Serrûpel Nûçe Danûstandinên pêkanîna hikûmetê dest pê dikin

Danûstandinên pêkanîna hikûmetê dest pê dikin

Belav bike


Di hilbijartina 21’ê Îlonê ya Parlamentoya Kurdistanê de PDK herî zêde deng standin û bû yekemîn partî. Hat ragehandin ku PDK dê di hundirê vê hefteyê de bi aliyên siyasî yên din re dest bi danûstandina pêkanîna kabîneya heştemîn a hikûmeta Kurdistanê bike. 

Di vê derbarê de Parlamenterê PDK’ê Umêd Xoşnaw ji AA’yê re axifî û got: ‘‘Di hundirê hefteyê de emê serdana partiyên din bikin bo pêkanîna hikûmetê. Tişta em wek partiya yekemîn dibêjin eşkere ye. Rewşa Kurdistanê ya niha pir hesas e. Em dixwazin hikûmeteke neteweyî ku hemû partî tê de cih bigirin were pêkanîn.’

Xoşnaw da zanîn ku heta niha partiyên mixalefetê li Silêmaniyê civînên xwe kirine û wiha pê de çû: ’PDK wê di nav du rojan de bicive û biryarên girîng bide. Em dixwazin di hikûmeta nû de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî cih bigre. Ger YNK di hikûmeta nû de cih negire li Kurdistanê pêvajoya siyasî naçe serî.’

Endamê Encûmena Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî jî bal kişand ser têkiliyên di navbera partiyan de û wiha axifî: ’Em dixwazin hikûmeteke ku YNK, Goran, Yekgirtu û Komela Îslamî jî di nav de bin bê pêkanîn. Hemû alî ji me re lazim in. Bi taybetî jî em dixwazin Tevgera Goran ku heta îro mixalefet bû di hikûmetê de jî cih bigre.’

Derbarê heman mijarê de Parlamenterê YNK’ê Goran Azad jî got: ’Serkirdayetiya YNK’ê wê di nav du rojan de civînekê lidar bixe. Di vê civîne de YNK dê biryara xwe bide. Ez bawerim dê YNK di hikûmeta nû de cih bigire.’

Parlamenterê Tevgera Goran Elî Hame Salih jî diyar kir ku hê biryar nedane ka di hikûmetê de cih bigirin yan na û got: ’Me hê biryar nedaye û deriyê me jî ji hemû partiyan re vekiriye. Eger gelê Kurdistanê bixwaze em ê di hikûmetê de cih bigirin lê ger na em ê wek niha mixalefet bin.’ Basnews