Serrûpel Nûçe Li 2 bajarên Kurdistanê qedexe hate ragihandin

Li 2 bajarên Kurdistanê qedexe hate ragihandin

Belav bike

Piştî xwepêşandan û aloziyên îro yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, li her du navçeyên Çemçemal û Kifriyê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin.

 

Îro xwepêşandanên nerazîbûnê li sînorê her du parêzgehên Helebce û Silêmaniyê berdewam bûn. Li bajarên Helebce û Silêmaniyê, Kifrî, Koye, Pêncwên, Raniye, Çar Qorne û li bajarokê Haciyava xwepêşandan hatin encamdan û li hin cihan alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket.

 

Xwepêşanderan li Koye û Raniye û çend cihên din çend baregehên hikûmetê û yên partiyên siyasî şewitandin. Herwiha di encama aloziyan de çend kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

 

Piştî zêdetirbûna aloziyên di xwepêşandanan de, Qayimeqamiya Kifriyê li nava bajarê Kifriyê qedexeya hatinûçûnê ragihand.

 

Di daxuyaniyekê de Qayimeqamiya Kifriyê ragihand: “Em hevwelatiyan agahdar dikin ku ji demjimêr 20:00ê şev ve hatinûçûna li nav bajarê Kifriyê ji bilî hatinûçûna hêzên ewlehiyê qedexe ye.”

 

Li Kifriyê jî îro xwepêşandan birêve çû, ku di destpêkê de xwepêşandanek aram bû, lê belê piştre alozî di xwepêşandanê de derket. Hin kesên di nava xwepêşanderan de, alên li ser baregehên Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê anîne xwarê.

 

Herwiha baregeha Eniya Tirkmenî ya li Kifriyê jî ji aliyê xwepêşanderan ve hate şewitandin.

 

Li Çemçemalê jî qedexe

 

Li navçeya Çemçemalê jî k user bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, xwepêşandan di duyemîn roja xwe de berdewam bû.

 

Ji bo rêgirtina ji aloziyên, li sînorê navçeya Çemçemalê jî qedexeya hatinûçûnê hate ragihandin û rojek jî weke bêhnvedana fermî hat diyarkirin û dezgeh û saziyên hikûmetê girtî dibin.

 

Qayimeqamê Çemçemlê, Remek Remezan di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihad: “Ji ber xwepêşandanên di nava sînorê navçeyê de, ji demjimêr 20:00ê şev heta 05:00ê sere sibê qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.”

 

Derbarê zirarên duyem ên roja xwepêşandanên Çemçelê de jî, Remek Remezan got: “Me nehiîştiye tiliya zarokekê jî xwîn jê were, ti baregeh jî nehatine şewitandin. Em li gel ridînspiyên Çemçemalê jî di pêwendiyeke berdewam de ne, ji bo ku ti bûyereke nexwastî çê nebe.”

 

Ji aliyekê din ve her îro li bajarokê Tekiye yê ser bi navçeya Çemçemalê ve çend baregehên hikûmetê û yên partiyan hatin şewitandin.

 

Ew du roj in ku li çend bajar û bajarokên sînorê parêzgehên Silêmaniyê û Helebceyê xwepêşandanan dest pê kiriye û li çend cihan hin baregehên hikûmetê û yên partiyên siyasî hatine şewitandin.

 

Her îro di xwepêşandana îro ya li navçeya Raniyeyê de alozî derket û di nava xwepêşandanê de teqe çê bû, ku bi gotina Berdevêî Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Raniyeyê, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne.
Nivîsîn: Sîna Soma / Rûdaw