22 Şibat 2017 Çarşem

Zinar Soran: PDKT û Çend Bûyerên Balkêş (4)

...

20 Îlon 2012 Pênşem 13:00
Zinar Soran: PDKT û Çend Bûyerên Balkêş (4)

PDKT û Çend Bûyerên Balkêş (4)

5) Pêwendiyên Derwêşê Sado bi YNK û Celal Telebanî re

Li gor aghdariyên ku Derwêşê Sado di bîranînên xwe dide; piştî Şoreşa Kurdistana Irakê radiweste, ew di nîsana 1975an de weke sekreterê PDKTyê dihere Îranê, li Nexedê Serok Berzanî dibîne. Piştî wê, ew bi Mesûd Berzanî, Idrîs Berzanî û Fazil Mîranî re dicivin. Mesûd Berzanî ji Derwêş re dibêje: ”Şertên me giran in, em li virê hatine girêdan, ez ê nemeyek ji bo Mam Celal binivîsim û bidim te, niha ew li Şamê ye; ev pêşmergeyên me yên ku belav bûne, bila bicivîne û carek din em ê dest bi şoreşê bikin.” (22)

Dîsa li gor wan agahdariyan; Derwêş wê nameyê dibe Sûriyeyê, Mele Mistefayê Hilêlîyê jî bi xwe re dibe û diherin Şamê. Mam Celal ji mektûbê agahdar dikin. Li ”Qahwexaneya Hawanayê” Derwêş û Mam Celal hevdu dibîne û wê mektûbê dide Mam Celel. Piştî Mam Celal mektûbê dixwîne, ji Derwêş re dibêje:

”Sal 1966, dema ku ez ji Şoreşê qetiyam, min dizanîbû ku wê encam bibe ev, ji ber ku ev Sewre ya eşîrtî bû, bi emperyalîzma Emerîkanê ve girêdayî bû…

Derwêşê Sado gotiye Mam Celalî:
- Eger tu û Mesûd Berzanî bibin yek û careka din dest bi şoreşê bikin, çêtir e. Ew xeletîyên te kirine jî, wê bêne jibîrkirin. Îro kurd muhtacî yekîtîyê ne.

Mam Celal gotiye Derwêşê Sado:
- Ez bi Mesûd re nabim yek û ez ê partiyek nû ava bikim. Hun alîkariya min dikin yanena?

Derwêşê Sado gotiye Mam Celalî:
- Em alîkariya te nakin. Eger tu bi ya min bikî, tu partiyek nû jî çênakî…

Derwêşê Sado ji Şamê vegeriya û dîsa çûye Îranê (Kerec) ba Mesûd Barzanî û mesela Celal Telebanî gotiye wî. Mesûd piştî ku ji Mam Celal bêhêvî maye, gotiye Derwêşê Sado:
- Em qiyadeyeke muwaqet ava bikin bişînin ba te, divê tu li ber barê wê rabî.

Derwêşê Sado gotiye Mesûd Berzanî:
- Li ser çavan, çi îmkanên min hebin, ez amademe.”
(23)

Di derheqê vê mektûbê de, em vê gavê nikarin tiştekî misoger bibêjin. Eger di warê vê mektûbê, naveroka wê û agahdariyên ku Derwêş dide de tiştek hebe, ancax kek Mesûd Berzanî û Mam Celal dikarin bibêjin.

Lê di vî warî de çend nuqte hene ku divê mirov li ser raweste:

1) Derwêş dibêje ku ew weke sekreterê PDKTyê çûye Îranê, Serok Barzanî, Idrîs Bezanî, Mesûd Berzanî û Fazil Mîranî dîtiye, bi wan re civîn çêkiriye û dûre mektûba Mesûd Berzanî ji Celal re birîye… Lê em dizanin ku di wê demê de, siyaseta PDKTyê bi awakî hişk li dijî Celal Talabanî bû. Ji ber vê yekê, gelo haya Koma Navkom ya PDKTyê ji vê meseleyê hebû ya na? Gelo Derwêş weke sekreterê Partiyê agahdarî daye havalên xwe yên berpirsiyar ya na?

2) Hinek agahdariyên din û îdea hene ku Derwêş piştî Şoreşa Kurdistana Iraqê şikestîye, têkilî bi Celal Telebanî re daniye; Celal Telabanî û ”Yekitîya Niştîmanî Kurdistan-YNK” alîkarî bi Derwêş re kirine. Heta em ji bîranên Necmettîn Buyukkaya dizinin ku ev pirs di nav PDK-T (Partiya hevalên berê yên Dr. Şivan) û Yekitiye de bûye mijara gotûbêjan:

”Rêxneyên PDK-T ji bo YNKyê:
YNK li Kurdistana Turkiyeyê dest ji peywendiyên bi şexsan re bernade. Heta tu mezeretê têde nabîne ku bi bepirsiyarên hinek hêzên dijmin û paşverû re pêwendiyên nêzîk deyne, alîkariya wan ya Kileşînkofan dikin. Eger YNK pêwendiyên xwe bi wan berpersirsiyarên hêzên paşverû re pêjdetir nebirin; ev jî ji sebebê pêvegirêdayina wan kesên paşverû bi QM e û nexwestina wan ne. Wek  Av. M.A.D, Derwêşê Sado, Hecî Suphî.”
(24)

Necmettin Buyukkaya, di serlêdana xwe ya 7.8.1976an ya Sûriyeyê de û munaqeşa xwe ya bi Nûşirwan re ya li ser van têkiliyan weha dinivîse:

”Li ser têkilîbûna wan bi Kurdistana Turkiya re min û Nûşirwan me gelek munaqeşe kir. Min got:
- Divê ew bi kesan re ne din û nestînin. Kesan xurt ne kin. Hele Partiya me re tucar têkila kesên ku em naxwzin çê ne kin.
Wek ku min bihîst, tenê pênc Kileşînkof dane Sebrî Wesek, Du-sê Kileşînkof jî dane Derwêşê Sado. Bi rastî ez ji siyaseta wan a wusa tu ne razî me.”
(25)

Necmettin Buyukkaya di kombûneke bi YNK ya 28.4.1976an jî weha dinivîse:

”Derwêşê Sado jî name şandiye. Gotiye em di emrê we de ne. Ew dibêjin reya wan ew e ku Derwêş sedî sed çend alî dilîze.” (26)

Niha eger kêm ya jî zêde pêwendiyên Celal Telebanî û YNK bi Derwêş Sado re tunebin, ji bo çi PDK-T ku dostê Yekitiyê ye, vê meselê bike weke pirsgirêk û di derceya merkezî de bike mijara gazin, gotûbêj û rexneyan!

Li gor aghadariyên Mistefa Fislî dide; berî Kongreya 1975an Derwêşê Sado dihere Sûriye û li wir Celal telebanî dibîne. Şoreşa Kurdistana Iraqê çikestîye, ji dervî komak hezkirên wan yên ji dil, gelek grub, rêxistin û kes rexneyên tund li PDKI û bi taybetî li serokatiya Şoreşê digrin. Di wê demê de Cela Talabanî li Sûrîye ye û di warê madî, çek û piştgiriya hinek hêz û dewletan de gelekî xurt e. Gelek berpirsyar û kadirên berê yên Şoreşê jî li dora xwe civandiye û stêrka vî geş bûye. 

Gava Derwêş ji Sûriyeyê vedigere, meleyekî endamê Partiyê û Mistefa ji bona Derwêş bi rê bikin, li îstasyona trênê ya Diyarbekirê ne. Mistefa wê gavê kadirekî çalak yê PDKTyê ye û bi taybetî di nav xort û xwendevan de xwedî roleke taybetî ye. Li wê derê ji bo Derwêş pesnê Celal Talabanê dide, Mistefa şaş dimîne ...(27)

Nameya Celal Telebanî ji Derwêşê Sado re

Weke li jor hatiye diyar kirin; Derwêşê Sado di bîranînê xwe de dubare behsa nameya ku Mesûd Berzanî daye wî û wî jî biriye daye Celal Telebanî dike. Lê gelekî balkêş e, ku Derwêşê Sado behsa mektûba Celal Telebanî jî ji wî re şandiye nake!

Di Kongreya 1975an de, Derwêşê Sado ji sekreteriyê îstifa kir; lê di vê kongreyê de ew weke endamekî Koma Navkom û dûre jî weke endamekî Polît Buroyê hate hilbijartin. Lê wêha xuyaye ku piştî kongreyê jî pêwendiyê Derwêş û Celal Telebanî dom kiriye. Mistefa Fislî ku di wê demê de endamê Polît Buro yê PDKTyê ye; li ser mektûba Celel Telebanî ku ji Derwêşê Sado re şandiye weha dibêje;

Ji bo civîna Polît Buroyê em li mala Mele Mihemed Efe civiyabûn; Mele Mihemed, M. Elî Dînler û ez li benda Derwêş bûn. M. Elî Dînler ji me re got ku `Tiştekî Derwêş ketiye destên min, hun ê bibînin bê ez ê çi îşî bînim serê wî` û ji me re got ku mektûba Celal Telabnî ya ji Derwêş re şandiye, ketiye destê wî. Dûre bahs kir ku bê mektûb bi çi awayî ketiye destê wî.

Ji Qamîşloyê yekî bi navê Xelîl li gor talîmata Celel telebanî, mektûba Celal Telebanî tîne Midyatê, da ku bide Husênê Hiso ya jî birayê wî Evdo û ew jî bighînin Derwêş. Ew her du jî endamên Partiyê ne û gelekî nêzîkî Derwêş in. Xelîl tê Midyatê, lê herdu bira jî ne li malê ne. Li ser vê yekê jî ew vedigere Cizîrê, dihere cem M. Elî Dînler û mektûbê dide wî û jê re dibêje ku divê ev mektûb bigihêje Derwêş.

Ji xwe di wê demê de M. Elî Dînler sekreterê Partîye ye. Mektûb bi erbî hatiye nivîsandin. M. Elî Dînler mektûbê dide xwendin. Dibîne ku Celal Talabanî silavan ji Derwêş re dişîne, spasiyê xwe ji bo alîkariya ku wî kiriye dike û di hinek waran de daxwaza berdewamiya alîkariyê ji wî dike.

Av. M. Elî Dînler, kopiyek wê mektûbê li cem xwe dihêle û mektûbê bi xwe re tîne civînê. Mele Mihemed bi erebî dizane, mektûbê dixwîne û tercûme dike. Piştî Derwêş tê civînê, M. Elî Dînler mektûbê dide Derwêş û dibêje ”ev mektûba Celal Telebanî ye û ji te re şandiye. Ka ji kera xwe re ji me re bixwîne”.

Derwêş pêşî dibêje ku ”Celal gazina dike, ku hevalên me pêşiya wan digre…” Mele Mihemed ji Derwêş re dibêje ku ew weha nabêje û naveroka mektûbê ji Derwêş re dibêje. Li ser vêya Derwêş dibeje, ”ji Celel heye ku ez dostê wî me”. Gava M. Elî Dînler zorê dide û dibeje kopiyek mektûbê li cem wî jî heye, Derwêş dibêje,  ”min ji Idîs Berzanî wezîfeye girtiye da ku ez bikaribim malûmatan ji Celel Telebanî bigrim û bighînim wî”.

Li ser vê ya, M. Elî Dînler dibêje; ”Derwêş ma weha dibe, tu endamê Polît Buraya partiyekê ye û tu bê haya hevalên xwe wezîfê ji partiyek din digre. Em vê yekê nikarin qebûl bikin”.

