibani”, “koylu”, “yabani”, “kiro”, “eşkiya” û “terorist”, da ku heçî tiştên ku bi kurdayetiyê ve girêdayî ne, li ber çavê Kurdan û raya giştî ji wate û nirxên wan bi dûr bixe û bi rengdêrên nebaşiyê ve reş bike. Lê, bi ser neketin, ji ber ku Kurdan heman wate nedida peyvên mîna “kiro, eşkiya û terorîst”, wan tim ji eşqiya û terorîstan hez kir û li efsaneyên wan guhdarî kir.

Aloziya li ser wateya peyvan û cîhê bikaranîna wan a di warê pirsgirêka kurdî de ji xwe li Tirkiyeyê tim hatiye nîqaşkirin. Lê vê carê mijareke kevn bi vê daxuyaniya Arinçî vedibe ku li ser wateya « medeniyetê » bi xwe ye. Di dewreke weha de ku bi tenê şerrên teknolojîk dikarin nîşan bidin bê kî ji kê xurttir e, gellekî balkêş e ku siyasetmedarek hê jî hêviyê ji doktrînên kevn dike, digel ku serok û serokwezîrê heman siyasetmedarî gotibû ku di dewra wan de « siyaseta înkar û asîmîlasyonê êdî bi dawî bûye ». Hin sloganên ku vê dawiyê di nava gotarên serokwezîr û wezîran de xuya dibin gellekî balkêş in û bêtir weke referansên şoreşgerên çep tên naskirin :

« Tiştek dê di tariyê de nemîne ! »

« Rawestan nîne, em dewam dikin ! »

« Meseleya kurdî meseleya min e ! »

« Tiştên pirr xweş dê pêk werin ! »

« Xeyal bû, bû rastî ! »

Ev sloganên ku me weke nimûne hilbijartin, hemû jî sloganên berfireh in, giştî ne û ne zelal in û nîşan didin ku tu bernameyeke zelal li ber hikumetê nîne. Hikumetên berê jî bi heman awayî slogan ava dikirin, weke Tansû Çiller ya ku digot « Em ê yan çareser bikin, yan çareser bikin ! » û diçû û gund didan şewitandin û kuştinên « faîlî maçhûl » li bakurê Kurdistanşe bi cîh dikirin.

Ev referansên cesaretê û sloganên şoreşgeriyê di eslê xwe de ji bo çêkirina xewnan tên bikaranîn. Hikumet bi vî zimanî dixwaze nîşan bide ku ew ê bibe dermanê pirsgirêkan, lê belê em dibînin ku hê jî zimanê kurdî nikare di perwerdehiya giştî de were bikaranîn. Digel ku heman partî sê dewran li desthilatdariyê maye jî guhertineke ciddî ya di vî warî de pêk nehatiye ku ew slogan watedar bin. Di referandûma guherîna hin xalên Destûra bingehîn de jî xaleke weha tunebû ku rasterast bi mafên nasname û ziman û çandên ji bilî yên Tirkan ve têkildar be. Di Destûra nuh ya ku tê amadekirin de jî, weha diyar e ku tu hevoka ku dê nîşan bide ku « Kurd jî li vî welatî hene û mafên wan hene » dê nebe.

Yanî, kurt û kurmancî, bi tenê em dizanin ku behsa demokrasiyeke cuda tê kirin ku em naveroka wê jî nizanin. Lê, em dibînin ku dîsa heman Bulent Arinç e ku zimanê kurdî piçûk û kêm dibîne û tîne wateya ku zimanê kurdî dûrî medeniyetê ye. Yanî di heman demê de referansên du warên cuda bi kar tîne û referansên başî û pêşketinê jî ji wateya wan bi dûr dixe. Ev jî mirov dibe ber bi « sîmulasyona demokrasiyê » ve.

