Serrûpel Nûçe “Kemal Beg jî Kurd e û zencî ye“

“Kemal Beg jî Kurd e û zencî ye“

Belav bike

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di mijara perwerdehiya bi zimanê zikmakî de daxuyandibû ku, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wê welêt dabeş bike û wana li dijî vê ne.
Parlememterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik, daxuyaniya Kiliçdaroglu, bi zimanekî tund rexne kir. Sakik, di derheqê Kiliçdaroglu de ev gotinana kirin: “Kemal Kiliçdaroglu jî wek min Kurd e. Lê dibêje, ‘perwerdehiya bi Kurdî wê welêt dabeş bike.’ Ger dayika xwe najî, Xwedê rehma xwe ji wê bike. Ger dayika wî dijî, niha dibêje ku, ‘Ey Kemal, xwezîka şûna te min kevirek anîbûya dinyayê. Ma zimanê min çima wê welêt dabeş bike?’ Ev Kurdekî ku kal û bavên wî li Dêrsimê hatine qetilkirin e. Dixwaze peyamekê bide mirovên spî. Ji bo vê jî heqaretê ji zimanê xwe dike. Reşikiya rûyê xwe dixwaze bi boyaxê bigre. Dixwaziye ku xizmeta wan bike lê dema ku destê xwe drêjî wan dike, çermê xwe yê reşik derdikeviye holê. Çimkî ew reşikek (zencî) e, ew Kurd e.”