Serrûpel Magazîn Xwe bigihînin banga Mizgînê!

Xwe bigihînin banga Mizgînê!

Belav bike

Xanim Arslan ji xeynî karên rojnamevanîyê, ji sala 2006’an vir ve bi sînemayê re mijûl e û ligel kişandina çend kurtefîlman, pirtûkên li ser sînemayê jî amade kirine.
 
Ez Firîyam Tu Mayî Li Cî’, fîlmê pêşî yê metrajdirêj e ku Xanim Arslan bêyî tu alîkarîyê, bi derfetên xwe amade kirîye.
 
Birêz Arslan, vî fîlmê xwe yê dawî wekî, çîroka rûbirûbûn û aşbûnê rave dike. Ew, li ser sedema amadekirina fîlm dibêje, ‘Ev çîroka çûyîna li pey şopa mezelê bavê min ê gerîla ye ku min qet ew nedîtîye.’
 
Di çîroka fîlm de tê gotin, ‘Ew, di sala 2009’an de ji bo ku li bavê xwe bigere, pêşî li Mêrdînê dide pey şopa zaroktîya bavê xwe û paşê jî dihere Wargeha Penaberan a Mexmûrê. Di vê navberê de ew tim ji derdora xwe dipirse bê, bavê wê ji wê hez dikir yan na?
 
Jibo Mizgîn Mujde Arslan, ne girîng e bê bavê wê “terorîst” e yan jî “gerîlla” ye… Ew dixwaze, bi bavê xwe re aş bibe, nêzikî wî bibe û bi wî re rûbirû bibe.’
 
Sînemavana ciwan dide zanîn ku armanc û daxwazîya wê ya serekî ew e ku ev fîlm bigeheje temaşevanan ku di şert û mercên giran de hatîye amade kirin.
 
Fîlmê, ‘Ez Firîyam Tu Mayî Li Cî’ cara pêşîn li sala 2012’an di Festîvala Fîlman ya Stenbolê de, di beşa Pêşbazîya Neteweyî de hatîye nîşandan.
 
Dîsa, di Festîvala Navnetewî ya Fîlman ku li Dîyarbekirê pêk hatîye de, “Xelata Belgefîlma Herî Baş”, di Pêşbazîya Kurtefîlm û Belgefîlman ya Bostonê de jî “Xelata Mansîyonê” wergirtîye.
 
Fîlm, herwiha ji alîyê Komela Nivîskarên Sînemayê (SÎYAD) ya Tirkîyê ye jî wekî belgfîlma herî baş ya salê hatîye bijartin.
 
Derhênera Kurd ya sînemayê Mizgîn Mujde Arslan, jibo fîlmê xwe yê yekê ya dokumanterî ku çend xelat wergirtine, daxwaza alîkarîyê dike.

Sînemavana Kurd, ev meheke kempeynek jibo fîlmê ‘Ez Firîyam Tu Mayî Li Cî’ daye destpê kirin da ku bikanibe li salonên sînemayan derxe pêşberî temaşevanan.
 
Xwendevanên ku dixwazin piştgirî bidin xebata derhênera jehatî, Mizgîn Arslan dikanin bi rêya malpera jêrîn destek bidin fîlmê wê:
 
http://www.indiegogo.com/projects/285636

Kerme kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybeta ya ligel Mizgîn Mujde Arslan guhdarî bikin:

VOA – DENG