Mirov nikare him behsa demokrasiyê bike û him jî gotar û dîskûreke kolonyalîzmê biparêze. Ev nakokîya heyî, bi me dide fahmkirin ku em li hember sîmulatoran in ku sîmulasyona demokrasiyê û mafên mirovan û wekheviyê dikin û ev jî dewra Îttihat û Terakkiyê tîne bîra mirov. Lewre, ji bîr nekin ku Îttihat û Terakkî jî bi slogana “Azadî, wekhevî û birayetî” ku ji « Liberté, égalité, fraternité » ya fransî anîbûn, derketibû holê û di nava wê de Kurdên avaker jî hebûn, lê bi dû re veguherîbû ser tevgereke nijadperest. Îroj em dibînin ku siyasetmedarên ku li dijî asîmîlasyonê dipeyivin, di ber re jî zimanê kurdî kêm û tunne nîşan didin, digel ku ew bi xwe bi kurdî nizanin.

Di şerrê milletan de, bi awayekî rasterast, di eslê xwe de ziman, çand û hetta şaristaniya wan bi xwe tên hemberî hevdu û daxuyaniyên li ser nebûn an jî qelsiya medeniyeta li cem milletekî û tunekirina wî nîşana dîskûra kolonyalîst û asîmîlasyonê ye. Di şerrê navbera serdest û bindestên kolonîzasyonê de berî her tiştî ziman weke alav û armanc tê bikaranîn, lewre ziman temsîla hemû şaristanî û medeniyetê dike û berhemên wan vedihewîne, û heta ku ziman bi dest nekeve, bidestxistina axê ya bi temamî jî ne mimkun e.

Kolonyalîstê serdest heger bixwaze wê axê bi zîrekî bi dest bixe, êrîşî hertiştê girêdayî wî zimanî dike, da ku wî zimanî bi xwe ji holê rake. Lewre ziman awayekî xweîfadekirinê û derbirînê ye ku ji bo her milletî xweser û taybetî ye û li gora pêdiviyên wî milletî saz bûye. Hingê, birêvebirên Tirkiyeyê bi vî awayî digel daxuyaniyên dijber jî vegeriyane ser doktrînên xwe yên kolonyalîst û ev kolonî jî bi favorîzekirina zimanê tirkî ya bi televizyon û dibistanan ve dikevin nava civata me.

Di koloniyan de bi awayekî sîstematîk zimanê mirov û çanda wî û dîroka wî û bîra wî tê tahrîbkirin, kincên wî, adetên wî û heta stran û govendên wî jî tên piçûkkirin û kêmkirin, da ku ew nema xwe nas bike û bê nasname bimîne. Loma jî, di ber dîskûr û gotara li ser wekhevî û biratî û mafên mirovan, mirov dibîne ku di qada herî bilind ya dewletê de dibêjin ku Kurd cahil in, hov in û dûrî medeniyetê ne. Eynî weke dema Ahmedê Xanî ku di Mem û Zînê de dida zanîn ku xelk henekê xwe bi Kurdan dikin û dibêjin ku ew bê merîfet in, bê esl û binyad in û berhemên wan nînin. Xanî jî li ser qehra wan ew şaheser nivîsandibû û îspat kiribû ku zimanê kurdî jî dikare bibe zimanê wêjeyê.

Ew 317 sal berê bû. Di vê rewşa me ya îroj ya nû de, ku em di dewreke neo-kolonyalîst de dijîn, divê mirov nekeve hewla îspatkirina kamiliya şaristaniya Kurdan, nexêr, lewre di vê dema internetê de, heçî kesê ku isma êqil di serê wî de hebe, dizane ku li cem aborîjenên dûrî bajaran jî şaristaniyek heye. Mirov nikare şaristaniyan di warê asta wan de bide ber hev, lewre qeys û pîvana vî karî tuneye û şaristanî bi metreyan nayên pîvandin. Ew tiştê ku ew jê re dibêjin “medeniyet” tiştekî relatîf e ku Tirkan bi xwe jî di sirûda xwe ya neteweyî de li dijî vê peyvê gotiye “medeniyet dedigin tek dişi kalmiş canavar”, lewre demekê xelkê ji wan re jî digot “hov”. Hingê êrîşa li ser navê medeniyetê bi tenê di destê kesên xirab de weke metod hatiye bikaranîn. Ji ber wê jî divê bi tenê em bizanin ka birêvebirên tirk çi bername danîne ber xwe, da ku em li gora wê tedbîra xwe bistînin. Ew serdest in û em jî bindest, û siyaseta me tim li gora ya wan saz bûye.

