Serrûpel Nûçe Şerê AKP û Cemaetê berdewam e!

Şerê AKP û Cemaetê berdewam e!

Belav bike

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan piştî ku li Mizgefta Çamlicayê geriya daxuyanî da nûçegihanan.

Erdogan şerê duh yê ku di Komîsyona Dadê ya TBMMê de derket bi bîr xist û got ku Tirkiyeyê şerên wiha berê jî dîtiye. 

Serokwezîr Erdogan wiha axivî: 

Hem di komîsyonan de û hem jî di lijneyên giştî de tiştên wiha pir çêdibin. Bi taybetî di guftûgoyên pergala ‘4+4+4’an de jî ev tişt kirin. Wê demê tê bîra we, partiya muxalefetê ya sereke banda teyîbekê avêtibû yekî. Xwedê kir lê neket. Duh jî şûşa avê avêtin cîgirserokê min. Tu bixwazî nexwazî tiştên wiha dibe sedema ragêşiyê. Xeletiyeke din jî ew e ku hin kesên ku rayeya wan tuneye tînin beşdarî xebatên komîsyonê dikin û pişt re ev kes dibêjin ’em ê jî biaxivin’. Di serî de mafê te yê axaftinê tuneye ku tu li wê derê biaxivî. Ango tu aliyekî ve dibêjî ez hiqûqvan im, ji aliyekî ve jî dibêjî ez jî dixwazim biaxivim. Tu kê yî? Di serî de hedê xwe bizanibe. Cihê ku tu dê lê baxivî ne li vir e, cihekî din e. Ger ku tu pir meraq dikî ku li vir biaxivî, bila partiya te, te bixe parlementer, bibe parlementer wê demê were li wir biaxive. Ev hiqûqvan nînin. Ev milîtaniya vî karî dikin. Di vê rewşê de ne. Karên ku dikin ev e. Têne wir ji xebatan re dibin asteng, xebatan provake dikin. Bi feraseta provakatoriyê tên van deran û mixabin vê derê tevlihev dikin.”

Serokwezîr Erdogan li ser teklîfa guhertinê ya bingeha zagona Lijneya Bilind ya Dadger û Dozgeran (LBDD) jî axivî û wiha dewam kir: 

“Bêguman komîsyon duh li ser mijara LBDDê xebitî. Komîsyonê biryar da ku ev teklîf li dijî Makezagonê nîne. Di demokrasiyan de vê çawa kifş dikin? Di xebatên komîsyonan de her tişt girêdayî rayan e. Ray hatin dayîn. Di encama raydayînê de jî diyar bû ku ev li dijî Makezagonê nîne. Ji niha pê ve dê çawa çêbibe? Li vir dê li ser hemû bendan guftûgo bê kirin, pişt re dê here lijneya giştî. Di lijneya giştî de jî guftûgo dê li ser bên kirin. Ya rast jixwe lijneya giştî ye.”

“Rêvebiriyê hesab bide gel”

Erdogan bi bîr xist ku pêşnûma dê paşê ji bo erêkirinê here ber destê Serokomar û wiha pê de çû:  

Serokomar dê çawa li vê binihêre ez nizanim? Ger ku Serokomar vê bipejirîne, piştî pejirandinê şansekî muxalefetê heye ku vê bibe Dadgeha Destûrê. Piştî vê jî Dadgeha Destûrê dê li ser bixebite. Em ê benda biryara wê bisekinin. Qenciya demokrasiyê jixwe di vir de ye. Em jî dizanin ku ev kar bi ‘min çêkir dê bibe’yê xelas nabe. Lê ger ku li welêt pêşîgirtinek, astengiyek hebe, divê em ji bo çareseriyê tiştina bikin. Lewra barekî rêvebirinê û rêzikdanînê yê wiha heye. Ango îro daraz nayê hisab nade gel, yên ku hesab dide gel em in. Rêvebiriyê hesab bide gel.  (AA)

“Em destûrê nadin tiştên wiha. Lewra gel rayeya xwe da me û got ‘ez rayeyeke wiha didim te, vê rayeyê bi kar bîne.’ Li ser navê min bi kar bîne. Hin kes dibêjin ku LBDDeyeke wiha nabe. Bira ji kerema xwe li LBDDyên welatên ku endamê Yekîtiya Ewropayê ne binihêrin. Li wan deran LBDD çi ye, çi nîne? Bira li wan binihêrin. Helwesta van hemûyan cuda ye.”