Serrûpel Nûçe Projeya AKP’ê ya pirsa Kurdî tune ye

Projeya AKP’ê ya pirsa Kurdî tune ye

Belav bike

  

Turk di berdewamiya axivitina xwe ya ji ANF’ê got “AKP ji destpêkê ve, ev salek e, helwesteke ne hiqûqî nîşan dide. AKP’ê got qey ew ê bikare bi tecrîdê Kurdan biçewisîne û bê hêvî bike. Hema bêje li şûna politikaya pêşîlêvekirinê polîkaya çewisandinê xist meriyetê” Turk diyarkir ku ti projeyeke AKP’ê ya pirsa Kurdî tune ye û weha got ” Hikûmeta AKP’ê di pirsgirêka Kurd de ne ji dil e. Ji ber ku ne ji dil e, tu projeyên wê ji tune ne. Ji ber vê ji deyndar dimîne.” Ji aliyekî din ve Turk bal kişand ser rewşa Serok PKK’ê Ocalan û weha pêde çû “Daxwaza me ev : Divê komek ji parlementoyê bişinîn wê derê. Em dixwazin mîna komîsyonekê biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî divê parlemento heyetek ava bike û bişîne Îmraliyê. Ger dixwazin aloziyê rawestînin, divê beriya her tiştê şert û mercên kesê ku neteweyek jêre dibêje ‘rêberê min’ bên başkirin.” Turk destnîşankir ku AKP’ê bi siyaseta tecrîdkirina ser Serokê PKK’ê Ocalan xwe xapandiye, hêviyên ku dikirin pêk nehatiye û negihaye armanca xwe. Û got ku ew ê li 14’ê Tîrmehê mîtîngeke mezin ji bo azadiya Ocalan li Diyarbekirê li dar bixin.

 

Avestakurd