Franz Fanon di bindestiyê de wateyeke mirîtiyê jî didît û digot ku “ji bo kesê bindest jiyan ancax dikare ji hilweşîna koloniyan û bi şûn ve dest pê bike”.

Kesê bindest, ji ber ku hertiştê ku ew pê heye tim li ber çavên wî hatine reşkirin û weke alavên paşdemayî hatine nîşandayin, tim xwe kêm dîtiye, li ber xwe ketiye û her ku çûye bêtir miriye. Li hember wî, bi çavnebarî û şîddeteke pirr xurt metodeke dagîrkirin û asîmîlasyonê hatiye bikaranîn. Hingê, ji bo ku xwe di çavên xwe de îspat bike, ji şîddetê pê ve rê li ber wî namîne. Lewre ew çanda ku dixwazin bi navê medeniyetê bînin cîhê wî bi barbariyeke weha ya bi sîmulasyona medeniyetê ve tê ku, wî mecbûrî dayina tercîhekê dike: yan ew ê qebûl bike, yan jî ew ê li dij derkeve. Ev lidijderketin divê ciddî be, divê ji binî be, divê bi tundî be, yanî divê bi qasî şîddeta serdestan bi şîddet be.

Kesê bindest, hingê, di nava şîddetê de û bi şîddetê ji nû ve ava dibe. Em li vira apolojiya şîddeta fizîkî nakin, em behsa “şîddeta pasîv” dikin ku li ser redkirina ziman û çanda serdestan ava bûye. Ji ber ku şîddet heye, ev şîddet jî peyda dibe. Dagîrkerî û kolonyalîzm û asîmîlasyon ji xwe safî şîddet e, şîddeta zimanî, ya çandî, ya siyasî, û bi tenê dikare li hember şîddeteke jê xurttir serî bitewîne. Lewre yekem armanca asîmîlasyonê ew e ku hertiştê mirov hetta bi bîra mirov ve jî tunne bike, da ku mirov di navê de vala bibe, bê çîrok, bê dîrok, bê ziman û bê şexsiyet bimîne û pirsa « gelo ez kî me » ji xwe bike[3], da ku xwe bigihîne nimûneya îdeal ku serdestên wî pêşkêşî wî dikin.

Tunnekirin û tahrîbata bîra beşekî mirovahiyê, di heman demê de tahrîbata mirovahiyê bi xwe ye jî. Bi kîjan zimanî jî be, her ku peyvek tê jibîrkirin, her ku biwêjek, peyveke pêşiyan, an jî çîrokek tê jibîrkirin, tiştek ji bîra mirovahiyê kêm dibe[4]. Fîlozofê fransî Derîda di hevpeyvîneke xwe de behsa serboriya qedexeya zimanan ya li Cezayirê dikir û digot bê çawa hevalên wî yên dibistanê zimanê xwe ji bîr dikir, û paşê jî digot « ji qedexeya zimanan mezintir zulm tuneye ».

Hingê, liberxwedana li hember zilm û barbariya kesên ku dixwazin mirov asîmîle bikin, pirseke rûmeta mirovahiyê ye. Ev liberxwedan, carinan dikare bigihîje wê şîddetê jî ku dagîrker dikare we weke terorîst jî bi nav bike. Şîddeta bindestên ku azadiya xwe dixwazin, li hember şîddeta serdestan, ne tiştek e jî. Bindestan gund neşewitandine, zimanê kesî qedexe nekiriye, xelkê herêmekê qir nekiriye û meytên wan neavêtine qiraxa çeman, miriyên wan di gorên giştî de beyî malbatên wan, li ser hev, weke berateyan binax nekirine, bindestan birayê mirov li ber deriyê mirov ji xafil de nekuştiye, bindestan 13 gulle berra laşê zarokekî 13 salî nedane. Bindestan bi hezaran nûnerên milletekî bi tawana terorîstiyê ve negirtine. Bindestan milletekî 40 milyonî tunne nehesibandiye, zarokên wî milletî asîmîle nekirine. şaredarê Amedê birêz Osman Baydemîr digot “ez zarokên xwe dişînim dibistanê, bi tirkî li min vedigerin, ev zilm e”. Belê, ji xwe zilm ev bi xwe ye.

Tevgera Kurdan ya neteweyî weke reaksiyona li dijî Tevgera Tirkan ya neteweyî ava bûye. Tirkan xwe li dijî Kurdan çiqasî tûj kiribe, Kurdan jî dîskûr û gotara xwe, yanî zimanê xwe li hember wan ewqasî tûj kiriye.

Babanzade Ismail Hakki, sala 1908’an, di rojnameya Kurt Teavun ve Terakki gazetesi de behsa siyaseta Osmaniyan ya li ser Kurdan dikir û digot ku Osmaniyan, « rejîma berê serê nijadên din jê dikir, lê çi gava ku dor dihat Kurdan, zimanê wan jî pê re qut kiriye[5] »,

Ev çavdêrî destnîşan dike bê birevebiriya osmanî çendî ji zimanê kurdî ditirsiya. Lewre, herçend yekîtiya Kurdan û Tirkan ya dema Osmaniyan li ser bingehê biratiya îslamî hatibû sazkirin jî, zimanê kurdî, herçend tu qedexe li ser nebin jî tu caran bi awayekî fermî nehatiye perwerdekirin. Em herweha dizanin ku xebatên Kurdan yên bi zimanê kurdî bûye sedem ku serê sedsala 20’an guman bikeve ser karên wan û ji ber wê jî Kurdan bi rêya nivîs û gotarên xwe ve hewl daye îspata ku ziman dê nebe sedema cudaxwaziyê. Ji ber wê, em dizanin ku di zimên bi xwe de haveynê cudahiyê heye ku ev yek her di dema Osmaniyan de jî bûye pirsgirêk.

Ji ber ku Tirkiyeyê nikarîbû bi Kurdan ve bidaya qebûlkirin ku ew tirk in, birevebirên tirk tim hewl da ku bi teorî û tecrubeyên Ewropiyan ve pirsgirêka kurdî çareser bikin. Bi vê armancê ve, Tirkiyeyê jakobenîzm anî, îdealîzma yek dewlet-yek millet-yek ol anî, her sibe sûnd bi zarokên me dan xwarin ku ew tirk in û dê ala tirkayetiyê bilind bikin, da kun ifşekî nû ava bikirana. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan jî digot ku ew ê nifşekî bawermend ava bikin. Avakirina nifşan karê sîstemên faşîzan e. Li Kurdistanê, ev nifş êdî dê him bawermend be û him jî tirk be.

Tirkiyeyê sirf li derve niherî, li derve li dijminan geriya û ji ber ku bala wê tim li derve bû, politîkayên îthal bi kar anîn. Gava ku lê niherî ku dibistan nabin çareserî, li siyasetine din fikirî û bawer kir ku pirsgirêka kurdî pirsgirêkeke civakî ye û mîna pirsgirêka banliyoyên Parîsê li vê pirsgirêkê niherî, ji ber wê ye ku digot qey heger bêkarî û xizanî xilas bibe, ev pirsgirêk jî dê xilas bibe. Heta dema Turgut Ozal jî ev bawerî li cem rayedarên tirk hebû. Lewre, kesî nedixwast bidîtaya ku pirsgirêk siyasî ye, ne çînî ye, millî û neteweyî ye. Çawa pirtûkên asîmîlasyonê ji derve dianîn, ev têgihistina nû jî ji derve hatibû. Loma bi ser neket. Ji ber ku em ne muhacirên ereb û afrîkî bûn ku li banliyoyên Parîsê civiyane. Em milletek in, milletekî cuda û qirkirina çandî û zimanî berdewam e.

Ji ber ku tirkbûn û zimanê tirkî li ber çavên me gellekî hatine şêrînkirin, li welatê me tirkî jî, bi taybetî jî li bajaran, zimanekî têra xwe serdest e; zimanê perwerdehî û aborî û birêvebirî û leşkeriyê tirkî ye û loma jî gellekî xwezayî ye ku tirkî bikeve nava jiyana rojane jî ku ev ji bo me û qedera milletê me xetereya herî mezin e.

Di vê bicîhbûna tirkî ya di nava milletê me de xemsariya siyasetmedarên me jî roleke pirr mezin lîst, lewre em dibînin ku hê jî siyasetmedarên me bi tirkî xwe baştir îfade dikin û gellek ji wan ên ku di çapemeniyê de zêde derdikevin pêş bi kurdî nikarin axavtinekê li hember gelê xwe bikin. Ji ber wê ye ku Bulent Arinç li nava meclîsê berê xwe da wan û got « nêviyê wê jî bi kurdî nizane ». Di eslê xwe de di nava wan nûnerên me de gellek kes bi kurdî dizanin û baş jî dizanin, mîna birêz Ahmet Turkê ku roja ku ew bi kurdî peyivî televizyona meclîsê rawestiya û mîna Adîl Kurt e ku bi kurdî roman nivîsandine û mîna Milkiye Bîrtaneya ku mamosteya zimanê kurdî ye. Lê belê, di nava nûnerên Kurdan de, kesên kurdînezan jî hene. Bulent Arinç jî, bi zanebûnî behsa parlamenterên kurdînezan dikir. Bi nîşandayina vê kêmasiya nûnerên Kurdan ve, Arinç di eslê xwe de mesajeke din jî dida û digot ku Kurd milletekî ewqas cahil û nezan in û li xwe heyirîne ku nikarin nûnerên kurdîaxêv peyda bikin. Ev jî îspat dike ku siyaset û xwendin û ilm ancax li cem kesên tirkîaxêv û tirkbûyî peyda dibin. Arinçî di eslê xwe de dixwast bibêje ku êdî pêwîst nake ku hûn doza zimanê kurdî bikin ji ber ku hûn bi xwe pê nizanin û henekê xwe bi doza milletekî jî dikir.

Erê, her bi sloganên mina « Guzel şeyler olacak, hayaldi gerçek oldu » (Tiştên xweş dê pêk bên, xeyal bû, êdî rastî ye) ve xewnên nû ji civata me re ava kirine. Di eslê xwe de tu berpirsên hikumetê negotiye bê ka « guzel şeyler » yanî ew « tiştên xweş » ku behsa wan dibe, gelo çi ne. Çi cara ku berdevkên siyaseta nû sozên mezin û tim gilover didin, bi dû re dijberê wan peyvên xwe dikin. Bulent Arinç li meclîsê kiribû qîreqîr û rasterast gotibû « çi mafên Kurdan yên zimanî û çandî hebin, em ê hemûyan bidin wan û di makezagonê de bidin qeydkirin ». Bulent Arinç nedigot bê çi maf in ew « mafên Kurdan yên zimanî û çandî » û sînor diyar nedikirin. Erê, digot « em ê di makezagonê de bidin qeydkirin », lê îroj em bi rêya çapemeniyê ve hîn dibin ku makezagon dê behsa Kurdan neke. Dîsa heman Bulent Arinç bû ku derket televizyonê û bi awayekî gellekî ji xwe razî, mahdê xwe tirş kir û got « kurdî ne zimanê medeniyetê ye, loma jî perwerdehî pê nabe ».

Îroj em li hember dewreke nû, têgihiştineke nû û kesine nû ne. Tirkiyeyê jî axir fahm kir ku bi vî awayî nabe. Loma jî xeyrîresmî qebûl kir ku Kurd hene û qedexeya zimanî ku di xalên 26, 28 û 42’yê yên makezagonê de hebû, rakir. Ev işareta nûbûnekê bû û gellek Kurdên me jî baweriya xwe pê anî, lê belê di eslê xwe de hikumeta nû her heman siyasetê bi rêyê ve dibe. Ji ber wê ye ku digel ku hemûyan digot ku « pirsgirêka kurdî girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê ye », çareseriyeke pêbawer nehatiye pêşniyarkirin. Çawa heta nuha Tirkiyeyê hewl dida ku tirkî û tirkbûn bi me bidana hezkirin, nuha jî bi siyaseta nû hewl dide ku bîra Kurdan kolonî û parçe bike, da ku hêza wan a rêxistibûna civakî û neteweyî qels bike.

Delîla herî xurt ku peywendiya dîroka komarê û ya AKP’yê bi hevdu ve girê dide, li gora me daxuyaniyeke wezîrê kar û barên navxweyî yê wê destpêka komarê Şükrü Kaya ye. Ev camer ji îttihat Terakiyê ve xwedî tecrube bû û nîşan dida ku metodeke sîstematîk divê hebe. Axavtina wî ya ku Malmisanij û Mehmet Bayrak didin, nîşan dide ku di eslê xwe de rayedarên hikumetê baş hay ji hemû hêlên pirsgirêka kurdî heye, lê belê armanca wan hê jî ew e ku Kurdan bikin tirk. Ev daxuyaniya jêrê ku di fermaneke nihênî de hatiye qeydkirin, herweha destnîşan dike ku karbidestan di warê asîmîlasyonê de perwerdehiyeke baş jî dîtiye û xalên milletbûyinê jî aşkere dikin.

“... Divê neyê jibîrkirin ku cil û berg, stran, govend, dawet û urf û adetên civakî hestên neteweyî û nijadî her tim zindî radigirin û civakan bi dîroka wan ve girêdidin. Lewma, wezîfeyeke neteweyî û girîng dikeve ser milê her tirkekî ku adetên bi vî rengî, ziman jî tê de, wekî tiştekî xerab û xeternak bibîne û nemaze xerab nîşan bide û bi tu awayî neyê teşwîqkirin û handan û di her derfetê de naveroka wan a bêkêr û paşketî bê teşhîrkirin û wekî eyb û xirab bê nîşandan, (...) li mala wan û navbera wan de bi wan tirkî bidin xeberdan û bi wan ji dil bidin gotin ku ew tirk in, bi kurtî tirkkirina ziman, adet û daxwazên wan, girêdana wan a bi dirok û qedera tirkan ve wezîfeyeke neteweyî û girîng ya her tirkekî ye.”

Em dibînin ku Bulent Arinçê cîgirê serokwezîrê hikumetê û Cemîl Çîçekê serokê meclîsa tirk ku gazindên xwe dikirin ka bê çima Kurd fêrî tirkî nabin jî eynî dane ser şopa Şükrü Kaya. Zarokên me kevir avêtin wan û gotin « em ji te hez nakin » lê camêran fahm nekir. Em peyveke Cemal Gursel bînin bîra xwe ku sala 1960’î, piştî darbeya leşkerî, di axavtineke li Diyarbekirê de gotibû « Size Kürt diyenin suratina tükürün ». Îroj weha nabêjin, lê dibêjin Kurdbûn û zimanê kurdî ne hêja ye.

