Serrûpel Nûçe Lihevkirinên berê berdewam in

Lihevkirinên berê berdewam in

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro (29.04.2013) li paytexta Iraqê Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û rayedarên hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Derheqê naveroka hevdîtinan de, ofîsa serokê hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî daxuyaniyek belav kir û ragihand, di civîna îro ya navbera şanda kurd û hevpeymaniya niştimanî de her du alî li ser cîbicîkirina rêkeftinên berê yên navbera Hewlêr û Bexdayê li hev kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku di çareserkirina arîşe û nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de zimanê diyalog û gotûbêjê bikar were û çareseriyek di çarçoveya destûrê de jê re bê dîtin.

Di daxuyaniyê de bang li wezîr û parlamenterên kurd ên hikûmet û parlamentoya Iraqê jî hat kirin ku dîsa vegerin ser karên xwe li Bexdayê.

Şanda Herêma Kurdistanê ya ku îro çû Bexdayê ev bû: serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya YNKê Necmedîn Kerîm, sekreterê wezareta pêşmerge û berdevkê fermandeyê giştî yê hêzên parastina Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, wezîrê plandanînê Elî Sindî û endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî.

Hat zanîn, serokê hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî ji ber ku li Îranê bû, nekarî beşdarî civîna îro ya Bexdayê bibe.

Arîşeyên herî mezin ên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ev in: cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê, bûdce û çekdarkirina hêzên pêşmerge, heqê şîrketên petrolê yên biyanî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin û tengasiyên ku hikûmeta Iraqê li hember hinardekirina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve derdixe. (Rûdaw)