Serrûpel Nûçe Danezana Kurd a salên1920 an derkete holê

Danezana Kurd a salên1920 an derkete holê

Belav bike

Dîrokzanê Tirk Mûrad Bardakçi, cara yekê ye ku danezaneke Kurdan a ku tê texmîn kirin di nav salên 1925 û 1928 an de hatiye weşandin weşand. Li ser danezanê dîrok tineye û ji aliyê Komîteya Rizgarî û Serxwebûna Kurdistanê ve hatiye ragihandin. Danezan bi Besmeleyê destpê dike û di dawiya danezanê de mercên Kurdan tên rêzkirin. Dîsa di danezanê de behsa Rêberê serhildana 1925 an Şêx Seîd jî derbas dibe. Ev jî nîşan dide ku piştî dardakirina Şêx Seîd a 1925 an hatiye weşandin. Di danezanê de bang li gelê Kurd tê kirin ku li dijî hikumeta Enqereyê têbikoşin û namûs û mafên xwe biparêzin.
Mercên ku di dawiya danezana ku bi xîtaba “Ey miletê Kurd yê Qehreman” destpêdike cih digrin wiha ne:
1-Komîteya Kurdistanê ne girêdayî ti dewletan e. Armanca komîteyê mafê rewa yên Kurdan bidestxistin e. Ew jî:
a) Diyarkirina sînorên netewî di peywir û xizmetên navxweyî de, ji aliyê komîteyeke mustaqîl ve divê bê tesbîtkirin.
b) Divê di nav sînorên netewî de zimanê Kurdî bila bi awakî fermî were qebûl kirin.
c) Karmendên xwe divê bila ji Kurdan pêk bên.
d) Teşkîlata Cenderme divê aîda Kurdan be û bi Kurdan ve girêdayî be.
c) Di artêşa giştî de bila leşker û zabitên Kurdan, bi zimanê Kurdî bêne perwerdekirin.
2-Heta ku armanca netewî hatiye bidestxistin, şer wê bê domandin. Berpirsyarê xwîna brayan a ku wê birije aîda hikumeta Enqereyê ye.
3-Komîte, bona ku bi aştiyane pirsgirêk çareser bibe, amade ye ku, cihê ku tê xwestin mizakere bên kirin, endamên xwe bişîne.
4-Li gorî xwîna ku wê were rijandin, şert û mercên Kurdan wê gran bibin.
Komîteya Rizgarî û Serxwebûna Kurdistanê a Navenda Giştî

AVESTA KURD