Serrûpel Magazîn Nizamettin Ariç bang li ciwanên Kurd kir

Nizamettin Ariç bang li ciwanên Kurd kir

Belav bike

Xwîşk û Birayên min,

Ciwanên gelê me bingeha hebûna me û a welat, ziman û çanda  me nin. Lê belê em Kurd bi asteka bilind eleqe û rûmetgiriyê nîşanî wan ciwanên xwe nadin.

Em vê carê li Sûriyê hindekî xweşbext in ku ew xwînrijandina ku li bajarên Ereban pêktê heta niha bi wê derecê negihîştiye bajarên me. Xweşbext dibêjim, ji ber ku wek di dîroka me Kurdan de diyar e, em heta beriya demekê li Sûriyê jî gelek caran hatin qetilkirin. Lê îroj jî hin ne diyar e, ka gelo ev qetliyamên ku li herroj di bajarên Sûriyê de diqewimin bigihîjin gund û bajarên me jî an na. Dîktatorê Sûriyê bi berdewamî xwîna însanan dirijîne. Îroj di artêşa Sûriyê de bi hezaran ciwanên me henin ku di destê rejîma xwînxwar da wek dîl hatine girtin.

Ew nûçeyên ku beriya çend rojan li ser rewşa xarziyê hunermend Yehya Silo di çapemeniyê de derketin diyar dikin ku rewşa xortên me gelekî dijwar e. Dema wî di nav artêşa Sûriyê de eskerî dikir serbazekî Essad di roja 20.6.12 an li Hamayê emir daye wî ku ew guleyan berde ser pîrek, zarok û sivîlên din. Vî ciwanê me jî wek mirovekî normal reaksiyon daye û nexwastiye êriş bibe ser sivîlan. Li ser vê yekê ew serbazê xwînxwar pêşî li xortê me îşkence dike û piştra jî wî bi guleyan dikûje. Ev hovîtî diyar dike ku em bi pirsgirêkeke gelek dijwar re rûburû ne. Divê malbatên van ciwanên me hişyar bin û zarokên xwe neşînin eskeriya Essad.

Dema ez difikirim ku, gelo rewşa ciwanên me ên ku di destê rejîma dîktator û xwînrij a Sûriyê de nin wê çewa be, xewa min direve.

Ez ji ciwanên Kurd re ên ku dema eskeriya wan hatiye pêşniyar dikim ku ji ber eskeriya Sûriyê birevin û xwe bigihînin Kurdistana Başûr, a bakûr an jî wek çareya dawîn bo demekê biçin Avrûpa.

Bang bo siyasiyên me;

Hun rewşa ku gelê me li Sûriyê tê de ye ji me baştir dizanin. Dil dixwaze ku siyasiyên me hemû bi yek ziman bangekê bigihînin xortên me. Lê hûn dikarin bi hevre an jî her partî û grup bi serê xwe destê alîkariyê dirêjî xortên me ên ku li Sûriyê dema eskeriya wan hatiye bikin û bang bikin ku ew bo Sûriyê neçin eskeriyê. Divê siyasiyên me ên li Kurdistanê, bi taybetî jî birêz Mesut Barzanî û Necirvan Barzanî van ciwanên me biparêzin. Divê ew bikaribin warin Kurdistanê, ji bo wan programek bê amade kirin  û derfet bên dayîn ku ew ciwanên me bikaribin li wir bimînin û perwerde bin.

Bi baweriya min, divê hemû aliyên siyasî û dezgehên civakî li ser vê pirsgirêkê mijûl bibin û rêyeke rast bidin pêşiya ciwanên me ên ku niha di artêşa Sûriyê de eskeriyê dikin, da ku ew bikaribin ji bela eskeriya bo Essad rizgar bibin. Ez bangî hemû Kurdên hestyar dikim di vê pirsgirikê de hesas û aktiv bibin.

Bi silavên ji dil û can

 

Hunermendê we Nizamettin Ariç ( Feqiyê Teyra)

4.7.2012  Almanya