Ferhad Dêrik ku berpirsekî bilind yê PKK bû, cîgirê hevserokê Rêveberiya Xweser bû, serokê Kantona Kobanî bû, yek ji avakarên Rêveberiya Xweser bû li Rojavayê Kobanî, li başûrê Kurdistanê li devera Kelar, di bombebarankirineke Droneke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Xweser ragihand ku Ferhad Dêrik ji bo dermankirinê çûbû Silêmanî.
Ew kadroyekî kevin yê PKK bû û xelkê Dêrika Hemko bû, li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê berpirsekî bilind bû, her wiha berê berpirsê yekem bû li Minbicê.