Serrûpel Nûçe M. Ali Birand di weşana zindî de tif kir

M. Ali Birand di weşana zindî de tif kir

Belav bike
Piştî xwendina raportê ji aliyê peyamnêrê tv ve, programa xwe bi “Tifû li we be!” girt.

Keça bi navê Z.K, dema ku ji ber nexweşiya mîdeyê ew rakirin nexweşxaneyê, piştî ku hate muayenekirin, diyar bû ku 14 heftene ew ducan e.

Di encama lêkolîn û lêpirsînan de, hate eşkerekirin ku ew keç ji bo seksê hatiye bikaranîn û destê malbata wê di bikaranîna wê de heye.

Di operasyoneke polîsan de birayê wê û 6 kesên din hatine girtin.

Ji ber ku keça ku ji aliyê gelek kesan ve hatiye tecawizkirin lal e, bi îşaretan îfadeya wê hate girtin.

Di nava girtiyan de zilamekî 76 salî jî heye.

Di encama testa DNA de wê were zanîn ku zarokê di zikê Z.K. de ji kîjan kesî ye.

AVESTA KURD