Serrûpel Nûçe Konferanseke mezin ya Kurdolojiyê saz dibe

Konferanseke mezin ya Kurdolojiyê saz dibe

Belav bike

 Serokê Akademiya Kurdî Dr. Nûrî Talebanî ragihand ku dê li dawiya îsal ev konferans bê li dar xistin. Li gor Aknewsê, Dr. Nûrî Talebanî got “Yek ji projeyên Akademiya Kurdî yên îsal, sazkirina konferanseke mezin ji bo Kurdnasên Kurd û biyanî ku li ser; dîrok, wêje, cografiya, siyaset, aborî û hunera Kurdî vekolîn û pirtûk nivîsne.” Talebanî her weha got “Kurdnasê biyanî heye 30-40 sal e li ser mêjûya Kurd û Kurdistanê dinivîse û dikole, kombûna wan li Hewlêrê pêngaveke baş e ji bo Kurdistanê û bi taybet niha ku navçe di qonaxeke hestyar re derbaz dibe.” Hêjayî gotinê ye, bingeha Akademiya Kurdî vedigere salên 70’yan. Destpêkê li sala 1970’ê li Bexdayê bi navê ‘Korî Zimanê Kurdî’ tê avakirin. Li sala 1997’ê ev nav tê guhartin û dibe ‘Korî Zimanê Kurdistan’, lê li sala 2007’ê careke din bi navê Akademiya Kurdî tê damezirandin.

 

 

Avestakurd