Serrûpel Nûçe Karayilan: Amerîka, Rusya, Tirkiyê û NATO hemû li dijî Kurdan bûne yek

Karayilan: Amerîka, Rusya, Tirkiyê û NATO hemû li dijî Kurdan bûne yek

Belav bike

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand her roj zarok, jin û xortên Kurd tenê kuştin û Kurd ji ber ku ne dewlet in çi bikin weke terorê tên nîşandan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê pêşhateyên vê dawiyê de ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî û got: “Dewletên herêmê sed sal in zilmê li Kurdan dikin, lê belê dinyayê nebihîst. Dengê Kurdan îro êdî gihîşt tevahiya dinyayê. Çiqasî navneteweyî bibe wê ewqasî jî bi kêrî Kurdan bê.”

Murat Karayilan êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê weke kompleyeke dijî destkeftiyên Kurdan bi nav kir û wiha axivî: “Amerîka û Rûsya, bi rê û rêbazekê tevlî vê pêvajoya komployê kirin. Kes nizane ku Erdogan û Trump li ser çi axivîn, kîjan bazariyên qirêj hatin kirin. Ev rewş ji bo Putîn û Erdogan jî derbas dibe. Wan bi hev re planek amade kirin. Armanca vê planê tinekirina sîstema neteweya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gladiyoya NATO jî li pişt wî ye. Eşkere bû ku li dijî gelê Kurd planeke nû amade kirine.”

“Amerîka û Rûsya rê li ber hewldanên rawestandina êrişên girtin”

Karayilan amaje kir ku Amerîka û Rûsyayê rê li ber hewldanên rawestandina êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê girtin û wiha pê de çû: “Ji bo şermezarkirin û rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gelek civîn hatin kirin, pêşnûme hatin amadekirin, lê belê Rûsya û Amerîka li dij derketin û veto kirin. Nehiştin bên pejirandin. Balkêş e ev her du hêzên ku di gelek mijaran de li hev nakin, di vê mijarê de bûn yek.”

Bi gotina Karayilan daxwaz û armanca Tirkiyeyê heta niha pêk nehatiye, lê hîn jî di armanca xwe de israr dike û dibêje: “Dibe ku Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dagirkeran ve hatibin dagirkirin, lê belê gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin nava dilê dinyayê û piştgiriyeke xurt wergirtin. Berxwedana siyasî, leşkerî û civakî didome. Rewş û bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn nîşan didin ku li ser piyan e, armanc û planên dagirkeran bi ser neketine û yên bi ser ketin esasî gel in.”

“Pirsgirêka Kurd navneteweyî bûye”

Di berdewamiya axavtina xwe de Karayilan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd navneteweyî bûye, gihîştiye asta navdewletî û wiha domand: “Pirsgirêka Kurd jixwe pirsgirêkeke navneteweyî ye. Di encama Peymana Lozanê de ku peymaneke navneteweyî ye Kurdistan kirin çar parçe û înkar kirin. Vê yekê dinixumînin. Dewletên herêmê sed sal in zilmê li Kurdan dikin, hovîtiyê dikin, lê belê heta niha dinyayê dengê Kurdan nedibihîst. Lê belê êdî dengê gelê Kurd, dengê Kurdistanê digihêje tevahiya dinyayê. Eger hêzên dinyayê îro tên Rojava ev yek zêde zerara xwe nîne. Pirsgirêka Kurd çiqasî navneteweyî bibe wê ewqasî jî bi kêrî Kurdan bê.”

Derbarê planên ser bo Rojavayê Kurdistanê de Karayilan, helwesta Neteweyên Yekbûyî jî rexne kir û got: “Erdogan bi rengekî eşkere jenosîdê diparêze û vê yekê li her kesî ferz dike. Di civîna Neteweyên Yekbûyî de nexşeyek nîşan da û diyar kir ku dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û penaberan lê bi cih bike. Wê demê kesî tiştek negot û ne pirsî çi mafê te yê dagirkirina xaka Sûriyeyê heye?, Tu vê rewatiyê ji ku werdigire?’ Gelo Sekreterê Neteweyên Yekbûyî nikare vê ji Erdogan bipirse: ‘Gelê wê herêmê bi ku ve çû? Li wê deverê 300 hezar kes nebûn penaber? Gelo ew ne mirov in? Ew dê bi ku ve biçin?”

“Çimkî dewleta me nîne em çi bikin weke terorê tên nîşandan”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê anî ziman ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê tenê daxwaza mafê xwe dikin û got: “Em Kurd ji ber ku ne dewlet in çi bikin weke terorê tên nîşandan, yên li dijî me jî, hêzên qirker-mêtinger weke dewletên maqûl tên dîtin. Gelo tiştekî bi vî rengî pêkan e? Li dijî gelê me her roj teror tê kirin. Zarokên me, mirovên me, gelê me her roj tên qetilkirin. Xuya ye Neteweyên Yekbûyî berevajî navê xwe berjewendiyên dewletan esas dibîne. Halbûkî li dijî gelê me teroreke eşkere heye ku tê meşandin û tê xwestin ku gelê me bê qirkirin. Li Sûriyeyê Kurd bûn xwedî derfet ku statuyê werbigirin, lê belê TC bi israr li dij radibe û dibêje, ‘wê li wê deverê dewleteke terorê bê avakirin’. Halbûkî Kurdên li wê deverê qala avakirina dewletê nekirine, tenê di nava yekparebûna Sûriyeyê de hewl didin xweseriya xwe werbigirin.”