23 Cotmeh 2014 Pênşem

Jenosit û 24 Nîsanê - Amadekirin: S. Çelik

Amadekirin: Selahettin Çelik

14 Gulan 2012 Duşem 15:58
Jenosit û 24 Nîsanê - Amadekirin: S. Çelik

Amadekirin: Selahettin Çelik


Jenosit tê wateya; nîjad-kujî ye. Xwediyê gotinê Raphael Lemkin ê mafnaseki cihûyê polonî ye. Gava di 1939 de Artêşa Naziyên Alman avêt ser Polonya, Lemkin welatê xwe terikand û xwe gihande DYA. Lê heya hingê malbat û zixmên wî bûbûn qurbanên Naziyan. Lemkin bi boneya nîjadkujiya ermeniyan, hay û xebata xwe dabû mijara komkujî û tawanên nîjadî. Di serdema Şere 2mîn ye Cihanê de nîjadkujiya cihûyan, mijar kir babeteka awarte. Lemkin, di 1948 de bi navê “Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Nîjadkujiyê” xebata xwe amade kir. Peyta wî, di 1949 de, di Civîna Giştî ya YN de, bi yekbiryarî weke zagona nîjadkujiyê hat pesendkirin, di 1951 de jî kete meriyetê.



Nîjadkujî çi ye?

Bi mebesta bi tevahî an jî bi pişkî jiholêrakirina komeka netewî, qewmî, nîjadî an jî olî: Kuştina endamên komê; Bi gewdeyî an jî bîrayî, bi awayekî girîng zirardayîna endamên komê; Bi mebesta bi tevahî an jî bi pişkî jiholêrakirina hebûna gewdeyî ya komê, bi qestî û bi armanc, guherandina şert û mercên jiyana komê; Bi mebesta pêşîlêgirtina zayînê (jidayîkbûnê), tevdîrstandin; Bi darê zorê veguhastin û entegrekirina zarokên komê di nav komeka din de, tawanên nîjadkujiyê ne.

Sepandina zagona jenositê de durûtî û dupîvanî heye

Bi şev, wawikan û seyên hov, tirb dikulîn û hestiyên miriyan belav dikirin derdorê û tavetan vir û wir… Bi şev zarok bazdidan derve û ji bo hinek fekiyan bibînin, diçûna daristana tenişt goristanê. Û piyên wan, li hestiyan diterpilîn. Wan ev hestî bi dizika dianîn menzelên xwe, dîsa bi dizika hûr dikirin û dikirin şorbe, an jî bi zad re tevlihev dikirin û hestiyên hevalên xwe yên mirî dixwarin…

Bêguman di boçûn û pevajoya cihgirtina peymana nîjadkujiyê de gellek astengî derketin û gellek guhertin çêbûn. Ji ber ku dîroka mirovan tijî jenosit in û peşk li gellekan diketin. Ji wêkê gellek dewletan hê jî peyman nepejirandine. Heman astengî û dijwarî di sepandin û kardariya zagona jenositê de jî heye. Bûyer û kiryarên dewletên mezin, weke yên Îspanya li Amerîka Navî û Başûr li himberî nişteciyên çermsor, ên DYA li himberî çermsoran, ên Îngiltere li Asya Dûr, ên Franse li Cezayîr û hwd, qet nayên rojevê û nabin babeta darizandinê.


Weke mînak yeka berbiçav û herî balkêş: Kirdariya Belçîka ya li Kongo ye. Di serdema Qral Leopold II (1865-1909) de, gelê niştecih, çermreş, bi darê zorê di kargehên kaûçuk, di kanên sifir û yên din de, bê heqdestî, di şert û mercên koletiyê de hatin şixulandin. Heke çermreşan dudilî bikiran, jin û zarokên wan dihatin girtin, jin rastî destdirêjiyê dibûn û destên zarokan dihatin birîn. Gava çermreşan dest bi berxwedanê kirin, leşkerên belçîkî û alman, gorî fermana fermandarên xwe, destê rastê yên serhildêran dibirîn. Bi vî awayî li Kongo nifşekî bêdest mezin bûbû û kêmtirin 10 mîlyon çermreş hatibûn qirkirin. Ev, di dîroka nêzik a mirovahiyê de, komkujî, nîjadkujî û hovîtiya herî mezin bû. Taybetmendiyeka Qral Leopold II hebû, her tim, bi keçên bin deh salî re radiza.

Ev tawanên giran heya îro ji aliyê kongoliyan tên rojevê, lê ji sedemên navborî bêencam in. Ew qesr û koçkên heybetdar li paytextên dagirker û mêtinkaran, hemû bi vê xwîn û keda girseyên gelên bindest û qirkirî hatine avakirin. Ji bilî yên Naziyên Alman, tawanên nîjadkujî û yên din ên dijmiroviyê, bitenê di 20 salen dawî de bûn mijarên dadgehên netewî û navnetewî: Li Kamboçya komkujiyên Kmera Sor, li Raunda nîjadkujiya Tutuyan li himberî Tutsiyan, Li Bosna komkujiyên Sirpan, li Îraqê û komkujiyên Baasiyan li dijî Kurdan û Şiîyan, di vê serdemê de dozên serekê bûn. Li vir min bi xeletî nenivîsand, ji ber ku Baasiyên îraqî, ne jiber tawanên nîjadkujiyê hatin darizandin.

Ji berî her tiştî, xebateka zanistî ya navendî ya lêkolînê pêwîst e. Bi şahid, belge, wêne, fîlm û bi stranên xwe re, her tiştên bûyerên komkujî û nîjadkujiyê dive bên berhevkirin. Di rastiyê de derfetên me Kurdan hene û zêdene jî. Partî, sazî û kesên dewlemend hene. Têra xwe rewşenbîr, mafnas, dîroknas û lêkolîner hene. Vega zanîngeh jî vebûne. Çima beş, dezgeh û fonên terxankirî û xebatên bernamekirî tune ne?

Ya kêm rikdarî, berpirsayî û rêzkarî ye. Em sist in. Di xebatê de em ne xwedî têr hedar in. Bê êş, ked, hedar û domdarî berhem çênabe. Divê em dev jê bernedin. Pêşniyara min: En têkildar, li kurtejiyana Raphael Lemkin binêrin, rênîşandarê mezin ew e.

24ê Nîsan û nîjadkujiya ermeniyan

Bêguman nîjadkujiya ermeniyan bi destên tirkên osmanî, di hovîtiya mirovan de rawestetek û destpêkek e. Di sedsalên paşî de, bi rêjeya xwe, komkujî û nîjadkujiya herî mezin e. Ji ber ku ji 3 mîlyon ermeniyan, nîvê wan, 1,5 mîlyon însan hatibûn qirkirin. Hitler bixwe, ji berî nîjadkujiya cûhiyan, anîbû ziman ku ji mînaka tirkan a li himberî ermeniyan sûd wergirtibû.

Di 24ê Nîsana 1915ê de desthilata Partiya Hevgirtin û Pêşketin (Îttihat û Terakî) ya Osmaniyan, biryara nîjadkujiyê dabû. Çîrok êdî te zanîn: Ji xaka xwe bi zorê koçkirin, nefî, talan, kuştin, birçî hiştin, xela, destdirêjahiya zayendî, ji qurmê ve rûxandina nirxên çandî û netewî û hwd. Tawanên ku hişê mirov negre, tawanên ku divê qet neyên jibîrkirin…

Gotina me kurdan di mijarê de çi ye?

Em bi êş û hestên vî gelê cînar û bextreş fêm dikin û em bi daxwazên wan re ne, ku di dawiyê de dadmendî cihê xwe bigire. Ji ber gellek sedeman mijar rasterast bi me re têkildar e jî. Ne tiştekî veşartiyê ku hin serokeşîr û giregirên kurdan jî, bi destên Osmaniyan di komkujiyan de cih girtibûn. Lê ji aliyê din eşkere ye ku kurdan bi hezaran ermenî ji mirinê spartibûn. Bêguman, divê bûyerên dîrokê hemû, heya kitekitên xwe bên vekolîn. Ev encameka eşkere ye ku Kurdan bi biryar û tevgereka hevpar, di nîjadkujiya ermeniyan de cih negirtine. Şert û mercên vê jî tune bûn. Ji ber ku kurd bixwe, ne xwedî tevgereka navendî û helwesteka hevpar bûn. Di rastîyê de kurd bixwe, dûçar û qurbanê mezin a sîyaseta kom- û nîjadkujiya tirkên osmanî û dûvre yên kemalîst bûn. Bi sed hezaran kurd hatin kuştin, hatin nefîkirin û ji demên komkujiyên ermeniyan heya îro hê jî, zarokên kurdan di nav civak, ziman û şertên tirkan de bi awayekî hov û li gorî pivanên nîjadkujiyê tên pişaftin. Çand û nirxên dîrokî û netewî yên kurd, bi awayekî hov tên talankirin. Komkujî bi hemû lezgîniya xwe berdewam in.

Û ji aliyê din: Qurbanbûn, mafê helwesta nîjadî nade mirov. Li Ermenîstanê kurd dûçarê tevgereka nîjadperest a desthilatdarên ermeniyan in. Kurdên misilman hima hima bi tevahî tên koçberkirin, ên yezîdî jî ji nasnameya kurd tên veqetandin. Ji bo me Kurdan pirseka bingehîn: Çima nîjadkujiya kurd nayê rojevê û çima rayagiştî û dezgehên nawnetewî dêhna xwe nadin bûyerê? Di rojeva dewleta tirk de peymana jenositê tune ye û di ser de jî, di nîjadkujiyên xwe de xwe mafdar û destûrmend dibîne û ji hemû dinyayê re qebû dixwaze.

Ne filehbûn û di hin tawanên desthilatên tirk de bikaranîna hinek serdestên kurdan, dibe ku di nenasîya nîjadkujiya kurdan de sedemên sereke bin. Lê sedemê bingehîn em bixwe, helwesta me bixwe ye. Bi hemû kêmasî, qelsî û nakokiyên wê, divê baweriya me bi wijdana însanan û dadmendiya navnetewî hebe. Nifşa rêzdarê dîrok, eş, keser, mirî û şehidên xwe, bi ser dikeve. Yên haya wan ji bûyerên duh tineyî, yên bi bîrdozî û hişmendî nirxandina bûyerên borî nekirî, nikarin pêşeroja xwe destnîşan bikin.

Ji berî her tiştî, xebateka zanistî ya navendî ya lêkolînê pêwîst e. Bi şahid, belge, wêne, fîlm û bi stranên xwe re, her tiştên bûyerên komkujî û nîjadkujiyê dive bên berhevkirin. Di rastiyê de derfetên me Kurdan hene û zêdene jî. Partî, sazî û kesên dewlemend hene. Têra xwe rewşenbîr, mafnas, dîroknas û lêkolîner hene. Vega zanîngeh jî vebûne. Çima beş, dezgeh û fonên terxankirî û xebatên bernamekirî tune ne? Ya kêm rikdarî, berpirsayî û rêzkarî ye. Em sist in. Di xebatê de em ne xwedî têr hedar in. Bê êş, ked, hedar û domdarî berhem çênabe. Divê em dev jê bernedin. Pêşniyara min: En têkildar, li kurtejiyana Raphael Lemkin binêrin, rênîşandarê mezin ew e.



Mînakên nîjadkujiyan

Sevîxaneya Antoura li ser girekî raserî Beyrudê/Lubnan

Avaker: Cemal Paşa, alikir: Halide Edip Adivar

Sal: 1916

Çîroka 1200 zaroken ku temena wan di navbera 3 û 15 salî de bû, bû. Zêdeyiya wan ermenî bûn, lê di nav wan de kurd û erebên ji Sûrîyê jî hebûn. “Her dews û bîranîn a zarokên esilermenî an jî esilkurd ji holê dihat rakirin. Navên tirkî didan wan û zarokan bi darê zorê rezikên îslamî hatibûn dianîn cih… Yek gotin be jî ermenkî û kurdî xedexe bû. Mamosta, rêvebir û karmend, bi baldarî hatibûn perwerdekirin, daku armanc û kevneşopiyên tirk bandorê li ser jiyana zarokan bikin û bi pirs û bersivan ew hinî mezinahî û navdariya nijada tirk dikirin…

Her evar, bi rojavabûnê, raserî 1000 seviyan amade dibûn, gava ala tirk radiket, bi qîrîn “Bijî Cemal Paşa” digotan. Ev beşa yekemîn ê reûresm û ayînê bû. Piştre, wextê cezakirina yên xeletîkiriyan dihat. Bi darekî li binê piyan didan. Lêdana herî zêde ji bo bi ermenkî axaftinê bû…

Bi şev, wawikan û seyên hov, tirb dikulîn û hestiyên miriyan belav dikirin derdorê û tavetan vir û wir… Bi şev zarok bazdidan derve û ji bo hinek fekiyan bibînin, diçûna daristana tenişt goristanê. Û piyên wan, li hestiyan diterpilîn. Wan ev hestî bi dizika dianîn menzelên xwe, dîsa bi dizika hûr dikirin û dikirin şorbe, an jî bi zad re tevlihev dikirin û hestiyên hevalên xwe yên mirî dixwarin…

Ji zarokan tenê 669 di dawiye de sax mabûn: 456 ermenî, 184 kurd û 29 ji Suriyeyê bûn.”


Çavkanî: Robert Fisk, The Independent, 9 Adar 2010


Tirkiya, li ser rêya navbera Enqere û Samsun, 1922

“Tam li serê girê gedûkê em leqayî karwaneka din dibin. Dinêrim, di erebeya servekirî de jinên cilreş rûdinin an jî dirêjkirîne. Cilên jinan jî, yên zarokan jî gellek xerab in, hemû ji serma diricifin. Ez li erebeyên li paş jî dinêrim. Em, bêgotin û mirûzkirî, demekê bêdeng man. Paşê ber bi Samsunê ve me rêya xwe dom kir. Gir tijî zerevan û dewriye bûn. Ev rê, wê ti carî ji hişê min dernekeve. Seranserê rêka 30 verstî (32 km) em rastî terman hatin. Min tenê 58 lib hijmartin. Li ser terman dewsên zilm û zordestiyê hebûn. Li derekê em pergî termê keçeka bedew hatin. Serê wê birîbûn û danîbûn ber destê wê. Li dereka din termekî keçikeka din a bedew; 7-8 salî, kezîzer, pîtazî, li ser wê kutikekî kevn hebû. Wisa dixuya ku keçik giriyabû, rûyê xwe xistibû nav axê û wisa mabû, bi singoya leşkerekî bi erdê ve baş zeliqîbû...”

Çavkanî: Mihail Vasilyeviç Frunze, Bîranînên Tirkiya

Izmir, 1922

“Leşkerên Nurettin Paşa çi werin pêşiya wan, xanî, kargeh û dikan, hemû talan dikirin, dişewitandin û dirûxandin; tadeyî li mirovên hê nemirî dikirin, keşe li dêran çarmix dikirin, jinên xort û civanên ku ji ledanê nîvmirî bûn, dirêjî ser mihraban dikirin û destdirêjiya kiret li wan dikirin… Li seranserê bajêr, kêra tirk bênavber lê dida û lê dida… Agir seranserê şevê berdewam kiribû. Diwar dihilweşiyan, camekan diqerçikiyan û berbelav dibûn, agir her tişt dadiqurçand, hemû tişt di nav xwe de diheland… Avahî, karxane, kargeh, dibîstan, perestgeh, kevnargeh, nexweşxane, pirtûkxane, şanogeh, hêmû berhemên mirovan ên keda sedsalan, erê hemû, şewitîbûn, hilweşiyabûn û têne loda xweliyê li paş mabû. Dûyekî ripîreş û lodeka xweliyê bi bêna şewatê!”

Çavkanî: Dido Sotiriyu, Silavên Bêjin Anadoluyê

Kurdistana Bakur, 1924-1925

“Bûyerên hin fermandarên bêwijdan, ne serdema Holako ne jî ya Neron de nehatine dîtin. Bûyêrên wisa bûbûn ku ti kesê xwedî wijdan nikare jê bawer bike û ev kirdariyen mêrkujî û zilmê, li herêma rapiriyê lê piştî raperiyê, ji aliyê mufrezeyên fermandar Ali Haydar û Ali Barut dihatin sepandin. Weke mînak: Li gundên Lîceyê, li Serdî, Comelan, Enher û Derkanê, 150 kes ku di nav wan de yên pîr jî hebûn, bi werîs bi awayekî zexm hatin girêdan û bi çekên otomatîk hatin kuştin. Dibe ku ev bikaribe zilm û rewşa gelemperî ya herêma raperiyê nîşan bide. Ji gundê Şilmo yê eşîra Bekîran, ji pîr, jin û zarokan, ji kesên bêtaqet refeka 70 kesî, di kadenekê de bi awayekî girtî, bi kayê re hatin şewitandin û kuştin. Serê eşîra Sîvan, Axa Qasim Kose, li bakurê Xanê birîndar ketibû destê fermandar Ali Haydar. Ali Haydar, çembereka di agir de sorkirî, li stûyê wî dida û ev dax dikir. Bêşerm digot, ‘Qasim Axa ev çi rewş e’ û henekê xwe pê dikir. Qasim Axa li hemberî vê helwesta hovane misqalek be jî ax nedigot û lehengane li ber xwe dida û wiha digot, ‘ev tişt tê serê her egîdî. Çi zilm ji destê te bê bike.’ Bi fermana Ali Haydar, leşkeran bi keviran Qasim Axa kuştin. Di 1924ê de fermandarê henga şopandinê Tahir Beg, bi sûcdariya xwarindayina Nuh Begê Hoyitî ê di serhildêriye de bû, dest û milên muxtarê gundê Torik a Motîkanê, yê Çaçan û kurên wî giredan û neqreka mezin de av keland û ew yeko yeko xist nav vê avê û ew peritandin. Gava ez van gotinan dibejim jî mûyên laşê min radibin.” Çavkanî: Qedrî Cemil Paşa (Zinar Silopi), Doza Kurdistan.

http://medname.blogspot.de

 

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV