Serrûpel Nûçe “Omer Guney ji beşa me bû“

“Omer Guney ji beşa me bû“

Belav bike

Sîxurê MÎTê (Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê) Murad Şahîn, îfade kiriye ku, Omer Guneyê ku di qetlîama li Parîsê de hate girtin, endamê beşa ku ew jî têde dixebite ye. Endamê MÎTê Murad Şahîn wiha dibêje, “li Enqerê, beşa ku ez jî pê ve girêdayî me, berpirsyara wê beşê, jina bi navê kod “Teyze”, sûretê Omer Guney nîşana min da û got, ‘ev endamê me yê Parîsê ye. Te qet ew dîti ye, naskiri ye ? ew heval e.’ Sûretê ku “Teyze” nîşana min da û ku ji wî re digot, ‘hevalê Parîsî’ Omer Guney bû.”
Li gorî nûçeya rojnameya Yeni Ozgur Politikayê, Murad Şahîn li Swîsreyê, bona tiştên ku di derheqê Omer Guney de dizane bi rojnameyê re parve bike, pêwendî ji Yenî Ozgur Politikayê re daniye. Murad Şahîn ji rojnameyê xwestiye ku nasnameya wî eşkere nekin lê rêvebiriya Yeni Ozgur Politikayê ev xwesteka
Şahîn qebûl nekiriye. Dûra Şahîn eşkere kirina navê xwe qebûl kiriye. Heta diyar kiriye ku, ji bo îfade dayîna dozgerê Frensiz ew amade ye.
Navê Murad Şahîn, di operasyona bi navê “Biryargeha Şoreşger – Devrimci Karargah” de derbas bû. Di operasyonê de tê girtin, di îfadeya xwe dedibêje “ez endamê MÎTê me.” Dozger lêkolîn dike ku rast Murad Şahîn emdamê MÎTê ye û ji ber vê tê serbest berdan. Piştî deşîfrebûnê MuradŞahîn vedigere cihê peywira xwe, Swisreyê. Ji ber ku nasnama wî eşkere bû û di çapemeniyê de zêdetir cih girt, dibêje, ewlekariya canê min nemaû bi zora bavê min û ji ber ku MÎT dereng ji min xwedî derket, min xwest xwe ji vî karî bişom.
Murad Şahîn diyar dike ku, ti caran bi Omer Guney re nehatiye cem hev lê ew sûretê ku “Teyze” nîşana min da, ez baş dizanim ku Omer Guney e. Bi çi niyetê nîşana min da ez nizanim lê min ji wê jina MÎTê re got ku ez wî nasnakim.”