Serrûpel Nivîskar Hun bela ne?

Hun bela ne?

Belav bike

Hun bûne qîr û benîşt bi pêsîra vî milletê va zeliqîne!

 

We ji îslamîyetê vir da wan erd û welatan kirîye ciyê tirs, benîtî, talan û yaxmeyê.

Di bin navê ummetîst, osmanîst, kemalîst, baasîst, enternasyonalîst, komunîst û nizanim çi ziqûmê da we merivên wan coxrafyayan kirîye dûçarên nexweşîyên giran ên psîkolojîk ên bêderman.

Yanê we ew dîn kirine berdane çolê.

Hun bela ne?

Ji bîr mekin: Meriv nikare abadîn li ser dînan hukum bike.

Hemû tişt bi dawî ne: Dînîtî jî, zulum û tîrantî jî.

Îskenderê mezin bi “mêrxasîya” xwe nekarî li Kardakayê hukum bike.

Hun bi vî hîlle û newêrekîya xwe hîç nikarin!

Dunya bi ku va diçe, hun û dewletên we yên nijatperestên xeddar bi ku va?

We bi nîdayên “allah allah” mîlyon û nîv ermenî, bi sedhezeran suryanî, kurd êzîdî, elewiyên kurd qetil kir û êvaran we nîyet dikir, sibeyan jî hun bi rojî bûn!

We destên xwe di xwîna Dêrsim, Zîlanê da şûşt hun çûn ber maseyên reqîyê serxweş bûn, di yên Helebçe û Roboskîyan da şûşt û hun çûn mizgeftê, we wan destên kûjer vekir û dûa kir. Navên sûretên quranê dan qetlîamên xwe!

Destên we encax li wan jinên ku ji alîyê we va hatine rebenkirin radibe. Zordarîya we yê li malê têr nekir we li meydanên bajarên jî wan rebenkirîyan dan ber keviran!

Însanan mîna çewalên kartolan bi vîncan va daliqand li paytextên xwe yên gunehkar û bû êvar bi hêrs û tirs we fitara xwe vekir.  

Zîndanên Amed, Evîn-Tehran, Şam, Tedmûr, Bexda û yên din dinalin ji ber zulum û hovîtîya we. We dest dirêjê masûmîyeta zarokan jî kir.

We fermanan da: “Çi zarok be, çi jin be em dê nebexşînin!

Hun ê di dezgehên êşkenceyan da însanan bikûjin, winda bikin û di guhên we da dengê qareqar û hewarên wan ên dawî, hun ê biçin li sofrayên fitarê rûnên, fitara xwe vekin!

Çawa loqme di gewrîya we ra diçe xarê?

Heke diçe xarê bibe jahr!

Kîjan belayên we bijimêrim.

Bela nexweşî ye, hun nexweşî ne.

Nexweşî derman nebe, xwe jî dikûje!

Her nexweşî dermanek xwe heye.

Dermanê we jî heye helbet.

Çi ye?

Hun ê dev ji dagirkirina Kurdistanê berdin. Artêşa xwe vekişînin, dibistanên xwe yên ku mîna aşê zarokên kurdan dihêrîne, tine dike, ji walatê kurdan vekişînin.

Bi ser hişê xwe da werin: Ew der ne „Tirkiye`nin dogusu, güneydogusu ye.”

Ew der Kurdistan e. Kurd û gelên din li wir dijîn. Hun dagirker in li wir!

Min van gotinan di salên 80 an da li ber dadgehên we yên leşkerî jî gotin.

Lê ji ber evdalekî xwedê bûm, gotinên min pere nekirin.

Hezar sal bidome jî her dagirkerî dawîyekî xwe heye.

Hun ê wan tang û topên xwe, bombeyên xwe yên kîmyewî, ji çîya û bajarên bakûrê Kurdistanê, ji ber Efrîn, Koban û Qamîşloyê rakin biherin li Qeyserî û Sêwasê dayinin. Rêya aqilê ev e.

Ji wir şûn va dê çawa be, wê yekê hun bizanin, hun biryar bidin.

Heke hun ji başûrê Kurdistanê, ji rojavayê welatê kurdan vekişîya bin, hun dê carê carek bi sedhezaran leşker, tang û top û balafirên xwe va neyên cereke din nebin metirsî li van herêmên ku demekî hun hêzên erjengîyê bûn li wir!

Guh medin kesên ku ji nav kurdan derketine û ji bo berjewendîyên xwe yên îhtiraskar pesn û senayên kemalîzm û îslamîzma we didin û wê vîrûsa we ya kûjer bi destên xwe berdidin damar û rehên Kurdistanê.

Berê ku hun belayeke mezin a din neyînin serê xelkê hejar, bêhîlle û bêxurde vekişin ji wan erdên ku we dagirtine.

Helbet destên hejpêketî mîna yên min, nikare vîrûsê nişter bike. 

Heke vîrûs bi dermanan nekişe û hişk nebe, herçiqas dest û pêyên wan werin şikandin jî, zarokên wî welatî bi destên xwe yên saxlem û bi hişên hişîyar, bi aqilê zanistî dê wê vîrûsê nişter bikin.

Hêvî û bawerîya min tam e, bi zarokên Kurdistanê.

Ew ê pêşerojê ava bikin.