Serrûpel Nûçe “Amadekarî ji bo hilbijartinan tê kirin”

“Amadekarî ji bo hilbijartinan tê kirin”

Belav bike


Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hekem Xelo der barê xebatên Meclîsa Zagonsaz ên dema pêş de axivî.

Xelo destnîşan kir ku ti nimûneyên ku wan jê ezmûn bigirtana di destê wan de tune bûn û wan encamên kedek mezin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  ava kirine. Xelo diyar kir ku Rêveberî li ser milê Dadgeha Bilind ku serbixwe ye, Meclîsa Qanûnsa ku merceya şopandina karên Rêveberiyê ye û Meclîsa Rêveber karê pêkanîna projeyê re radibe tê meşandin.

RÊZIKNAME TÊ AMADEKIRIN

Xelo diyar kir ku gelek xebat li pêşiya wan hene û di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Yek ji karên me yên bingehîn ew e ku em di demek kurt de Rêzikname ya navxweyî ya Meclîsa Qanûnsaz amade bikin û ji bo pêşkeşî Meclîsê were bikin û li ser were erêkirin.” Xelo da zanîn ku eger rêzikname were erêkirin dê karê meclîsê bêtir bi lez û rêkûpêk bê meşandin.

DADGEHA DESTÛRÎ WÊ BÊ HILBIJARTIN

Hekem Xelo destnîşan kir ku wê di demek nêz de Dadgeha Destûrî ji kesên serbixwe û şareza ji aliyê Meclîsa Qanûnsaz ve wê bê hilbijartin û wiha dom kir: “ Dadgeha Destûrî  wê ji 7 endamên serbixwe pêk were û  ji aliyê Meclîsa Qanûnsaz ve bê hilbijartin û erêkirin.” 

Xelo di heman demê de da zanîn ku  ji bo valahiya qanûnî ji holê rabe wê meclîs li ser avakirina qanûnan raweste û ew qanûnên ku bi xetên mezin hatibûn diyarkirin bêne têrkirin û ev qanûnên ku li gorî xebatên Saziyên Civaka Sivîl, Asayîş, Zîndan, Tenduristî, Çandinî, Elektrîk û Trafîkê bêne amadekirin û radestî van saziyan bê kirin da ku karê xwe li gorî van qanûnan bimeşînin.

AMADEKARIYÊN HILBIJARTINAN

Xelo destnîşan kir ku wan berî demekê qanûna hilbijartinê ya bi xetên stûr erêkiribûn û wê di dema pêş de li ser detayên van qanûnan rawestin, namzetan diyar bikin, dest bi xebatên hilbijartinê bikin. Lê tiştê ku ew herî zêde têde zorê dibînin hijmara hilbijêran û cihên lê dijîn diyarkirine, ji bo vê yekê wê li ser esasê Nasnameya Malbatî hejmara hilbijêran diyar bikin.

Xelo di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew bi erkek mezin û dîrokî rabûne û ew hêvî dikin ku bi alîkariya gelê xwe biserkevin. anf