Serrûpel Nûçe “Ku dewleta Filistîn hebe Kurdistan jî wê hebe“

“Ku dewleta Filistîn hebe Kurdistan jî wê hebe“

Belav bike

Li Amedê ji aliyê Baroya Amedê ve konferansa bi navê “Mafên Ziman û Pirsgirêka Kurd” hate lidarxistin. Nivîskar û rojnamevan Çengîz Çandar jî beşdarî konferansê bû. Çandar di konferansê de bal kişande ser pirsgirêka Kurd û helwesta Tirkiyê a li dijî Kurdistana Rojava şîrove kir. Di vê mijarê de Çandar wiha axifî: “Xeletiya ku tu li Tirkiyê dikî, tu niha dixwazî wê xeletiyê li Suriyê jî pêk bînî. Tirkiye dibêje, ‘PYD bi rejîmê re lihevkiriye.’ Di sala 2004 an de li Qamişlo dema ku vana bi rejîmê re hatine hemberî hev, te ligel Esed tatîl dikir.” Çandar wiha dewam kir: “Ger dewleta Filistîn ava bibe, dewleta Kurdistanê jî wê ava bibe.” 
Çandar diyar kir ku li Rojava du hêzên bihêz hene, yek desteya Bilind a Kurdî (DBK) ye û hêza din jî PYD ye. Çandar daxuyaniya Wezîrê Karên Derwe yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu jî rexne kir û wiha got, “di şer de yê ku ewil tê wendakirin ne mirov in, rastî ne. Ez nabêjim ku bila derewan nekin lê vê mîna rastiyan û mîna fikr û ramanên rast bilêv kirin pirr xetere ye. Tu bi Selahattîn Demrtaş re têyî cem hev. Gelo bi PYDê re çima hevdîtinan nakî? Bi Salih Muslim re di konferansa Kurd de ez axifîm. Min nimara têlefona wî ji wî xwest. Têlefona xwe derxist, sûretê Abdullah Ocalan di têlefonê de hebû. Bi serê xwe ev jî nîşan dide ku Salih Muslim jî kesekî vê derê ye.”