02 Cotmeh 2014 Pênşem

Kurdbûna Rustemê Zala (Amadekirin: M. K. Dilxêrî)

...

22 Gulan 2012 Sêşem 10:13
Kurdbûna Rustemê Zala (Amadekirin: M. K. Dilxêrî)

DI SÊ ÇAVKANÎYÊN GIRÎNG DE KURDBÛNA RUSTEMÊ ZAL

 

 

Rustemê Zal egîdek navdar, lehengek binavûdeng, pehlewanek dengdar, qehremanek meşhûr û bihêzdarek mîstîkî û li ser reşê belek(rakş) çelengek bêhempa bû ye.

 

Li derbarê wî dehan pîrtûk û lêkolîn hatîye çêkirin. Mixabin hê jî raste rast reh û nijadê wî nehatîye kifşkirin. Lêbelê gelê farîsan wî lehengê ji xwe dihesîbîn in, gelê tirkan jî wekî farîsan dibêjin; ew qehremanê bihêz tirk û turan e. Ma kurd. Gelo kurd çi dibêjin? Kurd jî bi mafdar dibêjin; ew egîdê navdar û kralê kevn kurd e.

 

Birastî em ji wir di du berhemên girîng de qala rustemê zal bikin. Jixwe mebesta me jî ew bû. Rustemê zal di rîsaleyên nûr de, şerefnamê û gulistanê de çawa derbas bû ye? Ma gelo di wan berheman de kurdbûna wî diyar dibe an ne?

 

Di berhemên Bedîûzzeman Seîdê Kurdî(Nûrsî) de di çend dews û şûnê de derbas dibe. Hemî li jêr in. Pêşî kurdbûna rustemê zal diyar dike destpê dikin.

 

Di Risaleyên Nûrê De Kurdbûna Rustemê Zal

 

Di Weşanê Zehrayê De

…Hem jî ‘netewe’ ye tê gotin ji çemên raborîyê, ji beyabanên rewşê û ji çiyayên dahatûyê yek nîşanek e wekî xwedî deha lehengên kurd bi Rustemê Zal û Selahaddînê Eyyûbî ve mîna malbatek ku di konekê de rûdinî, bi her kesê bi şanazî û rûmeta yên din ve rûmet dayîn û wekî mînakê pêjnên bilind ramanê neteweya we, we ra bi fermanê vebirî ve ferman dike ku: Heta her yekê we, neteweyek giştî ya neynîka jiyanê û parastina dilgeşî û neteweyê gelemperî ya wekî mînakek diyar, bibin. Mîna ya vê gavê, ne yek kes, bi qasê neteweyek mezin bibin. Lewma bi mezinbûna mebestê ve piştgirtin jî mezin dibe. Û bi coşîna hewl dana neteweyê, rewişt jî bêkêmasî û bilind dibe.[1]

 

Rexmetî Seîdê Kurdî di vê beşê de kurdbûna Rustemê Zal diyar dike. “Wekî lehengên kurd bi Rustemê Zal û Selahadînê Eyyûbî ve…”  dibêje. Ew beş jî ji xwe li ser neteweyê kurdan e. Li gor Ustadê û mamosteyê hêja, rustem kurd nebûya misoger wîsa jî nedinivîst. Her kes dizane Bedîûzzeman Seîdê Kurdî tiştên vala û bê sedem nabêje. Heke Bedîûzzeman gotî be ew rast e.

 

Di Weşanê Envarê De

…Hem jî “netewe” ye tê gotin, ji çemên raborîyê û ji beyabanên rewşê û ji çiyayên dahatûyê yek nîşanek e wekî lehengên kurd bi Rustemê Zal û Selahaddînê Eyyûbî (di ciyawazîya hejmarê de: Mîna kalikên lehengê we Celaleddinê Harzemşah, Sultan Selim, Barbaros Hayrî…) ve mîna malbatek ku di konekê de rûdinî, bi her kesê bi şanazî û rûmeta yên din ve rûmet dayîn û wekî mînakê pêjnên bilind û di nav neteweya îslamîyetê mînakek bûye ramanê neteweya we, we ra bi fermanê vebirî ve ferman dike ku: Heta her yekê we, neteweyek giştî ya neynîka jiyanê û parastina dilgeşî û neteweyê gelemperî ya wekî mînakek diyar, bibin.. mîna ya vê gavê, ne yek kes, bi qasê neteweyek mezin bibin. Lewma bi mezinbûna mebestê ve piştgirtin jî mezin dibe. Û bi coşîna ew neteweyê bi xireta îslam ve(turk, kurd yekbûyîya îslamî û olî), rewişt jî bêkêmasî û bilind dibe.[2]

 

Di vê weşanê de jî diyar e ku Seîdê Kurdî kurdbûna rustem diyar dike. Lêbelê mixabin hinek pêvekirî hene. Bedîûzzeman bi armanc li ser neteweya kurdan re dibêje ew weşan jî pêveka Celaleddinê Harzemşah, Sultan Selim, Barbaros Hayrî kirî ye. Bi pêşbînîya min bila wate bigûhere. Pêvekirîya din jî di nav neteweya îslamîyetê mînakek bûye ye. Pêvekirî dawî jî ew neteweyê bi xireta îslam ve(turk, kurd yekbûyîya îslamî û olî ye. Gelo weşanê envar navbera peyvên Bedîuzzemanê re çima wan pêvekan têxistî ye? Gelo mafê wan heye ku armanca gotina Seîdê Kurdî biguherînin?

 

Di beşek din de bedîuzzeman weha dibêje;

 

Ji Bo Nîyazî[3] Begê Re

Ey Rustemê Zalê vê demê!

Mînakê alemê wekî mînakê bîçûk di cîhanê xeyal de seredana mînakê te dikin. Lewma niha her yek bedewbûn mîna gotinê, mînakê te mîna wate li hûndîr bi xuyabûnê, yê hişê ji bîbikê wî ji nişka ve xuya dike. Hatim selanîkê; ji bo rûyê rastîna te hevdîtinek bi mînakê mecazîya te ve. Sihûda xirab, hesûdî ango ji bo nezerî nebe du xwedî kesê dilgiran neanî cem hev. Sazîya we ji bo xurtkirina avahîya dilgeşî bo spasîkirina bixwe dixwazim biçim kurdistanê. Said.[4]

 


 

Seîdê kurdî ji bo vê(di nîşebinê de) Niyazî begê re vê nameyê nivîsî ye. Wî û xwe jî wek rustemê zal bi nav kirî ye. Dibêje; “Sihûda xirab, hesûdî ango ji bo nezerî nebe du xwedî kesê dilgiran neanî cem hev.”

 

Di beşek din de bedîuzzeman weha dibêje;

…Heke bixwazî di nav xeyalên aceman de gîhîştîye ye xûyangê manevî ya Rustemê Zalê binhêre, bibîne.. çi sosret e! Lewma bi wêr ve navdar bû ye û hîç ji çewsîya îranîyan rizgar ne bû ye bi nepenîyê çewsî ve û bi hêza navdarî ve şanazîya îranîyan tartale kirîye û hilda xwe mezin kir. Li xeyalan mezin bû û nepixî. Ji bo destpêka derew bûye ku ew wêrê nuvaze, temenek nuvaze û bejnê bi erjeng û pêwîstîya wan û bi tiştên têkîlîyan, berhevkirina gelek fermanan, di nav de ew xeyalê gihansûz qêrînek lêbixe “Ez celebek(yan aferîde) jixwe taybet im” dibêje. Mîna dirç û gulyabanî xurafayan pêve piştê xwe dike, di zimanên destanan de dizvire. Hevşibîya xwe re jî meydan vedike.[5]

 

Yanê aceman jî xwedî rustemê zal bûne. Wekî gotina ûstad; “..şanazîya îranîyan tartale kirîye û hilda xwe mezin kir. Li xeyalan mezin bû û nepixî.”

 

Di beşek din de bedîuzzeman li ser rusemê îranî weha dibêje;

…Waye ey hevalên min li vê tirênê û pêncî sal paşê, birayên min ên li ser fênan dixebitin! Ji şûnê vê zarokê belengaz, Rustemê Îranî û Herkûlê Yewnanî tev bi ew lehengîyên xwe yê balkêş ve li ser dem derbasbûnê, bûyîna li şûnê vê zarokê biramîn in. Di dema wan de ji bo nebûna tîrênê, helbet bi rêkûpêkî ve tevgêra tîrênê bawerîyek wan nikare bibe. Ji nişka ve ji qulika vê serdabê, li ser wî agir, bêhna wî mîna xurmîna asiman, li çavên wî bi hebûna birûskên elektîrîkî ve, ji nişka ve derketîna tîrênê bi erjengî ve bi êrîşê gef lê dan ve bazdanê hêla hembera Rustem û Herkûlê bike, ew du leheng çi qas bitirsin, çi qas birevin, ew bi wêrekîya nûwaze ve ji hezar mitro zêde birevin... [6]

 

Di beşek din de jî bedîuzzeman li ser rustemê sistanî weha dibêje;

Rustemê sistanî, navdarîya xeyalê wî tartale kir, sedsalek pesinîn îranê

Bi nijde û tartale ve nepixî ew xeyalê navdar, tevlî xurafayê bûn, avêt cisna însanê.[7]

 

Seîdê Kurdî di herî jor de kurdbûna rustemê zal kifşe dike. Dûv re çend cih û şûnan de qala rustemê îranî an jî rustemê sistanî dike. Her du jî wekî hev in.

 

Mafir bedîûzzeman kurdbûna rustemê eşkere kiriye, gelo ew rustemê îranî tê çi wateyê?

 

Peyva Îranî Çi ye?

 

Wekî tê zanîn peyva îran nayê weteya yek nijadekî. Ji nijadê arî ne wan diyar dike. Di nav wî de kurdan, farîsan, osetan û mîna wan gelan hene. Heger birastî kurd nebûya, hingê jixwe Rustemê Farîsî bigota ango dihat gotin.[8]

 

Arîyan: Li hîndistan û îranê navên hevpar yên neteweyên hînd-ewropa ne. Peyva îran jî ji wir derketî ye. Li hîndistanê zimanên hînd-ewropa jî bi vegotina peyvên hînd-arî ve tê kirin. Arîyan, neteweyê ji malbatên ziman û navê hevpar civaka hînd-ewropa ye.[9]

 

Peyva Sistanî Çi ye?

Sistan herêmek belucistan e. Di başûrê kurdistana îranê de cih digre. Ciranê herêma kurdistana îran e. Rustem di vê herême de jî jiya ye lewma car bi car rustemê sistanî jî tê gotin.

 

Di Şerefnamê De Kurdbûna Rustemê Zal

 

Rustem bin Zal: Yanê Rustemê kurê Zal. Şeref Xan, di Şahname ya Firdewsî de jê re  “Rustemê Kurd” hatiye gotin, dibêje.[10]

Berhema firdewsî ye ku şanazîya gelên farîsan e. Di wêjeya farîsî û cîhanê de cîhek bilind wergirtî ye. Ew berhema firdewsî ya şehname jî nivîsî ye ku ew kurd e. Gelo ev agahî ji bo me bes nîn e?

 

Di Gulistanê De Kurdbûna Rustemê Zal[11]

 

Di sala 1278ê zayînî de Şêx Sadî Şîrazî qala kurdbûna Rustemê Zal dike. Di berhemê wemalî farisî de weha dinvîse; “Zal kurê xwe Rustemê Kurd re” weha got: “Dijminê xwe bêçare û bîçûk nebîne. Min dît ku di serê kanî de avê girtin hêsan e…” [12]

 

Şêx Sadî Şîrazî di serê vê çîrokê de şireta zal kurê wî rustemê kurd re dibêje destpê dike. Di vê hevokê de jî tê xuya kirin rustem kurd bû ye. Yanê di sala 1278ê zayînê de rustem re kurd digotin. Mafir wê demê kurd bû ye hingê niha jî kurd e.

 

 

Amadekar Û Lêkolîn: Metin Kewê DILXÊRÎ


[1] Zehra Yayıncılık, Bediüzzaman Said-i Kürdî, İçtimai Dersler, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi, shf 189. Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

Hem de ‘milliyet’ denilen, mazi derelerinden ve hâl sahralarından ve istikbal dağlarından hayme-nişîn olan Rüstem-i Zâl ve Salâhaddin-i Eyyubî gibi Kürd dâhi kahramanlarıyla bir çadırda oturan bir aile gibi, herkesi başkasının haysiyet ve şerefi ile şereflendiren ve hissiyat-ı ulviyenin enmuzeci olan fikr-i milliyetiniz size emr-i kat’î ile emrediyor ki: Tâ her biriniz umum bir milletin mâkes-i hayatı ve hâmi-i saadeti ve umum milletin bir misal-i müşahhası olunuz. Şimdiki gibi bir şahıs değil, bir millet kadar büyüyeceksiniz. Zira maksadın büyümesi ile himmet de büyür. Ve hamiyet-i millînin galeyanıyla ahlâk da tekemmül ve teali eder.

Zehra Yayıncılık, Bediüzzaman Said-i Kürdî, İçtimai Dersler, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi, shf 189

 

[2] Envar Neşriyat, Said-i Kürdî, Âsâr-ı Bediyye, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi, shf 446. Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

Hem de “milliyet” denilen, mâzi derelerinden ve hal sahralarından ve istikbâl dağlarından… hayme-nişîn olan Rüstem-i Zâl ve Salâhaddin-i Eyyubî (nüsha farkında: Celaleddin-i harzemşah, Sultan Selim, Barbaros Hayri gibi ecdadınızdan dahî kahramanlarla…) gibi Kürd dâhi kahramanlarıyla bir çadırda oturan bir aile gibi herkesi başkasının haysiyet ve şerefi ile şereflendiren ve hissiyat-ı ulviyenin enmuzeci ve islâmiyet milliyeti içinde mezc olmuş olan fikr-i milliyetiniz size emr-i kat’î ile emrediyor ki: Tâ her biriniz umum bir milletin mâkes-i hayatı ve hâmi-i saadeti ve umum milletin bir misal-i müşahhası olunuz.. şimdiki gibi bir şahıs değil, bir millet kadar büyüyeceksiniz. Zîrâ maksadın büyümesi ile himmet de büyür. Ve hamiyet-i İslaâmiye ile (türk, Kürd tam birleşmiş İslamî ve dinî) o milliyetin galeyanıyla ahlâk da tekemmül ve teali eder.

Envar Neşriyat, Said-i Kürdî, Âsâr-ı Bediyye, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi, shf 446

 

[3] (Nîşebin) Tevgera jon turkan û ittîhadê terrakî doza nijadperestîya tirkan dikir. Teşkilatê Mehsusa jî wekî mîna ittîhadîyan hemî tirkan dixwest binê yek alê de berhev bike. Yanî di bin împaratorîyayê de dixwestin panturkizm damezrînin. Waye ji bo hemberê wan bedîûzeman Seîdê Kurdî, kurdên îranê Cemaledinê Efganî(1838/1897), Mihemed Abduh, Prens Sabahaddin( 1849/1905 ),  Flîpeyî Ahmet Hilmî(1865/1914 ), ji belqanan elbanîyek(ernawûd) kurê Abdullah axa Resneyî Niyazi beg(1873/1913) rêxistinek ciyawaz damezrandin.(Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

Ji www.rojamedya.com ê hatîye wergirtin.

 

[4] Zehra Yayıncılık, Said, İçtimai Dersler, Nutuk, shf 28. Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

NİYAZİ BEYE

Ey zamanın Rüstem-i Zalı!

Âlem-i misalin misal-i musağğarı olan âlem- hayalde senin misalini ziyaret ediyoruz. Zira şimdi her bir mehasin lafız gibi, senin misalin mana gibi içinde görünmekle aklın gözbebeğinden birden irtisam ediyor. Selânik’e geldim; senin hakiki suretini mecazi misalinle görüştürmek için. Sû-i tali’, hased veyahut nazar değmemek için iki misal-i zîvakarın cem’ine müsaade etmedi. Sizin tesis ettiğiniz bünyan-ı saadeti tahkim etmek için teşekkür-ü fiilî olarak Kürdistan’a gitmek niyetindeyim. Said

Zehra Yayıncılık, Saîdê Kurdî, İçtimai Dersler, Nutuk, shf 28.

 

[5] Zehra Yayıncılık, Said- Nursi, Muhakemat, Birinci Makale, shf23,24 Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

…Eğer istersen hayalât-ı Acemane içinde perverde olan Rüstem-i Zal’in timsal-i manevîsine bak, gör.. ne ucubedir! Zira şecaatle müştehir olduğundan ve hiç İranîler tazyikatından kurtulmayan istibdad sırrıyla ve şöhret kuvvetiyle İranîlerin mefahirini gasb u garet ederek büyülttü. Hayallerde büyüyüp şişti. Yalan, yalana mukaddime olduğu için şu harikulâde şecaat, harikaulâde bir ömür ve dehşetli bir kamet ve onların levazım ve tevabi’leri olan çok emirleri toplayıp, içinde o hayal-i hâil nâra vurarak “Ben nev’un münhasırun fi’ş-şahs’ım” der. Gulyabanî gibi hurafatı arkasına takarak, dillerin destanlarında dönüyor. Emsaline dahi meydan açar.

Zehra Yayıncılık, Said- Nursi, Muhakemat, Birinci Makale, shf23,24.

 

[6] Zehra Yayıncılık, Bediüzzaman Said-i Nursî, Tarihçe-i Hayatı, İlk Hayatı, shf. 103, İçtimai Dersler, Hutbe-i Şamiye, shf 64,65. Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

İşte ey bu şimendiferdeki arkadaşlarım ve elli sene sonra, fenlere çalışan kardeşlerim! Bu masum çocuğun yerinde, Rüstem-i İranî ve Herkül-ü Yunanî o acip kahramanlıklarıyla beraber tayy-ı zaman ederek o çocuk yerinde bulunduklarını farzediniz. Onların zamanında şimendifer olmadığı için, elbette şimendiferin bir intizam ile hareket ettiğine bir itikadları olmayacak. Birden bu tünel deliğinden, başında ateş, nefesi gök gürültüsü gibi, gözlerinde elektrik berkleri olduğu halde, birden çıkan şimendiferin dehşetli tehdit hücumuyla Rüstem ve Herkül tarafına koşmasına karşı, o iki kahraman ne kadar korkacaklar, ne kadar kaçacaklar, o harika cesaretleriyle bin metreden fazla kaçacaklar…

Zehra Yayıncılık, Bediüzzaman Said-i Nursî, Tarihçe-i Hayatı, İlk Hayatı, shf. 103, İçtimai Dersler, Hutbe-i Şamiye, shf 64,65.

 

[7] Zehra Yayınıclık, Bediüzzeman Said-i Kurdî, İçtimai Dersler, Lemeat, shf 411, ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

Rüstem-i Sistanî, onun hayal-i şanı garet etti bir asır mefahir-i İran’ı.

Gasb ve garetle şişti o namdar hayali, hurâfâta karıştı, attı nev-i insanî.

[8] www.bilicanhaber.com, Metîn Kewê DILXÊRÎ, Zaloğlu Rüstem’in Kürtlüğü Üzerine, Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

[9] Zehra Yayıncılık, İçtimai Dersler, Notlar, shf 604. Zehra Yayıncılık. Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

Ariyan: Hindistan ve İran’daki hint-avrupa kavimlerine verilen ortak ad. İran kelimesi de buradan türemiştir. Hindistan’daki hint-avrupa dilleri de hint-ari kelimesiyle ifade edilir. Ariyan, hint-avrupa dil ailesinden olan ırk ve topluluğun ortak adıdır.

Zehra Yayıncılık, İçtimai Dersler, Notlar, shf 604. Zehra Yayıncılık.

 

[10] http://desmalasure.de/09/1229740808/index_html?dateiname=1229741532

Şeref Han, Şerefname-Kürt Tarihi, 1597, Hasat Y., 3. Baskı, M. E. Bozarslan çevirisi, shf. 23.

 

Yani Zal oğlu Rustem. Şeref Han, Firdevsi’nin Şahnamesi’nde ona “Rustem-i Kürd” denildiğini aktarır. Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

[11] http://www.eduhok.net/nubun/99/16.pdf 2008 ,“Gulistana Şêx Sadî Şîrazî û Li Ser Wergerandinên Tirkî”, Lêkolîn: Metîn Kewê DILXÊRÎ

[12], Şêx Sadî Şîrazî Gulistan Rûpel 18, Ji farisî werger Mele Ehmedê Huseynê Kewê, Ji tirkî werger: Metîn Kewê DILXÊRÎ

 

Gotinên Klît: ...

REWŞA HEWAYÊ

Bajar hilbijêre:

ANKÊT Encam Hemû

?Tu bêhtir li kîjan televîzyonê temaşe dikî?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV