Serrûpel Nûçe Hat îdiakirin ku Altan Tan diyalog eşkere kiriye

Hat îdiakirin ku Altan Tan diyalog eşkere kiriye

Belav bike

Ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve hate îdiakirin ku, naveroka hevdîtina li Îmraliyê a 23ê Reşemê a di navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şandeya BDPê de, parlementerê ku di şandeyê de cih girt, yê Amedê Altan Tan eşkere kiriye.
Li meclîsa Tirkiyê, bi kamerayan hatiye tesbîtkirin ku, rojnamevanê ku girte di Milliyetê de weşand Namik Durukan, li meclîsê, di oda Altan Tan de bi wî re hevdîtin pêk aniye.
Li gorî qeydên kamerayan, rojnamevan Namik Durukan, danê nîvro ketiye oda Altan Tan û heta seet 15.30 an di odeyê de maye.
Sedema vê jî wiha tê îdiakirin. Televizyona bi navê A Haber, di derbarê Altan Tan de îdiayek avêtibû holê. Îdia dikir ku, Ocalan Altan Tan daye ber tehzîran. Li ser vê, Altan Tan jî derketibû heman televîzyonê û ji wan xwestibû ku lêborînê bixwazin û gotibû, “ger ku ev îdia rast derkeve, em ê ji parlementeriyê îstifa bikin.”
Nûnerê Enqerê yê Milliyetê Fikret Bila jî ragihandiye ku, BDPê girte bi wan re parve kiriye.    

AVESTA KURD