Serrûpel Nûçe “Em 45 rojan hêzên xwe perwerde dikin“

“Em 45 rojan hêzên xwe perwerde dikin“

Belav bike

Li ser pirsa “junge Welt“, ku tê îdîakirin ku şervanên PKKê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, da ku tevlî rêzên YPGê bibin, Rêdûr Xelîl vê yekê red dike û wiha dibêje: “Ev ne rast e. Em ne li benda wan in jî, ji ber ku em bi tena xwe jî hakimê rewşê ne. Artêşeke me ya ji 45.000 şervanan heye, ku hemû 45 rojan hatine perwerdekirin.“

Li ser pirsa derbarê PJAKa ku li Rojhilatê Kurdistanê çalak e, ku girêdayî PKKê ye, ku eşkere kiribû ew dixwaze ligel YPGê ji bo Rojava şer bike, Rêdûr Xelîl wiha dibêje: “Ew ji bo vê yekê amade ne ku şervanên xwe bişînin. Lê weke ku min got, em bi tena xwe dikarin baş herêmê kontrol bikin. Di bingeh de PKK û PJAK bixêrhatî ne, lê vê gavê pêwîstiya me bi wan nîne.“

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl herwiha dide diyarkirin ku ji bilî Kurdan, Ereb, Asûrî û Tirkmen jî di nav hêzên wan de hene û ji sedî 35ê şervanên wan jin in. Rêdûr Xelîl herwiha dibêje ku li beramberî radestkirina çend cesedên şervanên YPGê, wan beriya çend rojan hinek şervanên cîhadîst serbest berdane û pêwendiyeke YPGê bi rejîma Esed re jî red kir. Rûdaw

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya almanî “junge Welt“ de, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl diyar dike ku 45 hezar şervanên wan hene û ew dikarin herêmên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bi tena serê xwe biparêzin.

Li ser pirsa “junge Welt“, ku tê îdîakirin ku şervanên PKKê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, da ku tevlî rêzên YPGê bibin, Rêdûr Xelîl vê yekê red dike û wiha dibêje: “Ev ne rast e. Em ne li benda wan in jî, ji ber ku em bi tena xwe jî hakimê rewşê ne. Artêşeke me ya ji 45.000 şervanan heye, ku hemû 45 rojan hatine perwerdekirin.“

Li ser pirsa derbarê PJAKa ku li Rojhilatê Kurdistanê çalak e, ku girêdayî PKKê ye, ku eşkere kiribû ew dixwaze ligel YPGê ji bo Rojava şer bike, Rêdûr Xelîl wiha dibêje: “Ew ji bo vê yekê amade ne ku şervanên xwe bişînin. Lê weke ku min got, em bi tena xwe dikarin baş herêmê kontrol bikin. Di bingeh de PKK û PJAK bixêrhatî ne, lê vê gavê pêwîstiya me bi wan nîne.“

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl herwiha dide diyarkirin ku ji bilî Kurdan, Ereb, Asûrî û Tirkmen jî di nav hêzên wan de hene û ji sedî 35ê şervanên wan jin in. Rêdûr Xelîl herwiha dibêje ku li beramberî radestkirina çend cesedên şervanên YPGê, wan beriya çend rojan hinek şervanên cîhadîst serbest berdane û pêwendiyeke YPGê bi rejîma Esed re jî red kir.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/091120137#sthash.fDKChC0X.dpuf