Serrûpel Nûçe 10 Gundiyên hatibûn revandin vegeriyan

10 Gundiyên hatibûn revandin vegeriyan

Belav bike

Li navçeya Amedê Lîceyê ve girêdayî li gûndê Bayirliyê, hefta çûyî jê yek jin 10 gûndî ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibûn revandin, hatin berdan. 
10 gûndî ji aliyê gerîlayên PKKê ve nêzika gûnd hatin berdan. Piştî serbest berdana gûndiyan hêzên ewlekaria Tirkiyê ji bo îfade girtinê gûndî birine fermendariya cendermeyan. Gûndiyan li Fermandariya Cendermeya navçeya Lîceyê hatin girtin, bi bikaranîna “mafê bêdenkmayînê” îfade nedan. 10 gûndêyên li fermandariya cendermeyan tên kirtin wê sewqa dozgeriya komarê bêne kirin.   
Navê 10 gûndiyan ew e; Emine Çelik, Mahfuz Çelik, Mehmet Çelik, Yaşar Çelik, Ahmet Alkin, Eşref Yilmaz, Ramazan Yilmaz, Mehmet Emin Yilmaz, Şahabettin Yilmaz û Nuri Alpaslan.
Ev gûndiyana bi sedema sala çûnê di kuştina 3 PKKîyan de berpirsyariya wan heye hatibûn revandin. Piştî revandina wan, 35 cerdevana çek berdabûn.