Serrûpel Nûçe YE hesabê Nexweşxaneya Viyena ji Kantona Kobanî dixwaze

YE hesabê Nexweşxaneya Viyena ji Kantona Kobanî dixwaze

Belav bike

Parlamentoya Ewropa û hejmarek ji parlamenterên Nemsawî û gelek parlamenterên din yên Ewropa nameyek ji serokê Kantona Kobanê, Enwer Mislim şandin û jê daxwaz kirin ku rewşa talankirina nexweşxaneya Vineya y Dr Izet Efendî zelal bike.

Cerrahê Kurd Izet Efendî berî niha gotin ku kantona Kobanî dest danîye ser nexweşxaneya wî û ew talan kirine û li cem Yekîtiya Ewropa, ji ber vê yekê li Kantonê û serokê wê gilî kiribû.

Di nameyê de hatiye ku gelê Kurd li Kantona Kobanê dikaribû gelek destkeftan bi dest xwe ve bînin, lê ew nabe hicet ku kanton dest deyne ser milk û malê welatiyan.

Parlamenterên Ewropî ji Kantona Kobanî daxwaz dike ku hemû tiştên nexweşxaneyê vegerîne, ji ber ku ew nexweşxaneyeke Nemsawî ye, hikûmeta Nemsa piştgiriya wê dikir û xwediyê wê jî welatiyê Nemsa ye.

Her wiha ji serokê Kantonê Enwer Mislim hatiye xwestin ku yekser bersiva wan bide.