Alîn da diyarkirin ku ev cara 3’ê ye serdana Herêma Kurdistanê dike û Kurdistan sal bi sal di warê civakî û xweşiyê de ber pêşketinê ve gavan diavêje û her ku diçe Kurdistan ji salên ditir geş dibe û mirov ronahiyeke li ber çav dibîne ku sal bi sal xwe digihîne hemû deverên Kurdistanê. Hozan Alîn her weha der barê serdana xwe de got “Hatina min ya Herêma Kurdistanê serdanî û hunerî bû.” Alîn di berdewamiya axivitina xwe de got ‘min kilîpek ji derhêneriya Adil Akrayî ya bi navê Ez Westiyam li Hewlêrê kişand, li demeke nêzîk ev kilîp tê ser ekranên TV’yan” Alîn behsa peymana di navbera xwe û VÎN TV’yê de jî kir û got wan peymanek di navbera xwe de girêda ku kilîpeke bi navê Mala Me ku ji peyv û awazên hunermend Saîd Yûsiv in çêbikin. Weku li ber çav diyar Hozan Alîn di vê serdana xwe ji aliyê gelek TV û Radyon Kurdistanê bû mêhvan û bernameke dagirtî derbas kir. Alîn ji aliyê TV’ya zarokan ya bi navê Pêlistang ve jî hate mêhvandarkirin ku ev televîzyon hêj weku test weşana xwe dike û bi taybet ya zarokane û navenda xwe li Dohukê ye. Alîn der barê televîzyona zarokan de jî got “Bi rastî ez gelekî keyfxweş bûm ku bûme mêhvana televîzyona Pêlistang û min li wir straneke zarokan got bi zimanê Almanî û Kurdî.” Alîn bal kişande ser vê strana zarokan û got ku peyvên vê stranê yên Rondik Bamernî ne. Hêjayî gotinê ye, Hozan Alîn dê heta 15 rojên din li Herêma Kurdistanê be ji ber kişandina kilîpên nû û bernameyên rojnamegerî televzîyonî. Di dawiyê de hunermend Hozan Alîn sipasiyên xwe pêşkêşî malpera Avestakurd kir û girîngiyê dide hunermendan û kar û xebatên wan yên hunerî.
Avestakurd