Serrûpel Nûçe Esed 24 Tirk binçavkirin

Esed 24 Tirk binçavkirin

Belav bike
 Hêj aloziya balefira Tirkiyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bidawî nebûyî, pirsgirêkeke din li aloziyê zêde bû. Li gor nûçeya çapemeniya Tirkiyê, hêzên rejîma Esed 24 welatiyên Tirkiyê ji otêlên lê diman rakirin û ew xistin zîndanê. Li gor tê îdîakirin 2 kes ji wan birîndar in û îşkence li welatiyan hatiye kirin. We diyare dê pirsgirêk di navbera Sûriyê û Tirkiyê de kûrtir û germtir bibe. Heta niha berpirsên bilind yên Tirkiyê der barê girtinê de tu daxuyanî nedane.

 

Avestakurd