Hikumet û AKP dixwaze nîşan bidin ku ew bi têgihiştin û helwêsteke cuda li pirsgirêka kurdî û zimanê kurdî dinerin jî, di eslê xwe de vê hikumeta nû ku ev 10 sal in li ser hikum e û xuyaye ku ew ê hê gellekî bimîne, tiştekî berbiçav nekiriye. Lewre, di yekem guherîna ciddî ku vê hikumeta kir de, beyî ku navê Kurdan an jî navê zimanê wan were gotin, destûra fêrbûyina wî ya di qada taybetî de dihat dayin. Lê belê ji bîr nekin ku bi awayekî pirr ciddî jî perwerdehiya ji bo zarokan hatibû astengkirin. Armanc jê ew bû ku nîşan bidin ku kes naçe wan dibistanan, ji xwe weha jî gotin. Nebinavkirin û durûtî tim bûye bingehê siyaseta tirkî. Tê bîra herkesî ku Ismet Inonu di Lozanê de xwe weke nûnerê Kurdan û Tirkan nîşan dabû. Tê bîra herkesî ku Ismaîl Cemê wezîrê karê derve di hevdîtineke bi Anna Lind re ku wezîra karê derve ya Swêdê bû, bi hin kaset û pirtûkan re, rojnameya Azadiya Welat jî diyarî wê kiribû da ku nîşan bidaya ku kurdî li Tirkiyeyê serbest e. Van rojên dawîn, me dît ku di galaya rêzefîlmê bi navê Mem û Zînê de dîsa heman Bulent Arinçî digot « Mem û Zîn berhemeke girîng ya medeniyeta me ye » û dikir ya xwe.

Digel nebûna zimanê kurdî ya di dibistan û hetta di dadgehan de, serdest bi xwe weha li nasnameya kurdî xwedî derkevin. Hingê, divê em jî helwêsta xwe li gora wê saz bikin, lewre ev siyaset ji ya din xeternaktir e û tê de aqûbeta zimanê me û ya millet ne diyar e.

Di vê yekê de gava yekem ku divê were avêtin, bêguman amadekirina berhemên zimanê kurdî û promosyona wan a nava civakê ye, lê herweha divê temsîla zimanê kurdî ya di nava civatê de jî weke nirxeke bilind were nasandin. Ev binirxkirina zimanî jî ancax bi kurdîzekirina nûner û rayedarên civakê ve mimkun e. Heger siyasetmedar, hunermend, nivîskar, ku di nava civatê de weke kesên populer tên naskirin, di jiyana xwe û pêywendiyên xwe de ku bi xelkê re datînin, zimanê kurdî bi kar bînin, xelkê me jî dê li zimanê xwe vegere. Lê belê gava ku hunermend li ser sahneyê bi kurdî bistirê û bi tirkî anonsa strana xwe bike, mirov nikare xizmeta wî weke bidestketiyeke xurt binirxîne, lewre bandoreke baş li heyranên xwe nake. Kurdî ne bi tenê zimanê stran û govendan e û divê em nehêlin ku di vî warî de were bisînorkirin. Gava ku siyasetmedareke me biçe nava xelkê kurd û bi wan re bi tirkî bipeyive, hingê xelkê me jî dê bibêje qey bilindbûyin û xwende û zanabûyin bi tirkî çêdibe, lewre siyasetmedar û hunermend di nava civata me de tim nimûneyên pîroz bûne û xelkê me xwe şibandiye wan û xwastiye tim li tengala wan be.

Di vî warî de liberxwedana herî mezin ji aliyê komeke piçûk ya nivîskarên zimanê kurdî û dezgehên ziman û çanda kurdî ve hatiye lidarxistin, weke Enstîtuyên Kurdî, weke Kurdî-Der û TZP’ê ku yek bi yek û kom bi kom mirov dikare bandora wan li kolanên vî bajarî jî bibine. Lê belê, divê ev bandor di qada elîstîst de nemîne û bibe tevger û dînamîkeke civakî jî.

Bêguman bidestxistina şaredariyan ya ji hêla partiya Kurdan ku ziman û mafên Kurdan weke siyaset daniye ber xwe, bandora herî xurt kiriye ku zimanê kurdî li ber xwe bide. Amadekirina festîwalan piştgiriya nivîskar û hunermendan kir. Helwêsta şaredariya Sûrê û şaredarê wê birêz Abdullah Demîrbaş ya li ser şaredariya pirrzimanî, daxuyaniyên şaredarê Diyarbekirê birêz Osman Baydemîr ên li ser zimên, heta bi helwêsta birêz Ahmet Turk û birêz Selahattîn Demîrtaş yên ji bo paraztina zimên, helwêstên gellekî girîng in ku divê di nava civatê de werin belavkirin. Di doza ku di çapemeniyê de bi navê doza KCK’ê tê naskirin de, girtiyên kurd bi yekdengî û yekhelwêstî parastina xwe ya bi kurdî kirine înad. Ji xwe mahkeme li wan guhdar nake, lê ew mahkeme êdî dizane ku ew bi “zimanekî nenas” dipeyivin, nenas be jî, êdî zimanekî cuda heye, ku ev helwêsta ku berê şexsî bû êdî bûye giştî û kêfa mirov tîne. Divê ev hêlên êrenî werin xurtkirin û siyasetine weha derkevin pêş ku milletê kurd ji zimanê xwe hez bike û nekeve feqa daxuyaniyên siyasetmedarên tirk.

