Serrûpel Nûçe Temenê keçikê 16 sal bûn

Temenê keçikê 16 sal bûn

Belav bike

Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ev bûyera han şopanda û wiha ragihand: “Duh (06.01.2014) demjimêr 7ê êvarî keça bi navê (S.H) temenê wê 16 salî ye ku bi xwe xelka Rojavayê Kurdistanê û niha li Hewlêrê dijî, dema ji karê xwe vedigeriyaa male, otombêleke spî ji corê Honda li ber wê rawestiya û 2 xort jê daketin û ew bizorê xistin otombêlê”.

(S.H) ku niha di rewşeke derûnî ya xirab de djijî,ji Peyamnêrê Rûdawê re hûriyên vê bûyerê wiha got: “Destpêka ku ez xistim nava otombêlê dev û çavên min bi paçekê girêdan”

Herwiha peymanêrê me ragihand ku wê keçê da zanîn ku wan xortan ew birin derveyî Hewlêrê û li wir her sêyan dest dirêjî lê kirin.

(S.H) her wiha got ku “Piştire sê xortên din jî hatin û tevlî wan her sê kesên din bûn û wan jî dest dirêjî li min kirin”.

(S.H) ji peyamnêrê Rûdawê re eşkere kir ku piştî wan xortan destirêjî lê kirin ew bi cî de hîştin û reviyan, piştire malbateke nêzîk ji cihê bûyerê bi hawara wê ve çûn û ew anîn û radestî Asayişa Hewlêrê kirin.

Ji aliyê xwe Asayişa Helwêrê bi cidî li ser vê meselê sekinîn û dest bi lêkolênên xwe kirin û di demeke nêzîk de wê encamên wan îlan bikin.

Raporeke berfireh li ser vê mijarê dê sibê (08.01.2014) ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve were belavkirin. (Rûdaw)

Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, 6 xortan keçeke 16 salî revandin û dest dirêjî lê kirin.

Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ev bûyera han şopanda û wiha ragihand: “Duh (06.01.2014) demjimêr 7ê êvarî keça bi navê (S.H) temenê wê 16 salî ye ku bi xwe xelka Rojavayê Kurdistanê û niha li Hewlêrê dijî, dema ji karê xwe vedigeriyaa male, otombêleke spî ji corê Honda li ber wê rawestiya û 2 xort jê daketin û ew bizorê xistin otombêlê”.

(S.H) ku niha di rewşeke derûnî ya xirab de djijî,ji Peyamnêrê Rûdawê re hûriyên vê bûyerê wiha got: “Destpêka ku ez xistim nava otombêlê dev û çavên min bi paçekê girêdan”

Herwiha peymanêrê me ragihand ku wê keçê da zanîn ku wan xortan ew birin derveyî Hewlêrê û li wir her sêyan dest dirêjî lê kirin.

(S.H) her wiha got ku “Piştire sê xortên din jî hatin û tevlî wan her sê kesên din bûn û wan jî dest dirêjî li min kirin”.

(S.H) ji peyamnêrê Rûdawê re eşkere kir ku piştî wan xortan destirêjî lê kirin ew bi cî de hîştin û reviyan, piştire malbateke nêzîk ji cihê bûyerê bi hawara wê ve çûn û ew anîn û radestî Asayişa Hewlêrê kirin.

Ji aliyê xwe Asayişa Helwêrê bi cidî li ser vê meselê sekinîn û dest bi lêkolênên xwe kirin û di demeke nêzîk de wê encamên wan îlan bikin.

Raporeke berfireh li ser vê mijarê dê sibê (08.01.2014) ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve were belavkirin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/070120148#sthash.TKmxnvcW.dpuf