02 Îlon 2014 Sêşem

Ji bo 90 saliya bûyîna stranbêjê bi navûdeng Egîtê Têcir

Tiştekî belî û îzbatîye, wekî beyt-serhatîyên gelê Kurd ji sedsalên navîn û ji demên hê kevnar tên. Ew di nava zargotina gelêrî de cîhkî bi taybeyt û berbiçav digrin.

05 Gulan 2012 Şemî 14:02
Ji bo 90 saliya bûyîna stranbêjê bi navûdeng Egîtê Têcir
Foto galeriye git

Amadekirin: Prîskê Mihoyî

  Dengbêjê beyt-serhatiyan

Tiştekî belî û îzbatîye, wekî beyt-serhatîyên gelê Kurd ji sedsalên navîn û ji demên hê kevnar tên. Ew di nava zargotina gelêrî de cîhkî bi taybeyt û berbiçav digrin.

            Zanyara naskirî, doktora hûnerzanîyê Nûra Cewarî di gotareke xwe ya li ser stranbêjê bi nav û deng Egîtê Têcir de dinvîse: «Beyt-serhatî him bi ramanên xweye kûr û felsefeya tam ve, him jî bi kubir û awazên xwe ve ji nimûn-janrên zargotina meye mayîn cuda dibin. Wê yekêra tevayî ew stranan bi teqil û giranîya  xweva notla kilamên mêranîyê-mêrxasîyêne, bi tragîzm û zelûlîya xwe nêzîkî dîrok û beyta dibin. Lewra jî her dengbêjek nîne, ku dikare wan beyt-serhatîyan bistrê. Û strana her dengbêjekî jî nine, ku guhdarvan dikarin qebûl bikin».

Belê, her tenê dengbêjê hosta, xûdanê merîfeta sazbendîyêye mezin dikare efrandinên usa bistrê. Hema dengbêjekî hostayî usane Egîtê Têcir, yê ku  bi stranên xweva ji nîveka salên 1950-î virda bi Radyoya Yêrêvanê mera belîye.      

 Nûra Cewarî dide kivşê, ku ji bo strana beyt-serhatîyan dengê teqil û zîz hewceye, dengekî usa, ku pircûretîya  awazên kubra wan efrandinan bikaribe  bîne holê û ber çavan. Egîtê Têcir bêşik xudanê dengekî usane. Teybetê şureteke sazbendîyêye usa daye wî, merîfeta wî ya stranê usa mezine, ku cûrê gotina wî ya stranan bûye çapnîşa hostatîyê.

Egîtê Têcir kî ye û bi eslê xwe ve ji ku ye? Ew ji malbeteke bi nav û denge di nav Kurdên Êzdî yên Ermenîstanê de. Wê malbetê re dibêjin malbeta Mihê Pîrê. Ev malbeta ji qebîla Stûrkane. Lê  Stûrtkan bi xwe jî dikevine nava êla Sîpkan.

Êla Sîpkan, wek em dizanin, êleke Kurdistanê ya mezin, kevnar û gelek belîye. Çavkanîyên dîrokî didine kivşê, ku hela di sedsalan 18-an de eva êla li Serhedê, di nava Xanedana Êrîvanê de belî bûye, ya ku bin bandûra dewleta Îranê de bûye.

Nivîskarê eyan Eskerê Boyîk dinvîse, wekî êla Sîpkan ya xweynav û bi hêz roleke giring lîstîye di jîyana  herêma Serhedê ya leşkerî û civakî de. Îro ev qebîlên hanê dikevine nava êla Sîpkan ya beşê Kurdên Êzdî: Ûtîyan, Mixaîlan, Şemsikan, Stûrkan,Klêran, Çîlan û Îsedizan.

Qebîla Stûrkan di sedsalên navîn de wek eşîreke serbixwe belî bûye û hatîye naskirin. Paşê Stûrkan kêm dibin û wek beşekî êla Sîpkan hetanî niveka sedsala 18-an li çîyayê Şengalê mane. Dûra ew tevî êla Sîpkan ji ber zulm û zora Ereban û Tirkan direvin. Ji bo hemû bi hevra neyêne qirê, Stûrkan dibine sê perçan: perçek ji cîh naleqe, xwe dide çîyayên Şengalê yên hasê ji bo xwe biparêze, perçê duda berbi sînorê Îranê ve diçe, perçê ku em li ser deng dikin, tê deşta Eleşgirê di navçeya Eyntabê de dihêwire.

            Nivîskarê Kurd Ahmed Aras di pirtûka xwe ya  li ser Evdalê  Zeynikê de behs dike, ku Întap wî çaxî Êzdîxane bûye. Pêşîyê wan Sîpkîyên Êzdî bune. Gundên Întapê Dêrik, Xanik, Esmer, Mella Şemdîn, Tetika, Bedborya û çend gundên din yên Kurdên Êzdî bûne.

            Dîrokzan Dmîtrî Pîrbarî di pirtûka xwe ya bi navê «Êzdîyên Serhedê» de dinvîse, wekî bi gotina Pîr Xidirê Silêmanê ji Duhokê, di nava mirîdxana Pîrê Hetîpsî de navê Stûrkan jî tê dayîn, ku di «Meşûra Pîrê Hetîpsî» (sala 1270-î) de hatîye qedkirinê. Şêxê Stûrkan şêxê Şexûbekira bûne, pîrê wan jî pîrê Bad.

            Hetanî destpêka sedsalan 19-an di navbera Sîpkîyên Musulman û Êzdî de dutîretî tune bûye, ew bi aramî û aşîtî wek bira bi hev re dane û stendine. Lê ji ber sîyaseta dewleta Osmanîyê ya durûtîyê û berîhevdanê, hinek malbetên ji qebîla Stûrkan di destpêka sedsala 19-an de ji Eyntabê   koçber dibin berbi Serhedê, piştî şerê Rûsa-Farizan yê salên 1826-1828-an û girêdana peymana aşîtî ya Tûrkmênçayê li çîyayên Sînekê û Tendûrekê re derbazî qeza Ermenîstanê dibin û li başur-rojavayê çîyayê Elegezê, li wargê bi navê Baysizê dihêwirin û xwera gûnd ava dikin.

Karmendê Xiznedarîya qeza Ermenîstanê yê Rûs Îvan Şopên di pirtûka xweye giranbaha de ya li ser qeza Ermenîstanê (dema ev qeza dikeve di bin desthilatdarîya Îpêratorîya Rûsyayê) dide kivşê, wekî di sala 1831-ê li gundê Baysizê 4 mal (12 nefer) hebûne.

