Serrûpel Nûçe Ocalan bû 65 salî

Ocalan bû 65 salî

Belav bike

Peyama Ocalan bi Turkî Berdevka Meclisa Jinê ya BDP’ê Pelîn Yilmaz û bi Kurdî jî Endamê MYK’a BDP’ê Hiseyin Kolçuk xwend.

Ocalan di peyama xwe de wiha got: Me 40 sal berê got Kurdistan metînger e û dest bi têkoşîna azadiyê kir, bi fedekariya we ya bê niqaş keda nirxên me û têkoşîna bi biryar ya hemû saziyên me, em hatine asta jiyandina xweseriya rêveberiyên cewherî, ev erdnîgarî baxçeyekî pir nasname, pir çand, bir pawerî û rengên cuda û rastiyên cuda li gel hev dijîn.

Em axa xwe ne tenê teslîmî xwe dikin, di heman demê de vê axa ku şahidî ji avakirina hemû şaristaniyên dîrokî re kiriye di serî de teslîmî rêhevalên me yên jin û ciwan dikin û bi tevahî teslîmî hişmendiya azadiyê ya hemû gelê me dikin, ez bi baweriya ku em dê hemû bi hevre li ser axek azad bijîn we tevan hembêz dikim.