Îroj li Tirkiyeyê kesê ku bi tirkî nizanibe nakin muxtar jî. Leyla Zana ya ku li meclîsa tirkî bû sembola zimanê kurdî, digot “kesê bi kurdî nizanibe, em ê wan nekin muxtar jî”. Hingê, cîhê zimanê kurdî di nava siyaseta tevgera kurdî de îroj ji her gavê girîngtir bûye û divê em tawîzê ji vê helwêstê nedin.

Lewre, devera ku serdestan lê behsa nebûna medeniyetê kir, bila hûn bizanin ku amadekariya barbarî û talanên mezintir tên kirin.

Me berê jî gotibû û nivîsandibû: şerr êdî ji çiyayan dadikeve nava civatê û xwe li warê zimên datîne. Êdî kontrgerîllayên zimên hene. Heger ew kontrgerîlla bin, vaye qey gerîllayên vî zimanî jî hene. Hemû metodên wan yên siyasî û olî divê bi “tundî” bersiva xwe bibîne. Di vî warî de, helwêsta hin melayên kurd ya li ser limêja kurdî û waazên kurdî divê li herderê belav bibin, lewre siyaseta tunekirinê herweha siyaseta kurdî û kurdayetiyê jî tim weke tevgereke li dijî ola îslamê nîşan daye û gotiye ku tevgerên weha musulmanan dikin du beş û berra hevd didin, digel ku heta îroj nedîtine ku beşekî wan musulmanan ziman û çanda beşê din tim qedexe kiriye û kêm dîtiye.

Şeyhulîslam Qadiyê Fazil, piştî wergirtina Qudsê, di yekem xutbeya îniyê de gotibû: “Elhamdulillahi zellet devletussalibi ve azze bilkurdiyyi dinul Mustafa’l Arabi” yanî, hemd û spas ji xwedê re ku devleta xaçpereset zelîl kir, û bi destê Kurdekî ve dînê Muhemmed Mistefayê ereb ezîz û rizgar kir.

Me dînê îslamê rizgar kir, êdî waye dewr hatiye ku Selahaddînên nû derkevin û kurdî û kurdayetiyê jî ji destê zalimên nû rizgar bikin.



[1] Ev gotar di Konferansa Neteweyî ya Zimanê Kurdî de (Amed, 2-4 nîsan 2012) bi devkî hatiye pêşkêşekirin û piştî bûyerên dawîn hatiye guhertin.

[2] Ev mînaka li ser Martin Van Bruinessen bi dû re li gotarê hatiye zêdekirin. Weha diyar e ku di demeke kurt de Martin Van Bruinessen dê li Tirkiyeyê karekî bi dest bixe. Lewre tu sedemên din nînin ku lêkolînerekî navdar rabe û li Herêma Kurdistanê ku desthilatdariya Kurdan li ser heye daxuyaniyeke bi vî rengî bike.

[3] Franz Fanon, Les damnés de la terre, r. 240.

[4] Claude Haguège, Halte à la mort des langues.

[5] Babanzade Ismail Hakki, « Kürdler ve Kürdistan » (Kurd û Kurdistan) di Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, hjm. 1. (Em referansa çapa wê ya nû didin ku hemû hejmarên rojnameyê di cildekî de hatine civandin, amadekar M. Emîn Bozarslan, 1998, Uppsala : Weşanên Deng.)

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV