Serrûpel Nûçe Ev 10 roman ji bo mêjiyê mirov baş in

Ev 10 roman ji bo mêjiyê mirov baş in

Belav bike

Li Zanîngeha Toronto psîkiyatr Keith Oatley û Ingrid Wickelgren gotarek weşandine. Li gorî lêkolîn û gotara zangarên Zanîngeha Toronto, wêje li ser mêjiyê mirov tesîreke zêde berdide û dibe sedema pêwendiyên xurttir. Çimkî mirovek dema ku romaneke serkeftî dixwîne, xwe dike şûna lehengê romanê û bi vê him cihana xeyalên xwe firehtir dike him jî pêwendiyên xwe yên bi civakê re xurtir dike.
Romaneke serkeftî mêjiyê mirov werar dike û li ser liv û tevgerên mirov jî bandoreke li ber çavan berdide.
Her du zanyarên Amerîkî, li gorî lêkolînên xwe, navê 10 romanên ku zêdetir mêjiyê mirov werar dike eşkere kirin.
Lîsteya ev 10 romana wiha ye:  

1- Johann von Goethe / Êşên Werthera Ciwan (1787)
2- Jane Austen / Evîn û Şanazî (1813)
3- Nathaniel Hawthorne / Lekeya Sor (1850)
4- Gustave Flaubert / Madam Bovary (1856)
5- George Eliot / Middlemarch (1870)
6- Leo Tolstoy / Anna Karenina (1877)
7- Virginia Woolf / Dalloway  Xanim (1925)
8- Toni Morrison / Yar (Xoşewîst) (1987)
9- J.M. Coetzee / Fedî (1999)
10-Muhsin Hamid / Olperestê Bêdil (2007)

AVESTA KURD