Serrûpel Nûçe “Weke pêşmergeyekî dixwazim biçim Kobanî“

“Weke pêşmergeyekî dixwazim biçim Kobanî“

Belav bike

Fermandarê Polîsên navçeyên Kerkûkê û yek ji fermandarên navdar yên Kurdistanê Emîd Serhed Qadir, ji Barzanî û wezareta Pêşmergeyan daxwaz kir ku rê ji wî re vekin ew biçe Kobanî û keramet û şerefa Kurdistanê biparêze.
Serhed Qadir got, ji we rica dikim çekan û pêdiviyên eskerî bişînin Kobanî, ji bo parastina Kobanî û Kurdistanê.

Emîd Serhed Qadir, li ser rûpela xwe ya Facebookê, di nameya xwe de dibêje ew amade ye biçe Kobanî ji bo ku erkê xwe yê niştimanî bi cî bîne.

Heta niha bi dehcaran Emîd Serhed Qadir, di şerê terorîstan de birîndar bû ye û ji kuştinê rizgar bû ye.