Dîsa li gor agahdariyên Mistefa dide; di wê dema ku wan civînên xwe yên Koma Navkomê çêdikirin de, du sê caran tu nemane ku ew ji aliyê ”Isyiqbarata Turkiyeyê ya Milî- MIT” ve bêne girtin. Derwêş di bin taqîba MITê de ye û ev ji bo Partiyê, endamê Koma Navkom û Polît Buroyê xeterek mezin e. Piştî mektûba Celal Telabanî jî dikeve destê Partiyê, Koma Navkom biryar dide ku êdî pêwendiyên Derwêşê Sado ji PDKTyê bibirin û bi vî awayî têkiliyên xwe ji Derwêş qut dikin... (27).

Ji xwe di kitêba bîranînên Derwêşê Sado de hatiye diyar kirin ku ”çavên muxaberata Tirkiyê hertim li ser Derwêşê Sado bûne, ew bi kur ve çûye û çi kiriye, ji aliyê wan ve hatiye şopandin. Gelek caran jî girtina Derwêşê Sado tenê bi wateya vekişandina wî ji doza kurdî û tirsandina wî çebûye û bê ku îfade jê wergirtibin berdane” (28).

Di sala 1977an de PDKTyê kongreya xwe ya sisyan çê dike. Ji bo ku Derwêş endamê Koma Navkom e, li gor destûra Partiyê mafê wî heye ku were kongreyê, xwe di kongreyê de biparêze û kongre di derheqî wî de biryara dawî bide. Amadekarên kongreyê sekreterê Partiyê Av. M. Elî Dînler û Hecî Suphî ne. Lê ew gazî Derwêş nakin ku beşdarî kongreyê bibe û di kongreya sisyan de, Derwêşê Sado bi biryara kongreyê ji PDKTyê tê avêtin.

6) Çend têbinî li ser navê PDKT û KUKê

Di bîranîn Derwêşê Sado de, behsa ji bo çi Derwêş ji PDKTyê hatiye avêtin, nehatiye kirin; lê li ser dema kongreya 1975 û 1977an weha hatiye nivîsandin:

”Piştî kongreya 1975an a PDK-Tyê Derwêşê Sado ji rêzdar Tahir -Av. Elî Dînler- (29) feraxet kiriye Tahirî sekreteriya Partiya demokrat a Kurdistana Turkiyê domandiye, grûbek di nava PDKT-T de xwe bi navê KUKê bi rêxistin kirine Partiyê birine Kongreya awarte.

Ev kongre di 1977an de li Geliyê Qesrê hatiye kirin. Derwêşê Sado çendî ku endamê Meclîsa Partiyê bûye jî, ew venexwandine Kongreyê. Ji vê yekê zêdetir, Derwêşê Sado bi biryara ”Kongre”yê ji Partiyê hatiye avêtin… Demeke şûn de ew şaxê bi navê KUKê êdî desthilatiya xwe bi temamî li ser PDKê daye rûniştandin û dest bi tesfîyekirina kesên ku li ser rêbaza Berzaniyê Mezin bûne kiriye. Lê bi hezaran kes nerazîbûna xwe ji wê diyar kirye…” (30).

Hinek aghadariyên ku Derwêşê Sado li jor dide ne rastin. Loma jî divê mirov bi çend xalan vê meselyê zela bike.

1- Weke min berê jî diyar kiribû; Derwêşê Sado di kongreya 1975an de ji M. Elî Dînler re ”firaxet” nekirye û ew nekiriye sekreterê Partiyê. Piştî Derwêşê Sado ”mecbûr” ma ji sekreteriyê îstifa bike, Av. M. Elî Dînler bi yekdengiya kongreyê weke sekreterê PDKTyê hatiye hilbijartin.

2- Di wê demê de, ne navê KUKê û ne jî grûbek bi navê KUKê heye. Îmzeya bi navê KUKê cara pişîn ji bo ku navê PDKT di her bûyeran de neyê bi kar anîn, di bihara sala 1978an de ji aliyê PDKTyê ve weke taktîk hate bi kar anîn. Yanî piştî kongreya 1977an bi 6 mehan îmzeya KUKê hatiye bi kar anîn. Ango KUK û PDKT ne du rêxistin û grûbên cihê ne; ew her du jî yek rêxistin e û PDKT bi xwe ye.

Lê piştî ev nav di nav xelkê û ciwanan de bi germî hate qebûl kirin, di binê belavokên Partiyê de carna îmzeya KUKê û carna jî îmzeya PDKT-KUKê hate bi kar anîn. Hinek kes bi nezanî û hinek kes jî bi zanebûn ku yek ji wan jî sekreterê berê yê PDKTyê Derwêşê Sado ye, vê meseleyê tevlihev dikin.

Navê PDKT di konferansa 1981ê hate rakirin û piştî wê jî êdî rêxistinê, kurdî û tirkiya vî navî, ango ”Rizgarîxawzên Neteweyên Kurdistanê (Kurdistan Ulusal Kurtuluşçulari) RNK-KUK” bi hev re bi kar anîye. Ez dê pêş de li ser vê meseleyê bi awakî berfireh rawestim.

Bê guman, mirov dikare di çarçeweya siyasî, rêxistinî û destûrî de bûyeran binirxîne û rexneyan bike; ev tiştekî xwezayî ye û dibê bê kirin. Lê divê mirov bi navê siyasetê rastiyê serûbinî hevdû neke; dezînformasyon û agahdariyên şaş û ne rast nede.

3- Di bîranînê Derwêşê Sado de; Kongreya 1977an ya PDKTyê weke kongreyek awarte hatiye nîşan dan. Ev agahdarî jî ne rast e û kongreya 1977an ya PDKT ne kongreyek awarte ye. Li gor destûra PDKTyê, kongre ji du salan carekê çêdibû. Kongra dudan ya Partiyê di payiza 1975an de hatibû çê kirin û kongreya sisiyan ya PDKTyê jî di payiza 1977an de hatiye çê kirin. Berpirsiyarê amadekarê kongreya 1977an jî sekreterê Partiyê Av.M. Elî Dînler e. Wê gavê gelo ji bo çi û bi çi awayî Derweşê Sado dikare Kongreya 1977an weke ”kongreya awarte” nîşan bide?!

4- Di meseleya ji bo çi Derwêşê Sado venexwandine Kongreya 1977an de, li gor destûra Partiyê, Derwêş bi heq e. Weke min li jor jî diyar kirye; li gor destûra Partiyê divyabû Derwêş bihate dawet kirin. Koma Navkom ya Partiyê nûnerên kongreyê aghadar bikira, bê ji bo çi Derwêşê Sado ji Partiyê bi dûr xistine. Herweha divyabû mafê Derwêşê Sado jî hebûya ku di kongreyê de xwe biparasta û bi dû re kongreyê di derheqê wî de, biryara dawî bida.

5- Piştî kongreya 1975an di nav PDKTyê de di warê nerên siyasî de, du xet derdidek holê. Xetek ji wan bi ”neteweperweriya burjuvajî”  ya din jî ”neteweperweriya hevdem, şereşger û sosyalîst” dihate bi nav kirin. Ev cihêrengî çiqas rast bû, xeta di nav herdu aliyan de çiqas qalind bû; bi kurtayî realistî û nerealîstiya vê meselyê, mijara lêkolîn, şîrove û gotûbêjek bi serê xwe ye.

Di vê kongreyê de teva hinek kompremîsan, taslaxa program û destûra nû ya ku ji aliyê xeta dudan ve hate pêşkêş kirin, hate qebûl kirin. Di vê programê de xala herî balkêş, daxwaza ”Kurdistanek serbixwe” bû. Di hilbijartina Komîteya Merkezî de jî lihevhatin û kompremîs hate kirin; bi hejmarek ne zêde, piranîya Koma Navkomê ji namzetên xeta duyem hate hilbijartin.

6) Çarçeweya siyasî ya programa PDKTyê ku di Kongreya 1977an de hate qebûl kirin û çarçeweya siyasî ya PDKI- Qiyada Muwaqet, ji dervî daxwaza Kurdistanek serbixwe çi bigre weke hev bûn. Herweha di wê demê de û piştî giraniya xeta PDKT ya nû; yê bi her awayî piştgirî û alikariya ”Qiyada Muwaqet” dikir, dîsa ev xeta PDKT ya nû bû. Ango êdî program, destûr û siyasetek nû ya PDKTyê hebû. Ev program û çerçeweya siyasî ya PDKT û ”Stratejiya nû ya PDKI-Qiyada Muwaqet” di gelek waran de nêzîkî hev bûn. Wê gavê ya divê Derwêşê Sado ji bo ”Stratejiya Nû ya PDKI-Qiyada Muwaqet” jî bibêje ew li dijî ”rebaza Berzaniyê Mezin” bû ya jî ew îdeayên wî yên ji bo PDKT-KUKê dibêje, bê ast û astar in.

Herweha îdeayên ku Derwêşê Sado dibêje KUKê ”dest bi tasfiyekirina kesên ku li ser rêbaza Barzaniyê Mezin bûne kiriye. Lê bi hezaran kes nerazîbûna xwe ji wê diyar kirye…” îdeayên bê bigeh in û ne îdeayên siyasî ne. Gelo di dema sekreterya Derwêşê Sado de û heta dema kongreya 1977an de çiqas endamên Partiyê hebûn û di dema ”PDKT-KUK” de çiqas endam û piştgirên Partiyê hebû?

Herweha kesên di wê demê de hinekî bi siyasetê mijul bûne û xwedî bext in, baş dizanin ku di warê potansiyela xelkê de, di tu demê de PDKT wek dema piştî kongreya 1977an ew qas berfireh nebûye.Tu dev ji ”bi hezaran kesan nerazîbûna xwe diyarkirin” berde, nivîskarê kitêba ”bîranînên” Derwêşê Sado bi xwe jî di nav refê PDKT-KUKê de cih girtibû.

Bê guman divê mirov li ser kêmanî û şaşiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin raweste; bi awakî siyasî wan analîz bike û dersên pêwîst jê derxîne. Lê mirov nikare wezîfeyek weha bi dezînformasyon û îdeayên bê bingeh pêk bîne…

7) Meseleya du mohrên PDKT

Wek tê zanîn di operasyona sala 1968an de bi hinek ewraqên PDKTyê, mohra PDKTyê jî hate girtin. Çar demezrînerên Partiyê zêdeyî salekê girtî man û di 25.02.1969an de hatin tahliye kirin. Derwêşê Sado di bîr anîn xwe de dibeje ku di dema Dr. Xetîb xwestiye PDKTyê ji nû ve vejîne, hatine cem wî. Wan xwestine ku ew jî beşdarî nav vê xebatê bibi û wî jî ev teklîf qebûl kiriye û dema Dr. Xetib tunebûna mohra partî gotiye, Derwêş gotiye: ”Niha muhrek li ba min heye, yek jî li ba gorbihişt Saîd Elçî bû…” Derwêşê Sado ew muhra li ba xwe daye Dr. xetîb (31).

Di vê rewşê de, dibe ku piştî tahlîyeya Mahkemeya Antalyayê, PDKT ji nû ve mohrek an du mohr dabin çê kirin. Bi qasî ku em dizanin, rêxistin û partiyên îlegal yên wê demê, bêtir yek mohr çe dikirin û ew jî li cem sekreter, ya jî li ber destê sekreterê rêxistinê bû. Lê em vê meselaya teknîkî bidin aliyekî; weke em dizanin, sekreteriya Derwêşê Sado heta kongreya sala 1975an dewam kiriye û di vê kongreyê de Av. M. Elî Dînler dibe sekreterê PDKT.