Bêgûnan, em dikarin bêjin, ku eva gunda gundekî Êzîdîya yê  herî kevnare li herêma Ermenistanê. Kurdzana xweyşûret Tatyana Arîstova jî li ser vê fikrê ye. Cara yekemîn malbeta Şemê Tako li vî gûndî qesidîne, paşê şêxên Êzdîyan yên Şûxûbekiran ji Wanê koçberî li vir dibin, dû re malbetên Mûsayê Dirbo û Mihê Pîrê (kalkê bavê Egîtê Têcir) li xwe vî gundê berpala çîyayê Elegezê digrin, di salên  pey re malbetên din wek malbeta Şemê Emo, Ûsifê Feto û yên mayîn têne vira. Sala 1879-a li Baysizê îdî jimara binecîyan dighîşte 259-an.

            Şeref Xan Bîdlîsî di Şeref Namê de behsa Astûrkan (yanê Stûrkan) dike, yên ku di  sedsalan 15-an de li welatê Rojkan mane û hukumeta Bidlîsê ava kirine.             Nivîskar Şakir Epuzdemîr di destana xwe ya «Mihemed Axayê Kelhokî» de dinvîse: «Ji çavkanîyên Şerefnamêyên wisan tê zanîn, ku eger ne Mihemed Axayê Kelhokî bûya, belkî bajarê Bedlîsê û hikûmeta Roşkan di salên 1490-î de ji bin hikmê Aqqoyînîyan rizgar nebûya. Herweha di sala   1495-an de hikûmeta xwe ya pîroz di binê fermanrewayîtîya Şah Mûhemmed de ava nekira û di sala 1505-an de yekî wekî Şeref Xanê mezin nehata ser textê vê dewletê…».

            Şakir Epuzdemîr dibêje, ku eşîra Roşkan, ku 24 qebîlane, li Tapê dicivin, qet û rêza xwe dikin yek, bi bîr û barî û îrada xwe du hukumetan ava dikin. Îro jî navên wan weke tê gotin, evin: Motkî, Baykî, Zeydanî, Girdikî, Zoqeydî, Kaşaxî, Gelîkêsanî, Garisî, Stûrkî, Pertavî, Bûbanî, Korî, Zîyaretî û Eyntaxî zînde ne û li ser axa xwe dijîn.

            Em dûr û dirêj li ser rola êl  û eşîrên Kurdistanê di dîrokê de nasekinin. Her tenê em bîr bînin, ku mîrê dîroka cîhanê Hêrodot gava besa qebîlên Îpêratorîya Mîdyayê dike, şeş qebîlên qedîmî re tevayî navê Strûhata jî dide. Gelek dîrokzan li ser wê fikrêne, ku Astûrkan yanê Stûrkan ji navê Strûhata (Stroukhates) tê. Ew jî dide kivşê mirovên, ku strû qet kirine, strû şkênastine (femdarîye, strûyên dijminan). Lewra jî li Mêsopatamyayê bawermendîya berbi canega zor bûye. Gelek qebîlên îranîya jî kumişkên bi strûyê canega di şera da dane li serê xwe, ku saw, xof û tirsê bikne dilê dijmin, awa gotî wana ji mêrantîyê bêxin. Hewaskare em ewê jî bêjin, ku di latînî de gotina Sterilis (bêzûret) ji gotina kurdî-arîyî ya  Sthoukates tê û dîsa dide kivşê «ji mêrantîyê bêxin». Û badilhewa nîne, ku heta naha jî li bal Kurda gotina «Struyê wî bişkênin» bêhûrmetî tê hesabê.

            Îro Stûrkan li der-dorên çemê Diclê jî hene. Wê gelekî balkêş bûya, ger ku berpisyarên Stûrkan, ku li bakûr, başûr û rojavayê Kurdistanê jîyana xwe dom dikin,  ji me agahdar bûna, li ser xwe mera binvîsyana. Ji ber ku îro li ser Stûrkên Sovîyêta berê em gelek melûmetîyan dizanin, lê ne ku yên li ser axa kal û bavan mane.

            Me li jor anî ziman, ku Egîtê Têcir ji malbeta Mihê Pîrêye, ji qebîla Stûrkan, ji êla Sîpkan.    Miho kalkê bavê Egîte. Miho hela hê biçûk bûye, gava bavê wî Heso diçe  ber  rehma Xwedê. Dayîka Miho li ser wî kurî dimîne, mêr nake û pîr dibe. Lema jî gotine Mihê Pîrê. Kalkê Egît navê wî Keleşê Miho bûye, ew hela di cahilîya xwe de diçe li ser dilovanya xwe. Giranîya mala mezin dikeve li ser milê birê Keleşî biçûk Qeymez û ew xweytîyê hemûya dike. Lema jî eva malbeta bêtir tê naskirin wek malbeta Qeymezê Mihê Pîrê.

Bi gotina Qeymezê Miho, di Şerê Lorîs Mêlîkov de (yê Rûsa-Tirkayî li salên 1876-77-an) ew 20-25 salî bûye, ew li gundê Baysizê ji dayîka we bûye. Qemezê Miho navê gênêralê Rûsa yê bi eslê xwe ve Kurd Gulî Cewar Axa (Şemşedînov) baş dizanibû. Lê kurê Gulî Cewar Axa – Elî Eşref Beg, ku temenê wane weke hev bû (eva terîxa jî li hev digre­ – Elî Eşref Beg di sala 1851-ê hatîye dinê), ewî bi çavên xwe di sala 1914-an de dîtibû û bi wî re dabû-standibû. Elî Eşref Beg Şemşedînov wî çaxî bi rutbê gênêralê Rûsa bûye. Qeymezê Miho digot, ku berî şerê cihanê yê yekemîn, tesîra Elî Eşref Beg li Serhedê zor bû, li çayên Sînekê û Tendûrekê girtî hetanî deşta Îdirê, her waha berpala başûr-rojavayê çîyayê Elegezê jî di bin bandûra wî de bû. Elî Eşref Beg  gênêralê Rûsa bû, terbîyet-torê wî bi gorî qanûnên dewleta Nîkolayê Padşê Rûs bûn. Lewra jî ewî bi xêrxwezî li Êzdyên vê hermê dinhêrî. Di sala 1917-an, pişîtî şorişa cotmehê (oktobr), gava eskerê padşê Rûsan ji herêmê derdikevin, gênêral Elî Eşref Beg derbazî alîyê Romê dibe. Heta naha jî navê Gulî Cewar Axa û kurê wî Elî Eşref Beg li gundê Baysizê bi qedir û hurmet bîr tînin. Carana mezinan digotin Eleşref Beg.

Qemezê Miho 122 salan zêdetir emir kir. Ew di sala 1972-an de li gûndê kal-bavên xwe Baysizê çû rehma Xwedê. Li ser dirêj emirkirina Qeymezê Miho çapemenya Ermenîya, usan jî rojnama «Rya teze» gelek nivîsîne. Lê di pirtûka Taharê Emer ya bi navê «Cangîr Axa» de beşek li ser wî hatîye nivîsarê wek mirovekî zor, zane û dinêdîtî, ku bûye şedê gelek bûyerên dîrokî. Di pirtûka Dmîtrî Pîrbarî de ya bi navê «Êzdîyên Serhedê» behsa Qeymezê Miho tê kirin wek mirovekî di nav Stûrkan de xweyqedir û bi nav û rûmet.  

***

Çend rûpêl ji jîyannîgarîya dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir. Ew di 26-ê sibatê sala 1922-an li gundê Baysizê li navçeya Talînê li Ermenistanê di mala Têcirê Keleşê Miho de hatîye li dinê. Gundê Baysizê wek me anî li ser zar, li berpala çîyayê Elrgezê ye, dikeve başûr-rojavayê wî çîyayî. Navçeya Talînê bi xwe jî îro bi sinorê qeza Qersêva girêdayîye. Gundê Baysizê weke 40-50 kîlomêtran dûrî sinorê qeza Qersê ye.            


Di gundê Baysizê de dêreke xaçparêzan ya sedsala 12-an heye. Qube-kumbeza wê dêrê nehatîye girtinê, tam nehatîye çêkirinê û vekirî maye. Gotina Baysiz ji xebera başsiz ya tirkî tê, ku dide kivşê bê serî yanê servekirî. A navê gund ji wira tê. Başsiz paşê bûye Baysiz. Hinek çavkanîyên dîrokî didine kivşê, ku dêra Baysizê ya Romanîya ye. Dî vî gundî de ne Ermenî mane, ne jî Tirkên azerî. Wek me got, yekcar Kurdên Êzdî di şerê Rusa-Farizan yê salên 1826-28-an de hatine vira û gûnd ava kirine. Mala kalkê Egît ya Qemezê Miho hema li rex vê dêrêye. Êzdîyan destê xwe ne didane dêrê, digotin, ocaxa Xwedêye. Di nava van 25 salên dawîyî de dewleta Ermenîstanê ev dêra nuh kirye, li şûna kevir-kemberên wêye ketî, yên nuh danîne, quba wê jî girtine.

            Dêmek, zarotîya Egîtê Têcir, xortanî û genctîya wî hema di gundê Baysizê de derbaz bûne. Hevalê wî yê zerotîyê û xortanîyê gelek hebûne, lê navbera wî û ya Fethayê kurmamê wî, Wezîrê Oskan, Elîxanê Huseyn, Rostemê Ahmed, Mecîtê Reşît daha xweş bû. Egît hela di biçuktîya xwe de zirek û zên bû. Ew herdem di oda mala kalkê xwe ya Qemezê Miho de li bal mêvana rûdinişt wek delalîyê malê. Em bêjin, ku di Baysizê de dîsa ode hebûne, mesele oda Huseynê Musa, ya Qerê Simo, lê gundî bêtir li oda Qemezê Miho dicivîyan, şevên payîzan û zivistanaye dirêj çîrok, serpêhatî, beyt û stran digotin. Egit bes bû, ku carekê guh bida zarbêja, çîrok bûya yanê stran, pêra-pêra ji wan hildida. Egît di 10-12 salîya xwe de destbi dengbêjîyê kirye. Bawer bikî hemû stranên xwe ewî ji bavê xwe Têcirê Keleş hildaye.Têcir gelek stran dizanibû, bese em bêjin, ku ewî weke çend seheta «Mem û Zîn» ezberî digot û şiro dikir. Ev şaxê vê destanê di pirtûka Zargotina Kurdî de çap bûye. Egît jî wek bavê xwe Têcir her tenê kilam û stranên Serhedê yên wek destana, beyt-serhatîyan, kilamên mêrxasîyê, bengîtîyê û govendê digotin. Ev kilamanan bêtir paqij mane, ji ber ku di Baysizê de berê-paşêda qedrê erf-edet, rabûn-rûniştandin û zargotina gel bilind girtine…

            Di destpêka salên 1930-î de li gundê Baysizê dibistan vedibe. Egît jî bi hevalên xwe re diçe mekteba sifte yanê ya şeşsale. Dersdarekî gûndî yekemîn Elixanê Şahê (Şagînov) bûye. Ewî hela berî qeydên Sovîyêtê, gava  sala     1903-an li gundê Zorê li navçeya Surmelîyê ya qeza Qersê dibistan vebûbû, dersên zimanê Rûsî daye. Hema di dersxana yekê de Egit hate kivşê çawa zarokeke zên û aqil.

            Piştî dibistana şeşsale Egît diçe gûndê cinar yê bi navê Yêşîl, ku gundê Ermenîya bû, di dibistana navîn de dixwîne. Ew gund li binetara Baysizê ye, weke  kilomêtrekê dûre, gelîk di navbera wan de heye.  Li gundê Yêşîlê  hetanî sala 1919-an Tirkên azerî diman, paşê ew direvin û Ermenîyên mahacir ji Sasûnê tên û dikevine vî gundî. Navê gûnd jî tirkîye, ku dide kivşê, wargê hêşîn, yanê cîhîyê şînayî lê pir. Sala 1945-an rêforma navên cî-warên Ermenêstanê ya sisya dibe, navê vî gundî jî dughêrin û datînin Kakavadzor yane Gelîyê gogerçînan.

Sala 1941-ê, gava Almanên faşîst davêjne li ser Sovîyêtê, dengê şêr tê û dighîje berpala çîyayê Elegazê, gundê Baysizê jî. Ji vî gundî 17 mêr çune ber şêr. Ji wana 13 kes venegeryan. Hema 3 mêr ji mala Qeymezê Miho şehid ketin. Sala 1942-an fermana Stalîn derket, ku miletên kêmjimar îdî nebine ber pêşenîya şêr yanê pêşcepê. Ew dibirine eskeryê, lê wana di piştê de (paşcepê) qulix dikirin. Lema jî Egîtê Têcir û çend lawikên gundê Baysizê dibine Yêrêvanê û ew heta dawîya şêr wek esker di karxana kaûçûkê de dixebitin. Di karxanê de gelek xort ji navçeyên Talînê, Elegezê û navdeştê jî kar dikirin. Raste, şer-dew bû û çetinayî pir bûn, lê dîsa carana ew piştî kar li qawîşa xwe dicivyan û destbi serhatîya û stranan dikirin. Egît gula li ber bîna teva bû. Wextê ewî distra, teyê bigota kul û derdên hemûya teze dibûn, mal-hal, bira-pismamên li pêşenîyê û yên şehîdketî diketine bîra wan. Lê tu yekî nedigot bese, ji ber ku stranan dilê wan baristan dikirin. Li karxanê Ermenîya û gelên mayîn jî qedrê Egît digirtin, xwezma serekvanîya karxanê ew gelekî hiz dikir ji bo berbihêrî, borcnasî û helalîya wî. Carekê jî katibê partîyayê gazî Egît dike û dibêjê, ku biryar heye wî di  para nasnaman (paşportan) de kiviş bikin wek katib. Egît qaîl dibe û heta kutasya şêr di wî beşî de kar dike. Di karxanê de bi sedan kes dixebitîn. Egît bûbû hizkirîyê teva. Ewî gelekî alî xebatkaran dikir, ku kaxaz-nasnamên xwe rastkin, şûna kaxezên undabûyî yanê jî yên pizinî yên nuh bistînin.

Di sala 1945-an katibê wê karxana kaûçûkê yê partîyayê, ku dostê Egît bû,  dibine komîtêya navendî ya bajarê Yêrêvanê ser karê nuh. Gava şer xilas dibe, ew camêr dîsa gazî  Egîtê Têcir dike, ku di beşê nasnameyan ya bajêr de kar bike. Ew Egît verê dike malê, ku destûrê ji dê-bavê we bixweze (Yêrêvan weke 50 kîlomêtrî dûrî Baysizê ye). Lê Qerqaşa dîya wî qayîl nabe, nahêle ku ew ji gund derekeve û here Yêrêvanê bijî û  bixebite. Ji ber ku Egit berî şêr îdî zewcî bû û kulfeta wî jî di malê de bû...

Di sala 1947-an de mala bavê Egît–Têcirê Keleş ji gundê Baysizê bar dike û diçe gundê cinar Cînçanlûyê. Lê di Baysizê de mala birê Têcir yê biçûk Mecît dîsa li rex mala  apê xwe Qeymezê Miho dimîne.

înçanlû jî gundekî Kurdên Êzdî yê kevnare. Ew 2 kîlomrtran li fêza Baysizê dikeve. Di navbera herdu gunda de gelîkî mezin heye. Binelcîyên herdû gundan ji berê-paşê ve gelekî hevra baş bûne, di xêr û xweşyê, di talî-tengasîyê de li rex hev bûne. Û di şer û bezan de jî herdem pişgirîya hev kirine. Baysizîyan ji êla Sîpkan bûn, lê binelîyên Sînçanlûyê ji êla Hesinîyan bûn, ew ji Ebaxê piştî şerê Rûsa-Tikan yê sala 1856-an hatibûne vira. Sînçanlû war bûye. Navê vî gundî jî tirkîye. Carana Sînçanlûyê re dibêjin Sînçan. Balkêşe, ku îro gundekî bi vî navî li navçeya Îdirê jî heye.

Nîveka salên 1930-î navê gundê Sinçanlûyê diguhêrin û datînin Avtune. Li ser guhrandina navê gund serpêhatîk heye. Wek profêsor Celîlê Celîl jî bîr tîne, dîrokeke pêkenîyê bi wî navî va girêdayî ye. Di sala 1935-an li Ermenîstanê rêforma navên cî-waran ya duda dibe (ya yekemîn di sala 1926-an bûbû). Biryar hebû navê gundên Kurdan bikin Kurdî. Li deştê, di navçeya Talînê de gundekî Kurdên Êzidî hebû, kû ku jêra digotin Kelekut. Gundekî bê av, dêm û qir bû, wek qijlê bû. Xelkê wê derê zû diçûne zozanan, payîzê jî dereng dadigeryane gundê xwe. Li gorî biryara guhastina navên gundan gerekê navê Kelekuta bibûya Avtune (ji ber ku av di gund de kêm bû, kanî tunebûn), lê navê Sînçanê gerekê bibûya Zivistan, ji ber ku zivistan li wî gundî dirêj bû. Karmendên dewletê yên navçeyê navê van herdu gundan tev li hev dikin û navê Sînçanê datînin Avtune, lê navê Kelekuta jî Zivistan…

Dêmek, navbera herdu gundên vê heremê – Baysizê û Sînçanê gelek xweş bûye û heya naha jî xweşe. Tê bêjî ew ne gundên cînar bûn, lê mehelên gundekî bûn, mehela jêrîn û mehela jorîn. Hertim herdu gund li ser şîn û şayên hev bûne. Wekî derew tê tunebe, binelîyên herdû gundan mêvanên hev jî birine malên xwe û anîne. A sebebek jî ev bû, ku Qeymezê Miho hêsa îznê dide Têcirê birazîyê xwe, ku bi malê ve herne Sînçanê. Lê mana sereke ew bû, ku Têcir li Sînçanê zewicî bû, xuşka wî jî li vir mêr kiribû, Egît bi xwe jî li vî gundî zewicî bû, ew zevê xalê xwe Heso bû.

Salên paşî şêr salne gelekî giran bûn. Di Sînçanê de mala bavê Egît wek hemûyan kar û barên malbetê ve mijûl bûn. Zûtirekê dibistana gund dîsa vedibe, klûba gund jî (yanê Oda gund) dest bi kar dike. Egît dibe serwêrê klûbê. Ew cara yekemîn koma xort û qîzan ya kilam û reqasê saz dike. Ev koma di klûbê de ber gundîyan û rojên cejna pêşda tê. Egît komêva gîro bû, ewî şuret û merîfeta xwe nişanî genca dida.

Egite Tecir u profesor Celile Celil

Li ser vê yekê Profêsor Celîlê Celîl di biranînên xwe de  baş nivîsîye: «Sala 1954-an bavê min çû Sîçanlûyê. Wê derê du merivên xuya wek rewşenbîrên berbiçav kar dikirin. Yek Taharê Emer bû, dirêktorê dibistana gund û yê dinê Egîtê Têcir bû, serokê klûba gund. Hevkarîya wan her du camêran ber xizmeta perwerdeyî û rewşebîrîya gelê gund bû.

         Sînçanlû navê gundê berê bû, navê nûh Avtune bû. Gund bi xwe bi cografîya xwe û xelqê gund ve, bi rabûn û rûniştandina kal û bava ya sadeva gelekî balkêş bû. Ji wê demê dostanîya bavê min tevî gund û tevî van her du rewşenbîran xurt û berdewam bû. Em bi malê va jî bûn dilgirê vî gundî û binelîyê wî. Havînan ew der cîyê havîngeha min bû. Kurdîtîya xwe min li gundê Sîçanlûyê xurt kiriye.

            Şayî, stran û dîlanên Kurdan li wî gundî kêm nedibûn. Li kewşan distiran, li bêderê distiran, di malan de distiran. Egîtê Têcir, ku  stranbêjekî dengşîrin bû, di kilûba gund da ji qîz û xortên nûgihîştî re koma stran û dîlanê çêkiribû...».           Wê şûnda profêsor Celîlê Celîl dibêje, wekî sala 1955-an li Yêrêvanê Radyoya xeberdanêd bi zimanê Kurdî  vebû.

            Axaftinên bi zimanê Kurdî di destpêkê de panzdeh deqe bûn, zûtirekê ew kirin nîv sehet, paşê sehetek, dû re jî sehet û nîvek. Di heman demê da ji bona Radyoya Kurdî Egîtê Têcir û Taharê Emer piştovan derketin. Awazên Kurdî bi dengê bilûrê bi qedandina Taharê Emer û stranên xweş bi dengê Egîtê Têcir di «Fonda Zêrîn» de li Radyoyê hatine qeydkirin.

Dengê Egît ew dengê zozanên kal û bavan bû, dengê ba û xuşe-xuşa ava kanîyan bûn. Hê-hê awaz û dengê stranên wî guhdaran heyr û hijmekar dihêlin. Karê wî û Taharê Emer bona xizmeta Radyoya Kurdî daha mezin bû, gava wana ji gundê Sînçanê qelfeke qîz û xortan yên 14-16 salî bi xwe re anîn Rewanê bona dengnivîsandinê...

Stranên wana gelo çiqas xweş û zelal bûn, dengê wana eynî zengil bû: Bahara Misto, Gula Tahar, Şema Memo, Xezala Şemo…

Hewceye bê gotin, wekî di rojên vebûna Radyoya Yêrêvanê yên pêşin de Egîtê Têcir xizmet kirîye. Stranên wîye yekemîn, ku di Radyoyê de hatine qeydkirinê, stranên «Sîyabend û Xeсê» û «Kero û Kulik» bûne. Di van stranan de Taharê Emer blûrê dixe. Lê di hemû stranên Egîtê Têcire dinê de dengê blûra Egîtê Cimo dikeve guhên me. Ew stran jî salên 1955-56-an di Radyoyêde hatine  nivîsarê û qeyd kirinê. Ez bawerim, ku kilama «Dîlber canê», ku Egîtê Têcir distrê, dengbêj Huso ji Kurdistana rojhilatê di salên 1970-an li ber Radyoya Yrêvanê hildaye. Tê bêjî ew miqame û ew gotinin...

Sazbendê mezin, mîrê bilûra Kurdî Egîtê Cimo bîr tîne: «Sala 1955-an bû, ez rojekê hatim malê, radyoya min hebû, min jî ew radyo tim dida ser Îraqê. Xeberdanên Îraqê yên Kurdî gelek li min xweş dihatin, kilamên wana jî min ra hewaskar bûn. Min rojekê radyoya xwe pêva kir, nişkêva, li bal me kurmancî hate xeberdanê. Dengê Ordîxanê Celîl û Nûrê Polatovayê bû. Hingê wedê Radyoyê 15 deqe bû. Kilam hate dayînê, dengê Egîtê Têcir û bilûra Taharê Emer, kilama «Xecê û Siyabend» bû. Tê bîra min, ez gelekî kêfxweş bûm. Min ji xwe ra got: «Camêr, vaye Radyo jî kurmancî xeber dide û kilamên me jî dide!…». Şabûna min bê hed û hesab bû. Wê şevê heta sibê ez hema usa nava mitala da bûm. Min go, ez gere herime Radyoyê, binhêrim ka ew xeberdan çawa têne hazirkirinê. Ez bi xwe jî sazbendim, dikarim gele miqaman lêxim…». Bi wî teherî Egîtê Cimo di Radyoya Kurdî ya Rewanê de li beşê sazbendîyê derbasî li ser kar dibe.

***

Me li jor anî li ser zar, ku gava şerê cihanê yê duwemîn destpê dibe Egit diçe eskerîyê  û xwendina xwe ya navîn temam nake. Paşê, di nîveka salên 1950-î de ew li Ermenîstanê, li bajarê Hoktêmbêryanê (naha Armavîr) xwendina navîn dest tîne, dû re kûrsên mamosta yên dusale xilas dike.

Mamê Egît du salan, di salên 1960-61-ê dibe sedrê (serwêrê) malhebûna (kolxoza) gundê Baysizê jî. Du re di dibistana gundê Sînçanê de dersên zimanê dê dide û heta sala 1985-an mamostê zimanê Kurdî bû. Ewî usa jî dersên zimanê Rûsî dida zarokan.

Egîtê Têcir ne tenê dengbêjê gelêrî bû,  lê usan jî dersdarê naskirî bû. Di navçeya Talînê de qedirê wî pir bû, çi di nav gelê me de, çi di nav gelê Ermenî de. Bi sedan şegirtan ber destên wî cara yekemîn fêrî rastnivîsar û xwendina zimanê dê bûne. Ewana wî herdem bîr tînin wek dersdarê xweyî hizkirî. Wî ra digotin «Dersdar», lê dibistanê de bi fermî femîla wî (paşnav) hildidan û digotin: «Hevalê Keleşyan».

***

Hecî Elî Beg û serpêhatîya wî.  Bahara sala  1983-an bû. Xûdanên van xeta çend sal bûn, ku îdî di rojnama «Rya teze» de kar dikir. Ez bi mêvandarî çûme mala mamê Egît. Berpisyarên Radyoya Kurdî ya Rewanê dengnvîsa Radyoyê dabûne min, ku  gotebêjê bi dengbêjê gelêrîra amede bikim. Min ûsa jî kir. Lê îro ez dixwezim tiştekî din bîr bînim. Gava ez hatme gundê Sînçanê û berbi mala mamê Egît ve çûm, ew li pêş malê, li ser qûça serê  bêderê rûniştî bû. Dûrbînî li ber çavan bû û li deşta Araratê mêze dikir. Dûrbînya wî hebû, jêra bûbû xeyset, rojên sayî li ser quça li pêş malê bi dûrbînyê li çîyayê Agrî û çîyayê Tendûrekê mêze dikir, carana jî  berê xwe dida heçê çîyayê Elegezê, paşê dûrbînî davîte li ser Riştê Hecî Elî. Li berpala Elegezê, fêza gundê Baysizê û Sînçanê  mileke çyayî heye, ku jêra dibêjin: «Riştê Hecî Elî». Min ji mamê Egît pirsî: «Tu li Riştê Hecî Elî dinhêrî?». Lê ewî jî ji min pirsî, ku ez serpîhatîya Hecî Elî dizanim. Hilbet, min ji devê mezinan gelek caran bihîstibû, wekî begê Kurdê misulmanî herî xûrt bûye serdewatîyê bavê Egît–Têcirê Keleş. Û ew mila çîya ya berpala çîyayê Elegezê warê wî bûye. Bi hîvdarîya min, mamê Egît dîsa ew rojên buhurî anî li ser zar…

Dêmek, navbera Kurdên Êzdî yên gundên Baysizê û Sînçanê û Kurdên misulman, ku di gundê Şamîramê û yên vê hêlêye din de diman, herdem gelekî baş û xweş bûye. Di wan şer, rev û bezên salên 1915-20-an de  wana dest nedane hev û hevdu qir nekirine. Sala 1919-an Tirkên azerî yên vê deverê  davêjine li ser Baysizê û Sînçanê. Lê gelê perîşan rojekê berê ji van gundan derdikevin, berbi Axbaranê û Talînê direvin. Ew jî bi saya serê xêrxwezên wek Hecî Elîyê Begê misulman û dostê kalkê Egîtê Têcir–Qeymezê Miho yê gundê cînarî bi navê Nijdêh bûye. Wana zû cab dane Baysizîya, wekî Tirk hazir dibin, ku bavêjne li ser herdû gundên Êzdîyan.   Şamiram li başûrê Baysizê dikeve, 15 kîlomêtra dûre, li aranê ye. Hetanî sala 1919-an di vî gundî de dewletî-begên Kurdên misulaman mane. Paşê ew direvine Îdirê û Qersê, lê ji Qersê jî Êzdîyên ji êla Hesinîya koçber dibin, tên û dikevine vî gundî.

Heynese… Navbera Qeymezê Miho û Hecî Elî Beg, birayê wî Mîrzo Elî Beg gelek xweş bûye, wek bira bi hev re derbaz kirine. Hemîn Zebo xanim, pîreka Hecî Elî,  ji hêla malbeta Qemezê Mihova wek kinêz qebûl kirine. Dema Qeymezê Miho birazyê xwe – Têcirê Keleş (bavê Egît) dizewcîne, Hecî Elî dibe serdewatîyê Têcir. Dewat li gundê Baysizê di salên paşî şerê cîhanê yê yekemîn de derbaz bûye. Ewke 50 sîyarên Kurdên misulman bi heytehol, hedayî û pêşkêşava tevî Hecî Elî Beg û Mirzo Elî Beg têne gûndê Baysizê dewatê…***

Nexweşî û mirina Egîtê Têcir. Havîna sala 1985-an Egîtê Têcir bi sivikayî  nexweş ket. Dû re çiqas çû, nexweşî lê giran bû.  Nexweşîya dil li wî peyda bûbû. Kurê wî ew dibirine Yêrêvanê li ser doxdiran. Her sal du-sê caran  li ser end heftêyan dikete nexweşxanê. Paşê diçû malê. Ev rewşa wî dom kir heya destpêka sala 1988-an. Wî çaxî ew li mala kurê xwe li Talînê dima, ji ber ku ew di bin qolê doxtirê nevçeyê de bû. Wê salê di meha nisanê de rewşa Egîtê Têcir yekcar xirab bû. Doxtira herro derman didanê û derzî dikirin, lê tû gûman nedidan. Mamê Egît ji kurên xwe hîvî kir, ku wî bibne mala wî li gûndê Sînçanê. Wana usa jî kir...

24 nisanê sala 1988-an di 66-salîya xwe de Egîtê Têcir çû rehma Xwedê. Meytê Egîtê Têcir 26-ê nîsanê li nav mexberê gund defin kirin. Wê rojê bêhesab mirov hatibûne hewarîyê. Di nav wan de bûn usan jî gelek roşenbîrên meye naskirî, ku ji Yrêvanê hatibûn, Ermenîyên ji navçeya Talînê û ji gundên cînar. Dema cinyazê Egîtê Têcir ji malê derxistne derva, stranên wî dane ser. Dengê kulfet yê bi girî û şîn tevî strananê Egîtê Têcir bûn. Demekê kulfet dengê xwe birîn. Tê bêjî dixwestin, ku dengê Egîtê Têcir baş bê bihîstinê… Û dengê wî wê rojê daha baş û qube dihate bihîstinê û li berpala çîyayê Elegezê perwaz dida, dikete gelî û newala, dibû dengê ber zanga û careke din paşda vedigerîya…

Li ser mexber gelek kesan axifîn. Profêsor Celîlê Celîl, ku malbeta wî gelek sal bûn bi malbeta Egîtê Têcir ve nêzîk girêdayî bû, awa got: «Îro ji esmanê zargotina Kurda steyrkeke geş li jorda hate xarê…», lê dost û hogirê Egîtê Têcir, dersdarê ji gundê cinar Hrayr Xaçatryanê Ermenî wa got: «Îro me unda kir ne ku tenê dersdarekî bêqusûr, dengbêjekî xweyşuret, hevalekî hêja,  lê usa jî mirovekî bi herfa mezin…».

Egîtê Têcir mirovekî berbihêr bû, bi xeysetê xwe ve milahîm û gelekî xêrxwez bû. Ewî xirabîya tû evda nekiribû, gotineke netê ji devê wî dernediket. Ew Têcirê bavê xwe çûbû. Têcir gelekî dilrehem bû, wek dibêjin, pêl mûrîyê nedikir. Egît jî di jiyana xwe de dilê tu bendekî li xwe nehîşt. Heta dawîya jîyana xwe ew bi hevalên xwe, der cinarên xwe û bira-pismamên xwe re serrast û helal ma.

***

Egit û birê wî – Kolê zevên xalê xwe Heso bûn. Herdû bira herdû qizên xalê xwe – Gozê û Şerê li gûndê Sînçanê stendibûn. Vê demê herdû bira çûne  rehma Xwedê. Lê ji herdû xwîşka tenê kulfeta mamê Egît–Goza Heso îro jîyana xwe didomîne, wek dibêjin li ser darê pîya diçe û tê. Temenê wê 85 sale. Çar zarên Egîtê Têcir hene: sê kur û qîzek. Kurê wî yê mezin Kerem di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê de 5 salan li fakûltêta hiqûknasîyê xwendîye û xilas kirye. Lê bavê wî nehîşt ew here navçeyê û bi pêşekê xwe wek hakim bixebite. Egîtê Têcir digote wî: «Tê bikevî bin gunan, gava merivekî şaş mehkeme bikî, daha başe were di dibistana gund de dersa bide». Û Kerem usa ji kir. 30 salan zêdetir di gundê Sînçanê de ders da. Naha bi neferê xeva, tevî dayîka xwe bar kirye çûye Rûsyayê, li rex bajarê Îjêvskê bal mirovên xwe dijî. Kurê Egîtî duda – Wezîr di dema xwe de Înstîtûta mehendizîyê ya Yrêvanê xilas kirye, gelek salan ew li Talînê mehendizê navçê yê serke bû. Vê gavê ew û  biryê xwe–Rostem jî ji gûnd derketine, çûne Rûsyayê, li bajarê Yaroslavlê dimînin. Gelek nevî  û birazyên Egîtê Têcir  jî xwendina bilind dest anine. Nevîkî wî – Êdoyê Wezîr doktorê zanyarîyê yê doxtiryêye.

***

Em bîr bînin, wekî strambêjên Radyoya Yêrêvanê yên meşûr evin: Şeroyê Biro, Egîtê Têcir, Karapêtê Xaço, Reşîtê Baso,  Efoyê Esed, Davîdê Xilo, Aramê Tîgran,  Ahmedê Mîrazî, Memoyê Silo, Mecîdê Silêman, Mehmedê Mûsa, Sûsîka Simo, Belga Qado, Gulîzera Etar, Aslîka Qadir, Zadîna Şekir, Fatima Îsa, Kubara Xudo û yên din. Ji sazbendan jî evin: Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Wezîrê Usiv, Xelîlê Evdile, Taharê Emer û yên mayîn.

            Ev dengbêj û sazbend herdem diçune li nav gel, xazma di şaya û cejna de amede dibûn, ew bi fermî dihatine teglîfkirin. Lê ne ji bo wê yekê, ku bi peretî bistrên yanê jî sazbendîyê bikin.

            Egîtê Têcir jî di gelek miclîs û dewata de amede dibû. Gava şayî giran dibû, her tenê wî çaxî bi hîvîkirina mîvanên xweyqedir ewî stran digotin. Hemû ker dibûn, denbêjên cahil jî  ker û lal li hosta guhdarî dikirin, her tenê mêrên navsere car-carana digotin: «Xweşbî, xweşbî, Egît!» yanê jî digotin: «Dengî li dinê be, Egît!».

            Di dewatan de li bal Kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê dengbêjên meşûr bi peretî stran ne digotin. Eva tiştekî şerm û eyb hesab dikirin. Cahala jî hema usa îzin ne didane xwe, ranedibûn û ne digotin, apê Egît ca bi kerema xwe mera stranekê bêje. Dem dizanibû, ka kengê ew dikarin hîvî bikin. Lê bêtir mirovên navsere hîvî dilirin.

            Tê bira min, sala 1966-an di gundê Baysizê de serokê gund (yanê sedrê malhebûna gund), rehmetîyê Wezîrê Oskan di dewata kurê xweyî mezin ya Feyzo de Karapêtê Xaço bi taybetî wek dengbêjê hizkirî teglif kiribû. Karapêtê Xaço û Egîtê Têcir di oda dewatê de li rex hev runiştîbûn. Karapêt xweş distra, Egît jî bi dengê xwe yê şîrin ve şaya pismamê xwe dixemiland. Wî û Karapêt demekê dane li ber hev, lê paşê Egîtê Têcir zêde dor dida Karapêtê Xaço. Ji ber ku Karapêt bi temenê xweva ji wî mezintir bû, ya dudan jî ew mêvanê hizkirî bû. Bi vê yekêva ewî dixwest, ku gûndîyên wî û mêvanên ji der hatî bêtir dengê dengbêjê hêja Karapêt bi zêndî bibhên.

            Egîtê Têcir gelekî berbihêr bû, kubarî û babxî bal wî tunebû, ewî her dengbêjekî bi esil weke xwe digirt.

            Carekê jî mamê Egît di navçeya Talinê li gundê Heko (eva jî gûndê Kurdên Êzdî ye) di şayîkê  de rastî dengbêjê hêja, Efoê Esed tê (xudanê kilama Bêrîvanê). Efo ji vî gûndî bû. Dema dîsa dewat giran dibe, mêrên navsere hey hîvî dikin, ku Efoê Esed stranekê bêje, hey ji Egîtl Têcir hîvî dikin. Usa dibe, ku herdû stranbêj qet texmîn jî nakin, ku çawa ber didine li berê hev. Lê Efoyê Esed bêtir rê dide birakê xwe Egît, ji ber ku wê demê Egît li gundê Efoyê Esed mêvan bû. Eva nîşana qedigirtinê ye di navbera stranbêjên meşûr de.

***

            Gava gilî tê li ser gundê Baysizê, yekcar di nav gel de navê Egîtê Têcir tê holê. Lê pêwîste bi heqî bê gotin, wekî gûndê Baysizê usan jî bi pêşîkêş û zanyarên xwe ve belî ye. Tenê bese em navê du camêran – Wezîrê Oskan û Rostemê Ahmed bidin, yên ku 30-40 salan serokvanî li vî gundî kirine. Lê matêmatîkosê dinêeyan, profêsor Feyzoyê Egîtê Reşîd (ew pismamê Egîtê Têcire) bûye ne tenê kubarîya Baysizya, lê usan jî hemû Kurdên Sovîyêta berê. Feyzo di dîroka Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê de mirovê duda bû (paşî akadomîkos Sêrgêy Mêrgêlyan), ku Unîvêrsîtêt dewsa 5 salan di nava 4 salan de xilas kir. Ew sala 1966-an bû. Wî çaxî Feyzo 21 salî bû. Piştî sê salan ewî têza doktorîyê xwey kir. Vê gavê ew li Rûsyayê di Ûnîvêrsîtêta bajarê Bryanskê de serokê kafêdra matêmatêkayê ye. Ew xudanê bi sedan xebatên matêmatîkayê yê giranbahaye. Têza wî ya matêmatîkayê bi navê wî li cîhanê belîye – têza Şemoyan. Xanima wî, dota Hecîyê Cindî – Naza Cewarî gelek salan li vira dersên matêmatîkayê daye, kurê Feyzo – Romo doktorê matêmatêkayê ye, li Amêrîkayê kar dike, qîza Feyzo – Sonê doktora zanyarîyê ya doxitiryê ye. Ew li bajarê Vladîmîre li Rûsyayê dixebite. Birayê Feyzoyî biçûk, Hesen jî doktorê matêmatîkayê bu, lê sed mixabin 10 sal berê bi tragîk çû li ser dilovanya xwe. Doktorekî mayîn, Memoyê Xalit jî li vî gundî bû, ewî li ser êtnografîya gelê me têza xwe ya doktorîyê anî sêrî, pirtûka erf-edet û deba Kurdên Qavkazyayê çap kir. Ew berpisyarê galên  kêmjimar bû li Komitêya navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê. Sala 1991-an ew li Yêrêvanê ji hêla hêzên tarî ve hate kuştin. Navên du doktorên matêmatîkayê yên din – Paşayê Mihoyî û Dewrêşê Cewo jî zûva eyanin. Paşa naha li Sankt-Pêtêrbûrgê (Lênîngrad) dijî, serokê karxanê ye,  lê Dewrêş li Vaşîngtonê dixebite. Ji vî gundî usan jî seresker derketine. Fetoyê Mihoyî polkovnîkê polîsane li navçeke bajarê Rusyayê yê bi navê Îjêvskê. Em îdî besha bi dehan xort û qîzên vî gundê kevnar nakin, ku salên başqe-başqe xwendina bilind dest anîne û îro di warê cihê-cihê de kar dikin. Ew bêtir matêmatîkosin. Lewra jî gundê Baysizê ra dibêjin gundê matêmatikosa. Du dersdarên vî gundîye xweşuret yên matêmatîkayê hebûn: Mecîtê Reşîd û Mirazê nevyê Qemezê Miho.  Ev hemû kes pisnam, birazî û xwerzîyên Egîtê Têcirin. Ew gişk jî bi deng-seda Egît ve kubar dibin... 

***

            Rojekê, di payîza sala 1978-an, li ber derê avayê Radyoya Rewanê tevî profêsor Feyzoyê Egîtê Reşîd em rastî Xelîlê Çaçan Mûradov (serokê Radyoyê), Ahmedê Gogê û xebatkarên mayîn hatin. Paşî silav-kilavan, Xelîlê Çaçanê rehmetî vegerîya li ser Feyzo û got: «Gelek radîyoguhdaran ji Qazaxstanê hîvî kirine, ku em çend kilamêd Egîtê Têcir vê ledê bidin.  Hûn jî guh bidne Radyoyê. – Feyzo,– ewî got, – eger tu kubarîya Baysizê û miletê meyî, lê Egîtê Têcir bi heqî deng û seda Baysizê û gelê meye!..».

            Li ser Egîtê Têcir lawê Xelîlê Çaçan, rojnamevan û nvîskar Têmûrê Xelîl bîr tîne: «Bavê min herdem digot, ku xênî Karapêtê Xaço û Şeroyê Biro  dengbêjê wî yê herî hizkirî ew  Egîtê Têcire...».

            Ji ber ku Egîtê Têcir xizna stranên Kurdî bû, ji sedî zêdetir stranên wî hatine tomar kirin, li dor 60 stranan di pirtûkan de çap bûne. Salên cihê-cihê sêlikêm stranên wî derkertine. Lê çiqas jî hêvîya çapkirinê ne, ew jî Xwedê dizane. Di sala 1978-an ji hêla kovara «Azadî» ve li Parîzê çend albomên destanên Kurdî derketin. Dî wan alboman de stranên dengbêjên Radyoya Rewanê jî cih girtibûm: stranên Egîtê Têcir, Şeroyê Biro, Zadîna Şekir, Fatima Îsa û yên din. Du-sê kastên stranên Egîtê Têcir jî hatine qeydkirinê, lê, mixabin, ne bi şûweyekî profêsîonal.

Egîtê Têcir stranên mêranîyê jî gotine, yên evîntîyê jî, yên govendê jî û hemû bi hostatîke mezin gotîye. Lê ew berî gişkî hostê destanan bû. Destanên Kurdî, ku  ji kûraya sedsalan tên, eger ne hezarsalan, dewlemendîya çanda gelê Kurdin. Destan neynîka jîyan, ruhê gelê Kurdin û her kes nikare destana bistrê. Lê Egîtê Têcir karibû û bi hostatîke mezin distira.

Egîtê Têcir usan jî serecem-naveroka stranan baş dizanibû. Ewî her car şirove dikir, ku ev kilam kengê, li ku û li ser kê yanê jî li ser çi hetîye gotinê.  Paşî van şirovekirinan stran di bîra guhdarvanan de dirêj diman. Naveroka destanên «Mem û Zîn», «Sîyabend û Xecê», «Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî», «Sincanê telo», «Dîlber canê», «Dewrêşê Evdî», «Bavê koroxlî», «Xelîl bego», «Wer xozanê» û gelek stranên mayîn  tevara nas û belîne...            

Qey tê bêjî Egîtê Têcir nastirê, lê bi wan ve dijî. Gava mirov guh dide stranên Egîtê Têcir, berî gişkî difikire, wekî destan pêwîste bi vî dengî bên gotin, bi vî şêweyî bên stran. Bi dengê mîna ava kanîyên Baysiza wî zelal û mîna ava cew û kanyên ji Elegeza wî dihatin xwar, bi gur û bi hêz…

***

Li ser Egîtê Têcir û stranên wî gelekan nivîsîne. Lê wek hunerzana naskirî Nûra Cewarî dibêje, bese bi qedandina Egîtê têcir «Hey wî-wî » bibhêyî (ji strana «Kero û Kulik»), êdî tu bi xwe bedbextîya Werda dê, nemerdîya Emer Axa pê dihesî, yê ku sozê Perîşana qiza xwe dide Kulik û berva dixweze, ku ew here mihîna mîrê ereba Bêcanê bîne…

            Egîtê Têcir di strana «Sîyaben û Xecê» de hema ji gotinên pêşin guhdarvana tîne li ser wê fikrê, ku wê dinîya neheqîyê, dinîya zulm û qetlê de evîna Sîyaben û Xecê ya nazik nikare berxwe bide. Ew dinîya ku her nêt û meremên qenc pêpes dike, wê  yekcar ewê hesîna bedew jî pêpes bike…

Ew perçê ku egîtê têcir ji beyt-serhatîya «Mem û Zîn» distrê, yê lîrîkî ye. Dengbêj tê bêjî guh nade bextê wanî reş, bi nazikayîke mezin pesnê evînê dide, tê bêjî careke mayîn îzbat dike, ku zulm û zordestî derbas dibe, lê evîn hata-hetayê dimîne…

Nivîsakar Tosinê Reşît di nameke xwe de li ser Egîtê Têcir awa dinvîse: «Radyoya Yêrêvanê dengxana sazbendîya Kurdî ya zêrîn ji gelê Kurd re parast. Stran û awazên resen û yên usan,  ku bandora çandeyên gelên cînar li ser wan tunene.

            Di nav dengbêjên radîyoya Yêrêvanê de gelek hosta hebûn, lê di nav pêwra wan stêrkan de jî cîhyê Egîtê Têcir cihê ye. Egîtê Têcir di gundekî Êzdîyanî usan de mezin bû, li ku rûmeta peyv û stranên Kurdî bilind bû, peyvandin û stranên bi zimanekî mayîn şerm bû. Dûarojê  Egîtê Têcir bi xwe wê bibe parêstvanê vê kevneşopîya pîroz, çawan mamosta wê rîya parastina vê kevneşopîyê bide ber nivşên nû...».  

            14-ê mijdarê sala 2011-an li ser têlêvîzyona Kurd 1 di derbarên bernama «Dengên Axê» de zaneyên zargotin û çanda Kurdî yê bi nav û deng Mehmûd Ebdullah û Zeyneb Xan bi hostatî mîrata Egîtê Têcir ya stranbêjîya gelêrî nirxandin û bilind qîmet kirin, li ser şûret û merîfeta wî ya dengbêjîyê dirêj sekinîn. Bi wê yekêra tevayî destanên gelêrî bi strana dengbêjê meşûr hatine weşandin.

            Bêgûman, kilamên Egîtê Têcir hewcê lêgerîna zanyarîne,  ji ber ku dengbêjê hizkirî stranên kevnar bi naveroka dîrokî  gelekî baş parastîye û gihandîye roja îroyîn.

Prîskê Mihoyî

cîgirê serokê para çapemenîyê ya Wezîreta çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtyayê, endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî




Gotinên Klît: Egîtê Têcir

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV