Serrûpel Nûçe Kursa kurdî li KOMKAR- Berlînê ket sala 8´mîn

Kursa kurdî li KOMKAR- Berlînê ket sala 8´mîn

Belav bike


Di şahîya vê salê da çend şagirtên mamosta Evdila Dirêj yên Alman ên ji dibistana bilind a Alice Salamonê (ASH) jî tevê şayîyê bûn, muzîk û kultura kurdî ji nêzîk va nas kirin.

Mamosta Evdila Dirêj di dawîya şahîyê da kurteaxaftinek kir û bawernameyên şagirtên xwe dan wan. Mamosta E. Dirêj di axaftina xwe da got:

„Kursa me ya kurdî, îsal dikeve sala xwe ya heştemîn. Spas ji bo Komkar Berlînê ku destekeke domdar didin vê kursê. Di heft salên borî da 70 şagirt serdana kursa me kirine. Nîv ji wan Alman bûn. Li Berlînî nêzîkê 70 hezar Kurd dijîn, hun hejmara şagirtan bi ya Kurdên li Belînê ra bidin berhev nake ji hezarî yek! Îcar nizanim ez mamosteyekî ne baş im, an Kurdên Berlînê qîmet nadin zimanê xwe. Yan jî ev rewşek e giştî ye, çi ye?“

Li ser navê Komkarê jî Unal Yardimci wiha got: „Ez bi xwe jî pedagog im û mamosteyê kurdî me. Lê belê hewldanên rêkûpêk û xebatên bi disîplîn ên mamosta Evdila Dirêj hîştîye ku Kursa kurdî li komeleya me domdar be. Miletê Kurd digihîjin mafên xwe yên neteweyî. Hêvîdar im ev kurs li salên pêş me gumrehtir bin û bi eleqeyeke mezin pêşwazî  bibin.“

Kursa kurdî ya dewreya pêş me di roja 05.10.2014 an, saet di 16.00 an da li Komkar Berlîn; Kottbusser Str.3, 10999 Berlin dest pê dike.

Têl: 030 689 77 574     email: office@kkh-ev.de  
Foto:
Evdila Dirêj bi xwendekarên xwe ra 2014