Li gor destûr û prensîbên siyasî divyabû sekreterê berê Derwêşê Sado mohra Partiyê jî teslîmî sekreterê nû Av. M. Elî Dînler bikira. Lê ji bîranînên Derwêş diyar dibe ku wî mohra Partiyê li cem xwe hiştiye. Her çi hîkmet e, Derwêşê Sado
ji sekreteriya Partiyê ”feraxet” dike, lê ji mohra Partiyê ”feraxet” nake. Lê gava Dr. Xetîb li dîjî PDKT-KUKê xwedegiravî dixwaze PDKTyê ”vejîne”, Derwêş radibe mohra li cem xwe veşartiye, dide Dr. Tahir!

Amadekirin: Zinar Soran

------------------------------------

Têbinî û çavkanî:

(22) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.189.
(23) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.189 -190.
(24) Necmettin Büyükkaya, Kelemımden Sayfalar, weşanên APEC, r. 247.
(25) Necmettin Büyükkaya, Kelemımden Sayfalar, weşanên APEC, r. 223.
(26) Necmettin Büyükkaya, Kelemımden Sayfalar, weşanên APEC, r. 199.
(27) Ji aghadariyên Mistefa Fislî. Mistefa Fislî di navbîna 1975 û 1977an de endamê Koma Navkom û Polît Buroyê ya PDKT bû. Piştî kongreya 1977an jî bû sekreterê giştî yê PDKTyê.
(28) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.194.
(29) Tahir, diyar e ku naznavê Av. Elî Dînler e. Di nav bîranînên Derwêşê Sado de, bi dehan kesan navên wan yên rastî derbas dibe, lê ez nizanim ji bo çi Derwêş navê rastî yê Av. Elî Dînler bikarnayîne. Ji xwe di gelk îdeaname û belgeyên mahkemeyên tirkan de, navê Elî Dînler weke sekreterê PDKTyê derbas dibe!  
(30) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.189.
(31) Zeynelabidîn Zinar, b.n.d. r.186.

SERASTKIRINEK:
Di beşê ”PDKT û Çend Bûyerên Balkêş - 2” de, li ser hevdîtina Saîd Elçî û Seracettin Unlu de, agahdariyek şaş hatiye nivîsandin. Ew hevdîtin ne li hepsa Diyarbekirê, li hepsa Antalyayê çê bûye. Di vî warî de, birêz Şakir Epözdemir ev têbiniya li jêr ji min re şand. Ji bo vê serastkirin û vê agahdariya ez spasî birêz Şakir Epözdemir dikim:
”Şeva ez hatim girtin, nemeya ku wê me ji Seracettin Unlu re rêbikira, di bêrîka min de hate girtin. Di vê nameyê de, me ji wî xwestibû ku ew medyayê û derdorê taqîb bike û li ser siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li ser kurdan heyvê carekê raporekê amade bike û bide me. Daxwazek me jî ew bû ku ew makîneyeke teksîrê bazar bike û xeberê bide me da ku em bikirin. Lê me negotibû me pozisyona te bi vî rengî guhertîye.
Seracettin Unlu jî hate Antalyayê û beşdarî celseya yekemîn ya 27ê Îlonê ya 1968an bû. Wî îfadeya xwe gelekî baş da. Bi îhtimaleke xurt rahmetiyê Saîd Elçî, weke mîsala Şerafettîn Eîlçî, nexwest zerarek bighêje wî û ji wî re gotibe ku xwe ji me dûr bike”. Wî jî piştî wê xwe ji me dûr kir. Loma jî ew biryara di derheqê endametiya Komîteya Navendî ji wî re nehat gotin û ew biryar nekete jiyanê...” (Şakir Epözdemir)

 

 

 

 

Gotinên Klît: ...

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV