Serrûpel Nûçe Helbestvan û berdevkê komela Kurd oxir be!

Helbestvan û berdevkê komela Kurd oxir be!

Belav bike

Helbestvan, siyasetvan û berdevkê komela Kurd oxir be!

Hezar mixabin hat tespît kirin ku nexweşiya wî pençeşêr e. Piştî ku nexweşiya wî tespît bû, ew li Edeneyê tedawî bû. Lê ew tedawîya wî encam negirt, rewş û nexweşiya wî di demek kurt de giran bû. Wê demê ew ji Edeneyê anîn Amedê. Li Amedê jî jiyana wî dirêj dom nekir. Ew pêr (30. 10.2012), li bajarê ezîz li Amedê çû ser dilovaniya xwe.

Mirina wî di demek kurd de di nav kurdan de belav bû. Dûho jî heval û dostên wî yên helbestvan, siyasetmedar; malbata wî ew li Goristana Yenî Koyê binax kirin. Beriya ku bê binax kirin û xatir jî wî bê xwestin, civînek ji bona wî hat li dar xistin. Di wê civînê de li ser jiyan, xebatên wî hat sekinandin. Zêdetir jî li ser jiyana wî ya edebiyadzanyarî û helbestvanî hat sekinandin. Hezar mixabin li ser taybetiyên wî yên din nehat rawestandin. Ev kêmasiyek mezin bû. Ez jî dixwazim li rêzên jêr li ser vê pirsê rawestim û dixwazim taybetiyên wî yên din ji xwendevan re diyar bikim.

*****

Siyasetmedar Arjen: Endamê Tevgera Şivanparêz û DDDKê…
Arjen Arî di sala 1956-an de li Nisyebînê li gûndê Çalê tê dinyayê. Ew jî wek her zarokekî dest bi dibistanê dike. Ew li dibistanê wek her xwendevanekî kurd rastiya gelê kurd ya tehl û nexweş fahm dike. Ew dema xwendevanê bakeloriyeyê dibe xwediyê bîrûbaweriyên kurd û kurdistanî.

Wek tê zanîn, desthilatdariya dîktatorî a darbeya Leşkerî ya 1971-an, xwestibû ku tevgera milî a kurd ji holê rake. Lê ev yeka nikarî bû. Tevgera milî a kurd piştî salên 1974-an xurttir bû û geştir bû.

Li Bakûrê Kurdistanê gelek rêxistinên siyasî bi awayekî îllegal/veşartî/nihênî hatin ava kirin. Partî Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê jî xwe jinûve ava kir; di nav wextek kurt de jî bû tevger û rêxistinek xurt.

Ev tevgera di nav gel de jî wek DDKDê hat nas kirin.

Arjen Arî jî wek kurdperwerekî di nav DDKê de cî girt.

Arjen Arî, beriya bibe helbestvan, bû siyasetmedarekî îdealîst. Ji bona serxwebûn û azadiya Kurdistanê tevgeriya.

Lê wî dema ku di nav tevgera DDKDê dest bi xebata siyasî û kurdperwerî kir, di heman dem de dest bi nivîsên helbestan jî kir.

Arjen Arî jî, ji tofan û dîktatoriya faşîst ya 12ê îlona 1980yî bû xwediyê par. Ew jî wek dehhezaran kurd hat binçav kirin û hepis kirin; işkence dît.

Arjen Arî piştî ku ji hepsê derket hem kurdperweriya xwe di çarçeweya siyasi û edebîyad û helbestvanî de meşand.

Di salên 90î de dema ku li Kurdistanê agirê mirinê dibarî; Dewletê, PKKê, Hizbullahê bêperva mirov dikuştin, wî jî ji wan êrîşan par a xwe girt. Ew jî birîndar bû û lê ew ji xeteriya mirinê xelas bû.

Helbestavaniya wî…
Arjen Arî, di sala 1976-an de dest bi nivîsa helbestan dike. Cara pêşî helbesta wî di sala 1979-an de di Kovara Tîrêjê de tê çap kirin.

Tîrêj, kovara çand û edebiyad û zimanê kurd bû. Bi tevayî kurdî bû. Di van salan de kovarek çandî û edebî bi tevayî kurdî çap kirin gelek girîng bû. Ji dua liyan de gelek girîng bû. Aliyek, dewletê îzin nedida ku bir kurdî kovarek derkeve. Ew kes û nivîskarên bi kurdî kovar çap dikirin, rîskek mezin digirt ser milên xwe. Ew kesan hepis dibûn û ceza digirtin. Ne bes kovar û rojnameyên bi kurdî, ew kovar û rojnameyên pirsa Kurdistanê û neteweya kurd jî ji bona xwe dikir mijarên sereke jî di bin rîskê de bûn. Berpirsiyarên wan bi cezyaên giran dihatin mehkum kirin. Aliyên din, wê demê kesên kurdî dixwendin û dinivîsandin gelek kêm bûn.

Kovara Tîrêj, ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên hevalbendên Tevgera DDKDê bûn dihat meşandin û çap kirin. Karekî gelek pîroz bû.

Ew rewşenbîr û nivîskaran, hem karên edebî û çandî dimeşandin, hem jî kurdiya siyasî dimeşandin.

Arjen Arî, pişt re jî xebata xwe ya helbestvanî meşand. Di nav demê de bû profesyonel û xebatkarê helbestên kurdî.

Wî, helbestên xwe di gelek pirtûkan de civand ser hev.

Pirtûkên wî ew in: 1) Ramûsanaminveşartin Li Geliyekî, 2) Ev Çiyan Rûspîne, 3) Destana Kawa, 4) Eroûtîka, 5) Bakûrê Helbestê, 6) Şêrgele, 7) Çil Çarîn, 8) Bîhoka Li Pişt Sînor, 9) Kulîlkên Behîvan, 10) Gorî, 11) Bindest.

Hemû helbestên wî hestên kurdî, kurdperwerî, mirovhezî, evîndarî dike mijar. Dema ku xortekî kurd û kesekî kurd helbestên Arjen Arî bixwîne, dikeve bin bandora kurditî.

Loma jî Arjen Arî, di çand û edbiyada kurd û di entellektuelîzma kurd de xwediyê rolekî ye.

Arjen Arî bes li Bakûrê Kurdistanê ne, li beşên din yên Kurdistanê, bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê baş tê nas kirin.

Helbestên wî, li Bakûrê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê di gelek kovaran de çap bûne.

Li Bakûrê Kurdistanê, di kovara Rewşenê, Nû Biharê, Gulistanê, Kevanê, Tîrojê, Wê û Peyvê de; li Başûrê Kurdistanê, di Kovara Nûbûnê, Kerwanê de; li derveyî welêt, di Berbangê, Kurdistan Pressê, Çirayê de, çap bûn.

Ew berdevkê Komela Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê) bû…
Tê zanîn ku li Tirkiyeyê girêdayî siyaseta fermî a dewletê ku kurdan înkar û red dike, bi nasnameya kurd û Kurdistanê rêxistinên sivîl û siyasî ava kirin qedexe bûn.

Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd jî zor nedidan vê qedexe ye, ku ev qedexeya ji holê rabe. Bes di Weqfa Kurdî de ev yeka pêk hatibû. Piştî Weqfê, hat gotin ku “weqif dikarin bi nasnameya ‘kurd’ vebin lê komela venabin/ava nabin.”

Min û grubek heval, me, di sala 2005-an de biryar da, ku li metropolan û li Kurdistanê bi nasnameya “kurd” komelayan ava bikin. Ev projeya me, ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedaran de wek helwestak bê mane û encamnayêgirtin hat şirovekirin.

Lê em di wê baweriyê de bûn, ku gûhertinên de factoyî yên li Tirkiyeyê, derfet derxistiye holê ku bi nasnameya “kurd” komela ava bibin.

Me girêdayî vê nêrîna xwe dest bi xebatê kir. Di destpêkê de li Enqereyê Komela Kurd a Enqereyê hat ava kirin. Pişt re jî li Diyarbekîrê xebata avakirina Komela Kurd a Diyarbekîrê dest pê kir.

Arjen Arî, ji bona avakirina Komelaya Kurd a Diyarbekîrê beşdarî xebatan bû. Encama xebatek dûrûdirêj û bi plân Komelaya Kurd a Diyarbekîrê hat ava kirin.

Arjen Arî jî bû damezrênêrê komelayê. Damezrênêran di heman dem de ew ji bona rêvebiriya komelayê jî hilbijartin. Ew di nav rêvebiriyê de jî bû berdevkê komeleyê.

Di Komelaya Kurd a Diyarbekîrê de sê berdevik hebûn. Berdevikên komelayê, Ez, Arjen Arî, Şeyhmûs Aykol bûn.

Komelaya Kurd a Diyarbekîrê cara yekem li Kurdistanê bi zarava kurdî û dimilkî xebatên xwe meşand. Semîner û konferansên xwe bi kurdî li dar xist. Bi çapemeniyê re bi kurdî civîn pêk anî.

Di vê xebatê de hîç şik tûne ye, ku rola Arjen Arî jî girîng bû.

Civîna Oxirê…
Civîna oxirê bi gelek kêmasî pêk hat.

Di vana salên dawî de fikrek otorîter û nedemokrat heye, ku dixwaze dîroka miletê kurd û kesên welatparêz û nivîskaran bi çarçewetyekê sînor bike; dîrokek fermî çê bike. Lewra dema ku bi tevayî ji dîrok û jiyana wan rewşenbîr û nivîskaran bê bash kirin, dîroka resmî ya ava dibe, dikeve xeteriyê.

Di civîna oxirkirina Arjen Arî de jî ev yeka bû. Bes jı jiyan wî ya helbestvanî hat bahs kirin. Ji jiyana wî ya komelayetî u siyasî nehat bahs kirin.

Loma jî axevtevan jî gorî wê konseptê hatibûn sînor kirin.

Di vê civînê de jî monopoliya PKK/BDPê hebû.

Helwesta çapameniya kurd jî gelek balkêş bû. Çapemeniya kurd bi her kesekî re heypeyvîn çêkir. Wan baş dizanîn ku Arjen Arî di van salên dawî bi min re û damezrênêrê Komeleya Kurd a Diyarebkîrê re ji nêzik de xebat kiriye. Bi min re û bi damazrênêrên Komelaya Kurd a Diyarkekîrê re, ji tirsa PKK/BDPyiyan hevpeyvîn çê nekirin.

*****

Arjen Arî, zû ji nav me koç kir. Wî zû xatir ji me xwest.

Wî dikarî ji nûha şûnve zêdetir xizmetî çand, edebiyad, helbesta kurd bike. Hezar mixabin ew derfet ji destê miletê kurd zû hat girtin.

Ew wendayekî çand û edebiyad û helbesta kurd e. Ew di pêwendiyên xwe de kesekî rasyonel, medenî, demokrat, nerm bû.

Bila serê miletê kurd, malbat û dostên wî û helbesthezan sax be.

Amed, 01. 11. 2012